Şehîdên fermanê li Sûka Kevn tên bibîr anîn
Bi nêzbûna fermanê re li ji 25’ê Tîrmehê ve li Sûka Kevn konê bibîranîna şehîdên fermanê hatiye vedan. Her roj bi sedan kes serdana konê bi bîranînê dikin û şehîdên xwe bi bîr tînin.

Şengal – Bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî di nav çalakiyan de ne. Di çarçoveya van çalakiyan de ji bo bibîr anîna şehîdên fermanê ji hêla Rêveberiya Xweser a Şengalê ve li Sûka Kevn konê bîranînê hatiye vedan. Rojane ji her deverên Şengalê serdanên konê bibîranînê ku ji 25’ê tîrmehê ve hatiye vedan, tê kirin.
Malbatên şehîdan li vir wêneyê şehîdên xwe dadiliqînin, xêran belav dikin û çira pêdixin. Çalakî dê heta 3’yê Tebaxê bidome.
Jinên ku her roj tev li çalakiya konê dibin, derheqê konê bibîranîna qurbaniyan û fermanê de ji ajansa me re axivîn.
‘Iraqê tu tiştek ji bo me Êzidiyan nekiriye’
Ji beşdarvanên çalakiyê Wehîde Hecî di serî de şehîdên fermanê bi bîr anî û diyar kir ku dema ew wêneyên şehîdên fermanê dibînin wekî kesek xencerek li dilê wan bide hîs dike û wiha got: “Em ji rojeke pir bi êş û jan re derbas bûn. Hê jî Iraq tu tiştek ji bo me nekiriye. Ne jenosîd qebûl kiriye, ne jî hestiyên me yên di gorên komî de ne, derxistiye û teslîme me kiriye. Rûxmî 11 sal li ser fermanê derbas bûye hîn jî gorên komî nehatine vekirin. Tenê em dixwazin ev gorên komî werin vekirin û hestiyên me bidin me. Ji hinek malbatan 10 kes ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û kuştin. Ev malbatan niha tên li vir û wêneyên wan li vir dadiliqînin û xêrên xwe belav dikin. Em dest xweşiyê li jin û ciwanan dikin ku bi vê erkê radibin. Em tu carî fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Em ne civaka Êzidî ya beriya fermanê ne, me xwe perwerde û rêxistin kiriye. Em weke jinên Êzidî tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
‘Em tu carî wê rojê ji bîr ve nakin’
Jina ciwan Lîna Cemîl jî bi kurtasî behsa sedama çalakiyê kir: “Hem bi nêzhatina salvegera 11’mîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û hem jî ji bo em bi hev re êşên roja fermanê parve bikin û şehîdên xwe bi bîr bînin me li vir kon vedaye. Ji başûrê Kurdîstanê û gelek dewletên cuda êzidî ji bo şehîd û windahiyên xwe bi bîr bînin berê xwe dane Şengalê û wêneyên şehîd û windahiyên fermanê li vir dadiliqînin. Roja fermanê ji bo me rojeke reş e. Em tu carî vê rojê ji bîr ve nakin. Ji ber cihê ku herî zêde li Şengalê berxwedanî lê hate kirin Sûka kevn bû, me jî ev çalakî li vir li dar xist. Heta 3’yê Tebaxê dê ev çalakî berdewam bike.”
‘Me dest ji Êzdatiya xwe berneda’
Jina ciwan a bi navê Sitîvana Şeref ku di nav amadakariyên vê çalakiyê de cihe xwe digire destnîşan kir ku êzidî tu carî bi fermanan xilas nabin û ev nirxandin kir: “Em weke jinên ciwan di nav xebatên vê çalakiyê de cihê xwe digirin û hewl didin vê çalakiyê bigihînin encamê. Vê rojê tenê ne li Şengal û ji civaka Êzidî; ji erd û ezmanan dengê hawaran tê. Ji çiyayên bêdeng hê jî dengê girîna zarok û hawara dayikan tê. Êzidatî bi fermanekê û diduyan xilas nabe. Civaka Êzîdî ji 74 fermanan zêdetir bi qirkirinê re rûbirû maye lê dest ji Êzdatî, ax, av û welatê xwe jî bernedaye. Piştî vê fermanê jî me bernada û em bernadin jî. Em weke jinên ciwan li bin van konan xizmeta civaka xwe dikin, ji bo cangorî û windahiyên fermanê xêran belav dikin. Her kesê bixwaze dikare were li vir, deriyê civaka me, weke her carî ji her bawerî û neteweyê re vekiriye. Em tucarî fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”
‘Ji bo bibîranîna şehîdên her kes berê xwe dide Şengalê’
Ferîda Feysel jî ji bo xizmetkirina mêvanên konê çalakiyê her roj tê cihê çalakiyê. Ew jî derbarê konê çalakiyê ev tişt anî ziman: “Em tu carî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bîr nakin. Em weke civaka êzidî îro hemû li vir kom bûne û bi daliqandina wêneyan şehîd û windahiyên xwe yên fermanê bi bîr tînin. Roja roja fermanê gelek kes ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da, ji ber vê dema nêzbûna fermanê her av û xwarin tê belavkirin. Di nav van rojan de her kesek êzidî û ne êzidî ji bo bi bîranîna şehîdên fermanê berê xwe didin Şengalê.”