Ji jinên Rojhilata Navîn ji bo Abdullah Ocalan name: Azadî nayê hepskirin – 2

Jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn di nameyên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin de, piştgiriya xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de ji hêla fizîkî ve azad bibe.

Navenda Nûçeyan – Jinên ji welatên Rojhilata Navîn bi nivîsandina nameyan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ragihandin. Di nameyên ku gihîştin ber destê Abdullah Ocalan de, jinan ji hemû jinên cîhanê re bang kirin û banga hevgirtinê kirin.

Rojnamevana Yemenî Mecîda Hemûd Talib di nameya xwe ya ji Abdullah Ocalan re nivîsand de wiha got:

Nameyek ji Rêber Abdullah Ocalan re

Ji bo kesê ku zanînê ji nû ve pênase kir, jinan kir bingeha ramanê û kirde. Ne ji dûrîtiyê, ji kûrahiya birîna mirovahiyê ji bo te dinvîsim…

Weke jineke Yemenî van hevokan ji te re dinivîsînim. Di felsefeya te ya Jineolojiyê de min kilîta famkirina xwe û dîrokê dît. Di serdemeke ku rastî tevlî propagandayê hatiye kirin, azadî veguheriye qirecirê de; min dengekî pîr û pak bihîst.

Dema ku min tiştên te li ser felsefeya Jinolojiyê nivîsandine xwend, hîs kir ku rastiyeke demên dirêj di bin xirbeya zextê de maye, tiştên ku guhan nebihîstine, hatiye çewisandin, der bûye. Li welatê ku serdemek jinan keybûniyan welidandine, li Yemena ku rola wan nemaye, hebûna wan di pevçûnên bêdawî de vebuherî amûrê dinivîsînim.

Dengê jinan tê tecrîdkirin

Li Yemenê jin hê jî ji navendên biryargirtinê tên dûrxistin, ji cihê ku xwedî bandor in tên vederkirin lê ji bo vîtrînên siyasî bixemlînin an jî ajandayên navneteweyî rewa bikin bangî wan dikin. Dengê jinên serbixwe, azad û ji dil jî di mercên herî xirab ên jiyanê de tenê tê hiştin. Bê parastin dimînin, rastî êrîşan tên an jî tên vederkirin. Tenê ji ber ku serî natewînin, daxwaza civaka demokratîk û adil dikin.

‘Em di bin zextê de dijîn

Ez kesek ji axa ku Belqîs Arwa û gelek kesên din lê hatine cîhanê me, lê dîroka fermî bi zanîn ew tune hesibandin. Em îro bi çandeke ku wan dide jibîrkirin, tên mezinkirin. Navên wan û serkeftinên wan li bîra civakê nehiştin, tenê navê jinên ku îtaet dikin, dipejirînin û xizmetê dikin mane.

Em di nava şûrê şer, koçberî û sirgûnê û çakûçê zordariyê yê rojane de man. Barê jiyanê ne tenê ji mercan, ji yên herî nêzên me, ji pergalên çandî û civakî yên me veder dikin, dikşînin. Ev vederkirin, ne ji nebesiya jinan e; ji hêza wan a ku pergala heyî dihejîne, sekn û bêdengiyê xirab dike, dibe dengê aştiyê û daxwaza azadiyê ye.

Rêberê delal! Tu dizanî, bi dehan salan e li Yemenê jin di parlamentoyê de tunene. Ger jinek an jî du jinan cih girtibin jî ev yek weke îstîsna ma, nebû rewşeke giştî. Îro ji hemû bajaran dengê jinan bilind dibe, ne ji bo îmtiyazê bixwazin, ji bo daxwaza jiyana azad. Wan jinan berê dengê aştî û biryaran bûn lê niha tenê ji bo mayîna li jiyanê têdikoşin. Jinên Yemenî hê jî li ber xwe didin; ji bo hebûnê, ji bo hezkirin, aştiyê. Ji bo welatê ku di nava şer de maye, rizîna ji ber nelirêtiyan çêbûye, ketiye dorpêça desthilatdariya mêr, ji bo Yemenê ji nû ve bi ser xwe ve were. Her ku jin ji ser dikê çûn, cewhera Yemenê jî winda bû. Wî welatê ku berê bextewar bû, îro bi bêdengiya jinan, di nava xemgîniyê de maye.

Pê hesiyam

Dema min Jinolojiyê xwend, min hîs kir ku ji nû ve hatim dinyayê. Min fam kir ku azadiya jinan ne luksek, ji bo avakirina jiyana adil û civakeke bi tendurist şert e.

