Li Efganistanê jin li hember zextên Talîbanê têdikoşin
Li Efganistanê zexta li dijî jinan gihîşt lûtkeyê; ji qetilkirin û windakirina kesayetên wekî Zelala û Hoora Sedat heta zilm, destdirêjî û zewaca bi zorê. Talîban hewl dide ku jinan ji qada civakî dûr bixe.

BAHARÎN LEHIB
Nangarhar – Li Efganistanê terora Talîbanê ya li dijî jinan gihîşt lûtkeyê. Jinên Efganî yên di bin desthilatdariya Talîbanê de hewl bidin ku bijîn, bi girtin, îşkence, destdirêjî, tecawiz, zewaca bi darê zorê ya endamên Talîbanê û cînayetan re rû bi rû ne. Ev rewş tenê bi şervan û aktîvîstên jin re sînordar nîne; bandorê li hemû jinên li welat dike.
Çalakvanên jin tên kuştin
Jinên wekî Zalala û Hoora Sadat ku di nav aktîvîstên civakî de cîh digirtin, hatin qetilkirin. Lê belê ji ber zextan malbatên wan neçar man ku rastiyê nebêjin, mirina zarokên xwe mîna ‘xwekuştin’ aşkera kirin û ser dozên cînayetê hatin girtin. Kiryarek bi vî awayî tenê edaletê binpê nake, di heman demê de hewildanek bêdengkirina dengê jinên daxwaza edaletê dikin e jî. Talîban ji bilî avakirina hawîrdorek gef û çavtirsandinê, hewl dide karûbar, hebûn û wêrektiya jinan a di civakê de jî tûne bike. Lê belê, tu car nikaribûne dengê muxalîf ê jinan qut bikin û bi çalakî, xwepêşandan û berxwedanan têkoşîna xwe domandine.
Piştî bernameya televîzyonê hat wendakirin
Beriya çend rojan, nûçeya windabûna Zalala Habîbî ya beşdarî bernameya televîzyonê ya "Stêrka Efgan” bû, di medyaya dîjîtal de deng veda. Malbata wê, destpêkê têkildarî windabûna keça xwe Talîbanê berpirsyar girt. Ev rewş him di nava welat û him jî derveyî welat de bû sedema pêlekî mezin a bertekan û aktîvîstên mafên mirovan daxwaza eşkerekirina aqûbeta Zalala kirin.
Lê Talîbanê, mîna her car serî li dek û dolaban da û hewl da ku bi vî awayî rayagiştî bixapîne. Bi rêya weşandina vîdyoyek ku hevjinê Zelala bi zorê lixwe mikur tê û vîdyoya ku tê gotin Zalala ji malê derdikeve û carek din venagere, dozê mîna ‘revê’ nîşan da û hewl da ku bala raya giştî bikşîne ser cîhekî din.
‘Em li welatekî ku jinbûn sûc tê dîtin dijîn’
Di vê çarçoveyê de çalakvan û aktîvîsta mafên jinan Zarîfa Kaderî, wiha axivî: "Em jin, li welatekî ku jinbûn wek sûc tê hesibandin dijîn. Qet ne girîng e ku hûn aktîvîsta siyasî ne an na, ji ber ku hûn jin in, neçar in bersîva hemû zilm û zextan bidin.” Zarîfa Kaderî, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zalala, Hoora û Hasna di nava jinên ku navên wan di medyayê de cîh digre û ji bo parastina mafên xwe dengê xwe bilind dikin de ne. Lê di hemû deverên vî welatî de bi hezaran jin, bêyî ku navên wan bên gotin û lêgerîna mafên wan bê kirin, tên qetilkirin.
‘Jin her tim sûcdar tên nîşandan’
Zarîfa Kaderî, destnîşan kir ku jinên Efgan di bin tebeqeyên zilmê yên cuda de tên perçiqandin û got: “Mixabin di gelek bûyeran de jin wekî sûcdar tên nîşandan; dema jinek rastî destdirêjiyê tê, dibêjîn cilên neguncaw li xwe kiriye. Dema ku jinek têkoşîna edaletê dide, dibêjîn ‘xwe avêtiye nava xeteriyê’. Ev nêrîn, dibe sedem ku sûcdar bi wêrektiyek mezintir zext li jinan bikin.
‘Em ê bi hemû hêza xwe li dijî Talîbana hov têbikoşin’
Zarîfa Kaderî, hêz û baweriya xwe ya bi têkoşîna xwe anî ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Min û gelek jinên din sond xwar ku emê tu caran xwîna Zalala, Hoora û Hasnayan ji bîr nekin û em ê bi hemû hêza xwe li dijî Talîbana hov têbikoşin.”