Şahidiyên Fermana 74’an: Ya ku bi hawara me ve hat PKK bû
Leylê Şeref ya ku şahidiya Fermana 74’an kiriye dibêje: “Roja fermanê ya ku bi hawara me ve hat PKK bû, me derveyî PKK’ê tu hêzeke din li ba xwe nedît. Em ê bi hêza xwe fermanan tune bikin û xwe birêxistinkirina me bersiva 74 fermanan e.”

RONAHÎ ZERDEŞT
Şengal – Beriya 11 salan civaka Êzîdî bedêla bêrêxistinbûnê, bêparastinê, bawerkirina bi çavkorî ya ji hêzên ku ji bo parastina wan li Şengalê bicîh bûbûn, pir giran da. Encama bedêla giran, fermana herî mezin a sedsala 21’emîn bû. Encama bedêla giran kuştin, talan, tecawiz, li sûka firotin û gelek kiryarên din ên qirêj bû. Û bedêla herî giran jî bû para jinan. Ji ber ku jin bûn parêzvanên ax, çand û baweriyê, loma bi revandin, tecawizkirin û firotinê bedêla herî mezin dan. Hê jî aqûbeta 3 hezar jinên Êzîdî nayê zanîn.
Êzidiyên ku rastî xiyaneta dîrokî hatibûn, bê hêvî bibûn, hêvî nedikirin li ser rûyê erdê kesek bi hawara wan ve were lê 12 gerîlayên PKK’ê ku civaka Êzidî ji bo wan got ’12 siwariyên Derwêşê Evdî’ wek ji qeliştoka dîrokê derkevin, ber bi hawara dîrokê ve hespê xwe bezandin. 12 siwarî tovên hêviyê di dilê bi hezaran Êzîdiyan de çandin. Ev tov sal bi sal bi pêşengtiya jinên Êzîdî ku rastî wehşeta herî mezin a sedsala 21’emîn hatin, mezin bû û îro roj li her derê Şengalê şax vedaye ji bo pêkanîna nûvejîna xwe.
‘Pêşmergeyan beriya fermanê hemû sîlehên me girtin’
Leylê Şeref yek ji şahida fermanê ye ku ji me re behsa rojên fermanê dike. Heta roja hatina fermanê tu Êzîdiyek bawer nedikir ku dê DAIŞ êrîşî wan bike, hêzên li Şengalê ku bi hezaran ji artêşa Iraqê û PDK’ê hebûn, terka wan bidin û birevin. Leylê Şeref êrişên DAIŞ’ê bi van hevokan vegot: “3 meh beriya fermanê gotin dê DAIŞ were, lê civaka Êzîdî di serî de bawer nekir. Êzîdiyan bawer nedikirin ku çete ji bo tunekirina Êzîdiyan hatine. Di şeva 3’yê Tebaxa 2014’an de saet nêzî 3’yê şevê bû, ji gundê Girzerikê dengê fîşekan hat. Em li ser xanî bûn, cîranên me hatin ji me re gotin rabin DAIŞ hatiye. Me dixwest bi sîlehên xwe şer bikin, lê pêşmergeyan beriya fermanê hemû sîlehên me girtin, ji ber vê yekê sîlehên ku em pê şer bikin tunebûn. Xelkê Girzerikê heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da, lê dema fîşekên wan qediyan çeteyan êrîş kirin. Yekser min 8 zarokên xwe li pişt erebê siwar kir û em reviyan. Lê hevjîna mamê min tevî 8 zarokên xwe û 2 mamê min û dapîra min ketin destê DAIŞ’ê.”
Rêwitiya rizgarbûnê
Leylê Şeref diyar kir ku ew şev berê xwe dane gundê Qendîlê ya çiyayê Şengalê, lê piştî demekê gotin DAIŞ hatiye. Dayê Leylê bi van gotinan behsa wan rojan kir: “Vê carê em hilkişiyan geliyan, zarokên me li dû me bûn û her kesî berê xwe dabû çiya. Em bi meşê ji çiya çûn Kolka ya Serdeştê. Piştî şevekê saet 5’ê sibehê em ji wir jî çûn cihekî din, 11 rojan me li wir xwe bicî kir, erebeyên mezin hatin min xwe avêt pêşiya yekê. Min got an hûnê min û zarokên min jî bi xwe re bibin an jî me bikujin ji ber hew taqeta meşê ma. Wisa em li erebeyê siwar bûn û em çûn Rojava. Piştî şevek em li Rojava man, me berê xwe da başûrê Kurdistanê.”
