Bi boneya 11’emîn salvegera fermanê li Hesekê komcivîn

Bi boneya salvegera 11’emîn a Fermana Şengalê di bin dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî em ê dawiya fermanan bînin” Yekîtiya Jinên Êzidî komcivînek li dar xist.

Hesekê – Bi nêzbûna 11’emîn salvegera fermana Şengalê, Yekîtiya Jinên Êzidî komcivînek li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a taxa Kebaba ya bajarê Hesekê, bi tevlîbûna rêveber û endamên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û Hêzên Parastina Jin (YPJ) hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevîzyon li ser fermana Şengal hat pêşkêşkirin. Di sînevzyonê de bal hat kişandişn ser berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê di parastina Şengalê û rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ’ê.

‘YPJ û YPG’ê planên qirkirina civaka Êzidî vala derxistin’

Rêvebera Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Suad Hiso tekez kir ku bi destên şervanên YPJ, YPG’ê planên ji bo qirkirina civaka Êzidî vala hatine derxistin û wiha anî ziman: “Dîrok bi fermanên li ser civaka Êzidî dagirtî ye lê her dem civaka Êzidî hewl da ku xwe komî ser hev bike û çanda xwe biparêze. Di fermana dawî ya Şengalê de biryar hat girtin ku pêşmerge xwe ji Şengalê bikşînin û çeteyan êrîşî civaka Êzidî kirin. Di wê demê de yên xwedî li civaka Êzidî derketin gerîlayên HPG’ê YPJ û YPG’ê bûn. Pêwist e yên ku biryara vekişandina pêşmergeyan dan werin cezakirin ji ber ku ev yek xapandin û îxanetek mezin e li dijî civaka Êzidî. Çima jinên Êzidî hatin revanidn û qetilkirin? Ji ber ku bi wê yekê xwestin civaka Êzidî tune bikin. Heta niha jî dawî li terora DAIŞ’ê nehatiye, terorek nû ya fermî li ser Sûriyeyê hatiye erkdarkirin navê wê jî HTŞ’ê ye. Kiryarên li bajarên peravên Sûriye û Suweydayê kirin, diyar e xwedî mêjiyê DAIŞ’ê ne. Çawa li Şengalê fermanan rakirin, jinan revandin û wan kuştin îro HTŞ jî bi heman armancê kiryarên DAIŞ’î berdewam dike. Em weke civaka Êzidî pêwist e xwedî li Rêber Apo derkevin heya ku bi fîzîkî azad bibe. Sîstema Rêveberiya Xweser, hebûna me zindî kir û hevgirtina gelan da avakirin. Ji ber wê pêwist e ev sîstem berfireh bibe li tevahî Rojhilata Navîn.”

‘YPJ’ê hêza rizgariya mirovahiyê ji planên qirkirinê ye’

Fermandara Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer tekez kir ku YPJ hêzeke ji bo xelasiya mirovahiyê ye û wiha anî ziman: “Bakur û Rojhilata Sûriyeyê weke bexçeyek bi hemû rengên xwe dijî. Ev yek jî bi saya Rêber Apo hatiye kirin. Ev roj ji bo me rojeke bi êş e lê dîsa jî em kêfxweş in ku em dikaribûn civaka Êzidî ji qirkirinê xelas bikin û wan birêxistin bikin da ku xwe bi xwe xwe biparêzin. Erka me ew e, li ku derê civak rastî qirkirin û komkujiyan werin em ê xwedî li wan derkevin. Ev soza me û xeta me ye ku em xwedî li her neteweyê derbikevin. Pêwist e li hemberî dijmin em xwe xurt bikin û piştgirî bidin şervanan. Li ser navê Îslamê gelek planên qirkirinê çêbûn îro jî bi navê Îslamê eynî kiryar tên meşandin û em vê yekê şermezar dikin. Baweriya me bi hemû jinan û gelan heye. Divê em bikaribin hemû Sûriyeyê ji terorê xelas bikin û gelê Sûriyeyê bi rengê xwe birêxistin bikin.

Di dawiya komcivînê de bi navê Yekîtiya Jinên Êzidî diyarî ji Hêzên Parastina Jin YPJ’ê re hat pêşkêşkirin.