Dê sempozyumek li ser 11’emîn salvegera fermanê bê lidarxistin

Bi boneya 11’emîn salvegera fermanê dê sibê saet 8’ê êvarê bi hevkariya TAJÊ û Hevpeymaniya NADA li ser Facebookê sempozyum were lidarxistin

Şengal Bi boneya 11’emîn salvegera fermanê sibê saet 8’ê êvarê bi tevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Hevpeymaniya NADA li ser Zoomê bi sernavê ‘Ber bi rêxistinkirina civaka êzidî 11 sal piştî qirkirinê’, sempozyûm were lidarxistin.

Di sempozyûma ku dê ji aliyê berpirsyara hevgirtina NADA a Iraqê Bûşra Cafer ve were birêvebirin de, endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hesen li ser fermanê û rêxistinkirina jinên êzidî semîner bide û yek jê fermandara YJŞ’ê Gulan Şingalî jî li ser avabûna YJŞ û girîngiya parastinê semînerek bide.

Sempozyum 40 deqe ye û 113 çalakvanên jin, rêxistinên jinan ên di Hevpeymaniya NADA de cihê xwe digirin dê tev li sempozyumê bibin.