Min fam kir ku hêza gotinên femînîzma rast ne bi dubarekirinê, ji nû ve bi avakirina rastiyê, bi zimanê ku ji vederkirinê dûr, ne yê bêhiş, yê ku derdixe holê, ava dike û jiyanê ji nû ve dike xwedî kok tê.

Ez ji kûrahiya dilê xwe spasdar im ji te re. Lewre di dema ku hêviya min şikestibû de tu bûyî ronahî. Ji bo ku te bi tecrûbeyên xwe nivîsand û ji dil parast ku azadiya jinan, azadiya civakê ye…

Bi saya te ev mijar ji asta ku tenê sernavek e derket. Nebû perçeyek ji pevçûnên ji bo berjewendiyan, bû dozeke xwedî cewherê mirovahiyê.

Ez ji te re rêz û spasiyên bêdawî dişinim. Bi hêviya tendirustî, azadî û aştiyê...

Rojnameger û xebatkara çapemeniyê Macîde Hamud Talib"

Min hîs kir ku kesek bi me re xeyalan dike heye

Ji Misrê bijîşka bi navê Azza Mahmud Alî Hasan jî di nameya xwe de bi van gotinan hestên xwe anîn ziman:

"Nameyek ji jineke Misrî ji bo ramanger û rêber Abdullah Ocalan
Ez ji dilê jineke Ereb a Misrî vê nameyê ji we re dinivîsînim. Ez ji Misira ku tevahiya dîrokê bûye dergûşa şaristaniyê û warê têkoşînan jinan, ji diyarê Kenanê ji te re dinvîsim. Tecrube, zanîn û hêviya min, bû sedem ku ramanên te yên kûr, nêrîna felsefî –Bi taybetî yên li ser jinan- bixwînim. Her wiha hêzê da min ku vê nameyê bi rêz û minetdarî, bi dengê gelek jinên ku wateya azadiyê di gotinên te de dîtin re binvîsim.

Min tenê navê te ji nûçeyan bihîstibû lê dema ku min ramanên te xwend û felsefeya te ya derbarê jinan de fêm kir, min hîs kir ku kesek rastiyên em dijîn dibîne. Kesek ji bo me û bi me re xeyal dikir…
Dengek cuda yê ji dengê serdest cudatir e

Tu mirovekî cuda yî, naxwazî li ser jinan desthilatdariyê çêbikî. Berovajî wê, azadiya wan dixwazî, lewre tu bawer dikî ku azadiya civakek, bi azadiya jinan dest pê dike. Tu vê yekê ne bi gotinên vala; ji kokên têkiliyên di navbera zayendan de, ji dîrok, mîtolojî û ji desthilatdariyên ku bi serdestiya mêr û şîdetê xwedî dibin destpê dikî û vedibêjî.

Projeya te ya ramanî û siyasî-tevî girtîgeh û mercên tecrîdê-jî dijberî tiştên heyî, xwedî dengekî cuda ye û ji pirsgirêkên jinan re nêzikahiyeke ji dil pêşkêş kir. Te jinan di nava civakê de ne weke mijara dawî, weke dîrok û famkirina azadiyê dît.

Pênaseya te ya “mêtingeha yekem a di dîrokê de jin e” bandoreke pir kûr li ser min kir. Di van gotinen te de, min nêzikahiya bi cesaret a fikrî ku di tevgerên klasîk de kêm e û cesareteke ehlaqî dît. Wan tevgeran gelek caran cihê rastîn ê jinan jinedîtîve hatin an jî wan di nava rolên seranser de dîtin.

Nêzîkatiyek ku îlham dide jinan

Weke jineke Ereb, ez dizanim ku tu ne tenê ji bo jinên Kurd, îlhamê didî jinên gelên din jî. Ez dibînim tu çawa riya bi cesaret nîşanî wan didî, hewl didî wan ji sînorên wan derbas bikî û tevlî pêvajoyên biryaran bikî. Ew êdî ne tenê şopîner in, hevkarên projeya azadiyê ne jî.

Nivîsên ku tu ji girtîgehê dinvîsî, tên wateya asoyeke ku ji dîwaran derbas dibe. Te nîşan da ku ramana azad nayê dîlgirtin, kesek ku tovên zanînê avêtibe dê ji derveyî herikîna dîrokê nemîne. Me di gotinên te de azadiya ku li welatên azad nedîtiye me dît. Te behsa evîn, xweşikbûn, şoreşê kir û jinan ne tenê weke sembol, her wiha mîna hevparên çalakî û çarenûsê, mîna hebûneke di her warî de esas girt. Tecrubeya te ya bi hevriyên jin re gelek tiştan nîşanî me da. Te ew li kenarek nehiştin, ber bi pêşengiyê ve jî birin. Vê yekê jî nîşanî me da ku şoreş tenê bi çekê nîn e; bi zanîn, raman û jinûve afirandinê re dibe.

