Ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Qerçekê li dijî darvekirina çalakî
Piştî darvekirina du girtiyên siyasî û zêdebûna zextên li Girtîgeha Qezel-Hesar, girtiyên jin ên li Girtîgeha Qerçekê çalaki li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Komek girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Jinan a Qerçekê ya Veramînê merasîmek, ji bo bîranîna Mehdî Hasanî û Behruz Ehsanî Eslamlu yên hatin darvekirin û şermezarkirina zêdebûna darvekirin û tundiya li dijî girtiyên siyasî çalakiyek li dar xistin.
Çalakî, li korîdora karantînayê ya Girtîgeha Qerçekê dest pê kir û bi vegotina sirûdên “Xwîna Kulîlkên Akasyayê” domkir. Girtiyan dirûşmeyên ‘Em ê heta rawestina cezayên darvekirinê heta dawiyê li ber xwe bidin’, ‘Mirin ji bo diktator’ û ‘Divê rejîma darveker bê hilweşandin’ berzkirin û nerazîbûna xwe ya li dijî cezayê darvekirinê û zêdebûna zextan anîn ziman.
Di berdewamiya çalakiyê de, girtiyan bûyerên ku roja 25’ê Tîrmehê li Girtîgeha Qezel-Hesar hatin jiyîn, vegotin. Girtiyan diyar kirin ku hêzên ewlehiyê wê rojê li dijî girtiyên siyasî tundî bikaranîne, di encama bûyerê de Seîd Masûrî ji Girtîgeha Zahedanê hatiye sirgûnkirin. Li gorî vegotinan, di bûyerê de lêdan, girêdana dest û lingan, derbaskirina torbe ya serî û mehkûmê girtiyan ya ji bo hucreyan hatiye jiyîn.
Di dawiya çalakiyê de, çalakvanan bi berzkirina dirûşmeya ‘Mirin ji bo dîktator’ vegeriyan qawîşên xwe û piştre bi civînekî mijarên wekî pêwîstiya rakirina cezayê darvekirinê, rêyên berxwedana li dijî tundiya Komara Îslamî ya Îranê û beşdarbûna kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinan Re Na' hatîn niqaşkirin.
Di dawiya civînê de girtiyên siyasî yên Girtîgeha Qerçekê, tundiya li dijî girtiyên siyasî ya li Girtîgeha Qezel-Hesar bi tundî şermezar kirin û fikarên xwe yên kûr ên li ser jiyan û şert û mercên girtiyên din anîn ziman û banga demil dest bidawîanîna polîtîkayên zextker û pêla darvekirinê kirin.