Ji bo bîranîna Bişeng Brûsk û Sara Hogir stran: Bişenga Min

Hunermend Viyan Kiçî ya ji bo salvegera 2'emîn a şahadeta Bişeng Brûsk û Sara Hogir strana "Bişenga Min" belavkir.

Navenda Nûçeyan – Endama Komîteya Ciwanên PKK'ê û Endama Koordîsnasyona Komalên Jinên ciwan Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir di encama êrîşên hewayî ya dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê di 28'ê Tîrmeha 2023'an de şehîd bûn.

Di salvegera 2'emîn a bîranîna Bişeng Brûsk û Sara Hogir de hunermend Viyan Kiçî stranek bi navê "Bişenga Min" weşand.

Viyan Kiçî ya ku Bişeng Brûsk ji nêz ve nas dikir wiha dibêje: "Ev stran ji bo bîranîna lehengî û qehremaniya Bişeng Brûsk eya ku ji Şirnexê ye. Gelê Botanê navê zarokên xwe dikin Bişeng ji bo ku her Bişeng zindî bimîne. Min ev stran ji dengê Salîhe Şirnexî guhdarkir û gelek jê bandor bûm. Ji ber vê jî ez niha diyarî giyana Bişeng û Sarayan dikim. Ev stran di roja salvegera wê de hate weşandin. Bişeng Brûsk bi qehremanî xwedî rûmet û jîna xwe derket. Ew jina herî bedew, şerker, ruken bû û erka xwe ya şoreşgerî bi fedakerî pêk anî."