Ez weke nivîskar û helbestvaneke Misrî ya di warê dîrok, çand, lêkolînên belgeyan de dixebite dixwazim bêjim ku; ji Misir, Şam û Mexribê gelek jinên Ereb, di ramanên Abdullah Ocalan de henaseyek nû, rêbazeke ku hêja ye mirov li ser raweste û bipejirîne dîtin.

Tu mînakek î

Mamosteyê me yê hêja;
Di serdemeke ku tundî, vederkirin û awayên kolekirinê zêde bûne de; pêdiviya me bi vîzyonên felsefî yên ku bi tecrubeyên kûr ên mirovî xwedî dibin heye. Vîzyonên ku li dijî zilmê bi zanîn serî rakin, li dijî zordariyê bi vîndarî têbikoşin heye. Tu di girtîgehê bî jî bûyî sembola îradeya azad a tu carî naşikê. Te êşê veguherand projeyeke ramanî û mirovî ya ku di warê veguherînê de bûye mînak.

Ez dizanim ku tenêtî çendî zor e, dîwar çendî kerr û lal in lê gotinên te gihîştin her kesê, gihîştin hemû jinan. Ez ji Xweda dixwazim ku tehemula te zêde bike, hêzê bide te. Ez hêvî dikim ku ramanên te li welatên Ereb bighîjin gelek deran lewre îro pêdiviya erdnîgariya Ereban; bi mînakên ji dil ên ku bi mirov re nirx, bi jinan re azadiya rastîni edalet û riya ber bi aştiyê ve dibe heye.

Tu her dem bibe dengê azadiyê û rûyê şoreşeke nemir.

Bi rêzdarî…

Şêwirmenda Wezareta Çandê ya Misrê

Pispora belgeyên dîrokî

Lêkolînera mijarên Ereb û Rojhilata Navîn."

Dengê we dîwar derbas kirin

Macîde Fethî Reşwan a ku parêzereke Misrî ya ku baweriya wê bi edaletê heye jî wiha got:

“Di bin wê tecrîda demdirêj a ku-bedena te dorpêç kiriye lê tu carî ramanên te nikare dorpêç bike de- ez van hevokan bi ruhekî teqdîr û wefadarî, ji bo têkoşîna te ya ku tu ji bo kesên azadî, rûmet û maf ji wan hatine girtin dimeşînî, ji bo hemû kesên ku dixwazin mirovahî di pêşerojê de serwer be, bi germahî û rêzdarî dinvîsim.

Dengê te ji dîwarên girtîgehê derbas bû; bêdengiya dîwaran veguherand fikreke xwedî  îlhama rastîn û hişyariyê.

Bila tecrîd ji holê bê rakirin

Tevî tecrîdê jî; ne tenê li Kurdistanê, tu di wijdanê kesên ku li azadiyê digerin, fam kirine ku astiya rastîn bi nasîna hev û diyalogek adil pêkan e de bûyî henase.

Em dizanin riya ku te hilbijartiye hêsan nîne û bedla gotinên ji bo azadiyê, di vê cîhana ku diheje de dibe ku bibe zincîr lê te tehemul kir, dizanibûyî ku fikir werin hepiskirin jî têk naçin. Em gotinên te yên li pişt dîwaran dixwînin; ev gotin ne tenê qêrîna hêrsê ne, di heman demê de weke azmûna berxwedanê, awayê famkirina azadiyê bi ramanek rexneyî û alternatîfeke mirovî re li peş me ye.

Duaya min ew e ku rojek tecrîd bi dawî bibe, deriyek ronî li pêşiya te vebe, ji nû ve diyalog dest pê bike û gavên ji bo aştiyê temam bibin.

Bizanibe ku di vê cîhanê de, ji gelên cuda gelek mirov te nivîsên te dixwînin, li ser ramanên te disekinin û ji sebr û sekna te gelek tiştan hîn dibin.

Tu her dem girêdayî nirx û rêgezên xwe be, bila gotinên te bêdawî bin.”

'Ji bo dengê ramana azad û edaleta radîkal…

Ji Ofîsa Koordînasyona Konseya Civakî ya Ermenî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Anahîd Kasabiyan jî wiha got:

“Ji ramyar û rêber Abdullah Ocalan re;

Ji bo dengê ramana azad û edaleta radîkal. Silav ji neteweyek ku ramanê ne weke çekek siyasî, wek meşaleya mirovahiyê dinirxîne re.

