Heyeta TAJÊ bi Şanaz Îbrahîm re hevdîtin kir

Di çarçoveya kar û xebatên 11’emîn salvegera fermanê de heyetek ji TAJÊ li Silêmaniyê hevdîtin bi endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm re kir.

Şengal – Bi nêzbûna 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heyetek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Silêmaniyê hevdîtin bi endama Mekteba Siyasî ya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  Şanaz Îbrahîm Ehmed re kir.

heyetê de endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen, endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî û endama TAJÊ Evîn Emîn hebûn.

Di hevdîtinê de heyetê li ser jenosîda 3’yê Tebaxê, jinên Êzidî ku 11 sal in di destên DAIŞ’ê de ne, vegera Êzidiyan a Şengalê, agahî dan Şanaz Îbrahîm.

Şanaz Îbrahîm heyeta ku ji Şengalê çûbûn, bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir û di hevdîtinê de anî ziman ku agahiya wê ji gelek tiştên ku heyetê pê re parve kirine tunebûye û piştgiriya xwe anî ziman.

Her wiha Şanaz Îbrahîm ji heyetê re ragihand ku ger derfet hebe dê tevlî merasîma bîranîna 3’yê Tebaxê ya li Şengalê were lidarxistin bibe.