Ferzaneh Rashîdî ji Girtîgeha Seqizê tehliye bû
Xwendekara Kurd Ferzaneh Rashîdî beriya niha bêyî sedemek hatibû binçavkirin û girtin. Ferzaneh Rashîdî, piştî pêvajoya girtinê ya du mehan ji Girtîgeha Seqizê bi kefalet hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Ferzaneh Rashîdî ya xwendekara Zanîngeha Peyam Nur ya bajarê Banê ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî pêvajoya girtinê ya du mehan ji Girtîgeha Seqizê bi kefalet hat berdan.
Ferzaneh Rashîdî, di dîroka 24’ê Gulanê de ji aliyê polîsan ve li xwe ya li Banê hatibû binçavkirin. Heman rojê, hevjinê Ferzaneh Rashîdî û girtiyê siyasî ya berê Saman Karîmî jî dema li bajêr dimeşiyan bêyî biryara girtinê hatibûn binçavkirin.
Saman Karîmî beriya niha di 8’ê Mijdara 2018’an de hatibû girtin û di 12’ê Mijdara 2019’an de bi sûcdariya "serhildana çekdarî ya li dijî dewletê" mehkûmê cezayê darvekirinê hatibû kirin. Lê Dadgeha Bilind a Îranê di 1’ê Çileya 2020’an de bi sedema nelirêtiyên di lêpirsînê de vê biryarên betal kiribû. Saman Karamî, di 4’ê Adara 2021’an de bi kefaleta 1.5 milyar tûmen ji Girtîgeha Sine hat berdan.
Rûxmê ku der barê berdana Ferzaneh Rashîdî de agahdariyên berfireh nayên parvekirin jî, parêzvanên mafên mirovan balê dikşînin ku girtinên keyfî yên bi vî awayî li herêmên Kurdan belavbûye.