Hepsa jinan û hovîtiya DAIŞ’ê
Piştî 5 salan Leylê Şeref piştî kurê wê yê şervanê YBŞ’ê di dema şerê DAIŞ’ê de şehîd dikeve, bi malbata xwe re vedigere Şengalê gundê xwe yê Til Ezêr. Dema vedigere, gundî jê re behsa hepsa jinan dike ku di dema DAIŞ’ê de jin lê hatine hepskirin û îşkencekirin. Li ser vê yekê dayê Leylê ji bo dîtina wê hepsê diçe cîhê mala ku wek hepsa jinan hatiye bikaranîn. Derbarê vê mijarê de jî dayê Leylê wiha dibêje: “Em di gund de bûn, ji min re gotin hepsa jinan li vir heye. Ez jî çûm û min lê nihêrt. Hîn tiştên jinên li wê hepsê rastî îşkence û qetlîamê hatine, li wir bûn. Û hê jî hestiyên wan jin û zarokan ji wir nehatibûn rakirin. Dema ku min lê nihêrt, min 6 termên bûbûn hestî dît. Di nav bîrekî de bûn, ji wan jinek destê wê ji paş ve hatibû girêdan û wisa mirî bû.”
‘Roja fermanê ya ku bi hawara me ve hat PKK bû’
Leylê Şeref got ku hesinek daniye ser deriyê bîrê û wiha pê de çû: “Min got heta kesek tê û wan ji vir derbixe. Em ji wê hepsê fetilîn, me sê termên din jî weke wan di bîrek de dîtin. Ez gelek pê êşiyam, min got ku ev 7 sal in ev hestî li vir mane û kesî xwe lê nekiriya xwedan. Min got xwedê heqê me li erdan ne hêle. Fermaneke ku heta bêje zehmet bû em çendî behsa wê bikin kêm e. Divê em tola xwe ji kesên ku bûn sebeba fermanê rakin. Roja fermanê ya ku bi hawara me ve hat PKK bû, me derveyî PKK’ê tu hêzeke din li ba xwe nedît.”
Bûyîna şehîdên axa pîroz
Ji bo paqijkirin û têkbirina DAIŞ’ê ya li ser axa pîroz Şengalê bi sedan keç û xort canê xwe feda kirin û tev li karwanê şehîdan bûn. Kurê dayê Leylê jî di şerê DAIŞ’ê de şehîd bû û dayîkê ji bo şehîdbûna kurê xwe ev nirxandin kir: “Ez her dibêjim serê civaka me sax be. Ev ji bo me serbilindiyek e. Xwezî her kesek wekî van şehîdan canê xwe li ber axa xwe bida û bibûna şehîdên axa xwe ya pîroz.”
Jibîrnekirina fermanê û Êzîdiyên li kampan
Dayê Leylê bal kişand ser fedakariya gerîla, jibîrnekirina fermanê, Êzîdiyên ku niha li kampan e û ev tişt anî ziman: “Ger ji hevalan nebûya, dê ev ferman hatiba jibîrkirin. Ji derveyê hevalan kesek xwedî li me derneket. Heval ji me re bûn şehîd û me ji fermanê rizgar kirin. Xwîna xwe di ber me de rijandin. Yên ku nehiştin ferman were jibîrkirin û hiştin ku em li ser rêya azadiyê bimeşin, heval bûn. Ji hêla din ve hê jî bi hezaran Êzîdî li kampan e û diviyabû heta niha vegeriyana ser axa xwe. Niha ew li wan kampan di nav lepê fermanê de ne. Dibe ku ji fermanê rizgar bûne, lê ger ji wir venegerin ji fermana wir rizgar nebin. Hêviya min ew e ku civak ciwanên xwe tu carî rê nekin derveyî welat. Divê heta dawiyê em li ser axa xwe bijîn û têbikoşin. Dema em ne şehîdên welatê xwe bin, hema bila em ne saxên welatekî din bin. Ger em di welatê xwe de kêfxweş nebin em li tu welatekî kêfxweş nabin. Em ê bi hêza xwe fermanan tune bikin û mayîna civakê ya li Şengalê jî bersiva 74 fermanan were dayîn.”
‘Şengal ne Şengala berê ye’
Dayê Leylê dawiyê anî ziman ku Şengal Şengala beriya 11 salan nîn e û wiha got: “Ji ber ku civak êdî fikir û felsefeya Rêber Apo nas dike, xwe birêxistin dike. Bi taybetî li her dera Şengalê jin xwe birêxistin û perwerde kir. Ger Şengal bibe destek, wê Şengal bibe mînak ji her civakekê re.”