Li Rojhilatê Kongoyê êrîşa li ser dêrê: 43 kes jiyana xwe ji dest dan
DAIŞ’ê li bajarê Komane ya li bakurê rojhilatê Kongoyê êrîşê dêrekê kir. di êrîşê de herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Komane ya Rojhilatê Kongoyê, li dijî dêrekê êrîş pêkhat. Li gorî daxuyaniya rêveberiya bajêr, êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin. Hate diyar kirin ku di encama êrîşê de herî kêm 9 jê zarok hêrî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan.
15 kes birîndar bûn
Êrîş roja Yekşemê di saetên siharê de, di pêkhatina ayîna şevê ya civata dêrê de pêkhat. Hate ragihandin ku di êrîşê de 15 kes jî birîndar bûne. Her wiha tê gumankirin ku gelek kes windabûne û êrîşkan hinek kesan jî rehîn girtine.