‘Li dijî feraseta cîhadîst li Sûriyeyê eniyek jinan a bi hêz divê’

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer tekez kir ku HTŞ’a cîhadîst li herêmê peravê û Suweydayê kiryarên DAIŞ’ê didomîne û gotin: “Li dijî feraseta cîhadîst li Sûriyeyê eniyek jinan a bi hêz divê.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi hatina rêveberiya demkî ya HTŞ’a cîhadîst re, siyaseta ku çeteyên DAIŞ’ê li ser jinan pêk dianî ya qetilkirin, tecawizkirin  û revandinê, bi rengekî eşkere berdewam dike. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer ji ajansa me re axivî.

‘Feraseta HTŞ’ê li ser pêşeroja Sûriyeyê û doza jinan xeterek mezin e’

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer da zanîn ku pêwîst e jina Sûrî li mafê xwe yê piştî ked û tekoşîna demdirêj qezenc kiriye xwedî derkeve û wiha got: “Rêveberiya Demkî ya HTŞ’a cîhadîst bi hişmendiya xwe xeteriyek mezin li ser pêşeroja Sûrî û doza jinan a di Sûrî de heye. Tirsên cidî hene ku bi vê hişmendiyê jinên Sûrî mafê xwe yên bingehîn û mafê beşdarbûna di biryardayînê de winda bikin. Me ev yek di dema borî de di warê konferansên ku pêk hatin de dît. Di beşdariya jinan de qelsiyek hebû û rola wan red kirin. Tiştê ku niha diqewime, rola sereke ya jinên Sûriyê di krîza ku ji sala 2011’an de destpê kir de bi nakok e. Jina Sûrî ked, têkoşîn, berxwedanî, rêxistinbûyîn û parastina xwe ava kir, li kêleka talantiya koçberiyê û windabûnê tam kir, gihîşt asta hilweşandina Rêjîma Baasê ku bi sîstema xwe hebûna hemû pêkhate û jinan red dikir.”

‘Kiryarên HTŞ’ê karesatek li dijî mirovahiyê ye’

Emîna Omer destnîşan kir kiryarên ku HTŞ li Sûriyeyê pêk tîne mizgîniya xêrê nade û wiha pê de çû: “Bi hatina Rêveberiya Demkî ya HTŞ’ê re jina Sûrî rastî qirkirin, tecawiz, revandin, destdirêjî û qetilkirinê hat. Bi taybetî li perava Sûriyeyê jina Elewî û li Suweyda jî jina Durzî jî rastî van bûyeran hat. Sûcên ku li Suweyda pêk hatin, berdewama siyaseta qirkirinê ya li perava Sûriyeyê ye. Kiryarên ku li dijî jinên Sûrî pêk tên, li holê yen. Karesatek li dijî mirovahiyê û civaka Sûriyeyê bi tevahî ye. Di bin desthilatdariya rêveberiya demkî ku van kiryarên qirêj pêk tîne de, jinên Sûrî wê her di nava tekoşîn û berxwedaniyê de bin. Ji bo ku di pêşerojê de bikaribe Sûriyeke demokratîk, ne navendî were avakirin, em dibînin ku nebûna jinên Sûriyeyê di rêveberiya demkî ya HTŞ’ê de, redkirina rola jinê û keda bi sala ye lewma em vê yekê qebûl nakin.”

‘Feraseta DAIŞ’ê bi rengekî eşkere zindî ye’

Emîna diyar kir ku xweparastin û rêxistinbûyîna jinan çeka herî girîng a di vê pêvajoyê de ye û wiha got: “Ew kiryarên li dijî jinên li Siwêdayê tên kirin, kiryarên ku vedigerin feraseta çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de li dijî jinên Êzîdî yên ku rastî kuştin, tecawiz, revandin û kolekirinê hatin e. Ev rêbaz li Suweydayê û berî wê li perava Sûrî  jî hene, ji ber vê yekê divê em wekî jin li ser vê ferasetê bêtir bisekinin û bi parastin û xweparastinê xwe xurt bikin. Ger jin li Sûriyeyê xwe birêxistin neke, yekîtiya xwe ava neke, dê ev polîtîk di pêşerojê de li dijî jinan were pêkanîn. Xweparastin û rêxistin çekên me ne ji bo avakirina bendavek bihêz a li dijî van êrîşên DAIŞ’ê. Nimûneya herî baş û girîngiya xweparastin û rêxistinbûyînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku çawa jinê hêza xwe YPJ ava kir û li hember terorê şerekî dijwar û serkeftî meşand.”

‘Li dijî feraseta cîhadîst eniyek jinan a bi hêz li Sûriyeyê ava bikin’

Emîna di berdewama axaftina xwe de bang li jinên Sûriyeyê kir û got: ‘Bila mafên xwe bixwazin û eniyeke jinan a bihêz ava bikin da ku mafên xwe û rola xwe di avakirina Sûriyeya nû de di hemû waran de, bi taybetî di nivîsandina destûra saîmî de, bixwazin. Ger jinên Sûriyeyê di hemû sazî û dezgehên ku bingeha avakirina dewleta Sûriyeyê datînin de amade nebin, mafê wan dê bi tevahî winda bibin. Feraseta mêr a ku niha di desthilatdariya Şamê de heye li dijî mafê jinan e. Em hewceyî têkoşînek mezin û yekîtiya jinên Sûriyeyê ya li ser asta erdnîgariya Sûriyeyê ne da ku em bikaribin eniyek xurt ava bikin û xwe bikin yek. Da ku em mafên xwe li ser asta destûrî saz bikin û di avakirina dewleta Sûrî pêşeroja wê de beşdar û bibandor bin.”