We bi me da hînkirin ku hêza rastîn ne bi çekan, bi behreya guherîna têgehan e û heta ku berxwedan bi xwerexneyê dest pê neke bi ser nakeve. We diyar kir ku dema edalet weke azadiya mirov were famkirin, vediguhere çalakiyeke şoreşger.

Me bi vê wateya kûr felsefeya we xwend û me tiştên ku me di tu gotinan de nedîtibû dît: Ev projeyek ku civakê ji dewleta navendî rizgar dike, siyasetê li ser bingeha pirbûn, rûmet û hevnasînê ji nû ve pênase dike û ji gelên cihî yên hebûna wan tenê li ser nexşeriyan maye re edaletê pêk tîne.

‘Em dizanin ku em dê xwe çawa ava bikin’

Em xelkê Ermen pir baş dizanin ku bedêla bêdengiyê çi ye. Em pir baş dizanin tunekirina dîrokê çi ye lê, em di heman demê de dizanin em ê çawa li paşerojê vegerin û xwe ji nû ve ava bikin. Ji ber vê yekê bi salan e carna bi bêdengî, carna jî bi dengekî bilind, em hewl didin ji nû ve teşe bidin hebûna Ermeniyan a siyasî û sivîl.

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina civaka Ermen me gava yekem bi riya saziyên Ermenî yên em bi wan şanaz in avêt.

Konseya Civakî ya Ermenî: Saziyeke sivîl e civaka me tîne ba hev.

Yekîtiya Jinên Ermen: Dengê jinên şoreşger ên dûrxistina ji şoreşê red dikin.

Ciwanên Ermen: Nifşê ku vederkirinê red dike û ji mîrasa xwe derse digre.

Mala Çanda Ermenî: Saziya ku bîra me diparêze û zimanê Ermenî, raman û hunerê ji nû ve belav dike.

Em îro avakirina Partiya Yekîtiya Ermenî ya ku nûnertiya gelê me dike, serbixwe, demokratîk û siyasî ye îlan dikin.

Konseya Neteweyî ya Bilind a Ermenistana Bakur, hemû Ermeniyên ku li welat û derveyî welat dijîn, di bin heman banî de tîne ba hev. Hewl dide Ermeniyan bi rêxistin bike, hewldan û helwesta wan bike yek. Armanc dike ku li ser belgeyên hê di wijdanê me de dijîn, nehatine jibîrkirin meşrûiyeta navneteweyî û Peymana Sewrê bixebite.

Xeyala me ew bû ku navenda vê saziya siyasî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê be lewre ev der axa têkoşîna azadiyê ye, bêyî cudakarî gelên cihî hembêz kiriye. Li ser edaleta ku me xeyal kiriye, pirbûn, jiyana bi hev re mazûvaniyê ji tevgera Kurd a li ser bingeha demokrasiyê bilind dibe re kiriye.

‘Em dizanin ku dengê me bihêztir derdikeve’

Em li ser tifaqên bi bîrê ve girêdayî, ji mecbûriyetê dûr, ketin nava lêgerînên adil û hê jî didomînin. Weke gelê Ermenistana bakur, em bi rejîmeke înkarê re asayîbûnû napejirînin. Em tifaqên ku dijberî wijdanê me yê dîrokî ne napejirînin. Em li hevkarên ku baweriyên me yek in digerin. Em bawer dikin ku edalet nayê dewrkirin û hêvî perçe nabe. Li pişt dîwaran be jî em bawer in ku dengê we ji hemû konferansên ku bazar li wan tê kirin bilindtir e. Banga we ya dawî ya aştiyê ne paşvekişandin e, beyana rastiya ku têkoşîn nayê wateya nefretê ye. Bangeke ehlaqî ya ku diyar dike ji mirinê ber bi jiyanê ve diçe ye.

Ji ber vê sedemê em xwe hevgirtiyên xwedî heman wateyê, hevparên nirxan, jin û mêrên ji komkujiyan mane dibînin. Em ji we re vê yekê dibêjin:

Hûn bi tenê nînin, dê xeyalên we neyên dîlkirin…

Heta gelên ku bawer dikin edalet hêjayî jiyanê, hêjayî parastinê û hêjayî şerkirinê ye hebin.

Hubra kesên saxmayî tu carî zuha nabe.

Fermandariya Bilind a Konseya Neteweyî ya Bilind a Ermenistana Bakur

Koordînatora Yekîtiya Jinên Ermen

Koordînatora Konseya Giştî ya Ermen a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê.”