Li Xezayê 175 kes ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
Li Zîvala Xezayê tenê di nava 24 saetan de 6 kesan ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane bû 175.

Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xeza hejmara Filistîniyên ku ji birçan jiyana xwe ji dest didin herku diçe zêde dibe. Midurê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê li Xeza Munîr el-Burş li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal têkildarî hejmara kesên li Zîvala Xezayê ji birça jiyana xwe ji dest dane agahî da.
93 jê zarok 175 kes mirin
Hat zanîn ku di nava 24 saetan de 6 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane. Li Xezayê hejmara kesên ji birça jiyana xwe ji dest dane bûye 175 kes ku 93 jê zarok in.
Êrişên li ser Filistiniyên li benda alîkariyê ne
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan, hêzên Îsraîlê li Zivala Xeza êrîşî Filistîniyên ku li bajarê Refahê li benda alîkariyê ne kirin. Di encama êrîşan de 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûne.
Her wiha heta diyarkirin ku navendek ya girêdayî Xaça Sor û dibîstana Emel ku Filsitîniyên bi zorê ji cihên xwe bûne û lê bicihbûne hatin hedefgirtin. Di êrîşa li dijî Navenda Xaça Sor de yek û di êrîşa li dijî dibîstanê de 2 Filsitîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku ji ber êrîşê di qata yekem ya navendê şewat derketiye.
Mirinên ji ber birçîbûnê zêde dibe
Di serî de zarok di navde li Zîvala Xezayê ji ber birçîbûnê mirin zêde dibe. Kesayetên xwecihî û navnenetewî diyarkirin ku Îsraîl ‘birçîbûn û bê aviyê wek çek’ bi kartîne.
Di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xeza pêkanîn de herî kên 60 hezar û 430 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 148 hezar û 722 kes jî birîndar bûn.