Ji bo Pexşan, Werîşe û Şerîfe banga hişyariyê: Xeteriya darvekirinê heye

Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê, ragihand ku xeterî heye cezayê darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bê pêkanîn û bang kir ku li dijî darvekirinê bibin xwedî helwest.

Navenda Nûçeyan- Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê li ser rewşa girtiyên jin ên siyasî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku xeteriya darvekirina 15 girtiyên siyasî yên Kurd û Îranê ku herî pêşçav Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî ne heye.

‘Îran dixwaze bi rêya darvekirinê hebûna xwe mîsoger bike’

Hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê nîşaneya tirs û lewaziya dîktatoriya serdest a li hemberî serhildanên girseyî, berxwedana çalakvan û şervanên azadiyê ye û ev hatiye gotin: “Îran dixwaze bi rêya darvekirinê û serkutkirinê hebûna xwe mîsoger bike.”

Di daxuyaniyê de daxwaz ji saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û çalakvan dikin ku li dijî darvekirinê bibin xwedî helwest.

Duh du girtiyên siyasî yên bi navê Bêhrûz Îhsanî û Mehdî Hesen li Girtîgeha Qezaihsar li Kerac hatin darvekirin.

Mehdî Hesen sala 1976 hatiye dinê, bavê 2 zarokane. Îlona 2022’an li Zencan hate girtin. Bêhrûz Îhsan jî temenê wî 64 salî li Tahranê dijiya. Cotmeha 2022’an hate girtin û piştre bi sûcdariya siyasî hate darvekirin.