‘Yekîtiya Parêzeran ji bo parastina mefên jin û civakê dixebite’
Parêzer û endama Yekîtiya Parêzeran Ceylan Hemê, tekez kir ku damezrandina yekîtiyê pêwîstiyek ji bo avakirina çarçoveyek qanûnî ya serbixwe ku edaletê pêşbixe nîşan dide û ji bo parastina mafên civakê ye.

ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Di destpêka sala 2019'an de, Koordînasyona Giştî ya Sendîkayên Parêzeran li bajarê Kobanê civiya û di encamê de Yekîtiya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Ev damezrandin wek bersivek ji bo pirsgirêkên girîng ên ku pîşeya hiqûqê pê re rû bi rû ye û ji ber nebûna avahiyek yekgirtî ji bo rêxistinkirina kar û parastina mafên qanûnî yên welatiyan e.
Di vê pêvajoyê de herêm di nav şert û mercên dijwar de şahidiya pêvajoya avakirina saziyên sivîl kir ku ev yek bû sedem ku parêzer hewlên xwe di nav sendîkayekê de bikin yek ku dê dengê wan derxe, pratîka yasayî û exlaqî ya pîşeyê misoger bike û serweriya hiqûqê di civakê de pêş bixe.
‘Me roleke bi bandor di avakirina van saziyan de lîst’
Endama Yekîtiya Parêzeran ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ceylan Hemê, diyar kir ku pîşeyê hiqûqê li herêmên Rêveberiya Xweser di nava rastiyek tevlihev û dijwar de, tê kirin. Ceylan Hemê wiha got: "Qanûn rûbirû tên pêşxistin. Rûxmê ku me hinek zehmetiyan derbas kiriye jî, hê jî gelek zehmetî li pêşiya me ne. Di herêma Rêveberiya Xweser de parêzer wek hevkarek bingehîn di bidestxistina edaleta civakî de tê hesibandin. Edalet tenê bi hevkariya hemû aliyan ji civaka sivîl bigre heta dadwer û parêzeran, dikare were bidestxistin. Me roleke bi bandor di avakirina van saziyan de lîst û di amadekirina qanûnan de beşdarbûn. Ev yek ji destkeftiyên vê qonaxê ne, ji ber ku parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser prensîba nirxên edaleta civakî hatiye damezrandin."
'Zanebûna civakî gelek girîng e'
Ceylan Hemê, der barê erkên sereke yên parêzeran de wiha got: "Berpirsyariya me ye ku em welatiyan ji her bêrêkûpêkiyek prosedurî biparêzin û hemû mafên wan, biparêzin. Her wiha binpêkirinan belge dikin, ji bo pirsgirêkên civakî parêzvaniyê dikin, kêmasiyên qanûnî destnîşan dikin û guhertinên qanûnî yên ku xizmeta berjewendiyên civakê dikin pêşniyar dikin. Mafê parastinê di bin Destûra Rêveberiya Xweser de tê parastin. Rola me ne tenê bi parêzeriyê ve sînordar e, di heman demê de bi riya înîsiyatîfan û pêşkêşkirina şêwirmendiyên hêsan ji bo civakê jî berfireh dibe. Parêzer wek nûner an pirek di navbera welatiyan û saziyên têkildar de xuya dike û diparêzeriyê û beşdarbûna di afirandina hawîrdorek hiqûqî ya dadperwertir de rolek dualî dilîze. Demokrasî û mafên mirovan ser bingeha edaleta civakî ya rastîn gengaz e."