Di êrişa Îsraîlê de 30 Filistînî hat qetilkirin

Di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî Kampa El Nisêrat a Xezayê de, 30 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Dîfa El Medenî (Parastina Sivîl) a Xezayê diyar kir şeva duşemê balafirên şer ên Îsraîlê li dijî kampa El Nisêrat a li Xezayê êriş pêk anî. Di êrişê de piraniya wan jin û zarok, herî kêm 30 kes hatin kuştin.

Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel der barê mijarê de agahî dan AFP’ê û got: “Komkujiyeke nû li kampa Nisêrat pêk hat. Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî hin malên welatiyan ên li kampê kir. Piraniya kesên hatine kuştin, jin û zarok in. Ew rakirin nexweşxaneya El Ewde ya li heman kampê.”

Bi zêdebûna êrişan li ser Xezayê re alozî û birçîbûna li Xezayê zêde bûye. Zextên civata navneteweyî jî zêde bûne, lewma Îsraîlê di dawiya hefteyê de îdia kir ew ê êrişên xwe yên li ser Xeza û Dêr El Beleh rawestîne. Tê payîn rêyên alîkariyê yên ewle werin vekirin. Di heman demê de xebatên gihandina alîkariyan bi rêyên hewayî ku ji aliyê civata navneteweyî dihate kirin, careke din dest pê bikin.