Li Şamê wesayîdên giştî ji bo jinan ne ewle ne

Tacîz di nava wesayîdên giştî de ne îstîsnayek e her dem dubare dibe. Ev yek ji ber adet, bêdengiya civakî û tunebûna astengkirinê çêdibe. Heta ku zagon neyên sepandin wê jin her dem bi van bûyeran re rûbirû bimînin.

RAMA XELEF

Şam – Wesayîdên giştî her dem ji bo jinan bûne cihên ku tacîz li dijî jinan çêdibe li paytexta Sûriye Şamê bûyerên wiha bi awayekî rojane diqewimin. 

Xwendekara zanîngehê Beyan Munîr a ku rojane neçar e bikeve wesayîdên giştî wiha dibêje: "Em hîs dikin ku wesayîdên giştî êdî bi ewle nîn in, bûne cihê tacîzê. Gotinên ne guncav û têkiliya fizîkî, weke tişteke normal xuya dike. Tişta xemgîntir ew e ku sûcdarî pir caran dikeve stûyê jinan, ne yê tacîzkaran. Ew cilên me yan jî awayê rûniştina me dipirsin lê kesê ku zirar daye bê ceza dimîne. Di saetên qerebalix de, dema ku her kes di otobusê de kom dibe, hemû rêgezên rêzgirtinê winda dibin û kes rêzê li nepeniya jinan nagire."

'Kabûsek domdar e'

Haya Elî jî behsa serpêhatiyeke tirsnaktir kir û got: "Wesayîd ji bo me jinan bûye kabûsek dubarebûyî. Tehemulkirina qerebalixiyê û westandinê têrê nake lê tirsa berdewam a ji çavên mêran, ji gotinên ku weke henek tên gotin û ji tacîza bedenî ku carna bêyî dudilî diqewime jî heye. Her cara ku siwarê otobusê dibim, dest bi fikirîna li ser wê yekê dikim ka kî dê li kêleka min rûnê? Ger tiştek biqewime, ez dikarim birevim an na? Divê ez çawa tevbigerim? Tiştê ku wê bêtir aciz dike ew e ku jin her gav ew kes e ku ji bo dûrketina ji zirarê tevdigere lê ew kesê ku xeletî dike bêyî berpirsiyar were girtin dijî. Tu qanûn wan natirsîne û tu civak bi wan re rûbirû nabe. Her kes bêdeng dimîne. Tacîz ne tenê reftareke demkî ye lê tirseke berdewam e."

Jin bi tacîzê re rû bi rû tên

Sara Ebûd yek ji jinên ciwan e wiha behsa bûyerên tacîzê yên di nava wesayîdên giştî de diqewimin kir û got: "Tu carî ez rastî tacîzê nehatime. Her dem xwe ji van bûyeran dûr dixim û li şûna otobusên mezin bikar bînim, mîkrobusan bikar tînim, hîs dikin ku ew bi ewletir in lê bûyera tacîzê hat ser xwişka min, ji ber ku wesayîdên giştî bikar tîne. Vê serpêhatiyê bandorek giran a psîkolojîk li ser wê hişt, ket rewşek depresyonê û dest bi vekişîna ji jiyana civakî kir, ji mirovan dûr ket û tenêtiyê tercîh kir. Pêwist e rayedar mekanîzmayên parastina qanûnî yên tavilê peyda bikin. Rêzgirtina ji bo jinan ne luks e, pêdiviyek şaristanî ye, bêyî wê tu civak nikare îdiaya pêşketinê bike. Tacîz ne tenê kiryarek takekesî ye, cureyek ji tacîza civakî ye."

'Ewlehiya jinan mafek bingehîn e'

Ji gotinên jinan wêneyek berfireh a rastiya destdirêjiyê derdikeve holê ku bi hezaran jin her roj, di nava bêdengiyek giran de dijîn. Gihîştina bi ewle ji bo jinan ne daxwazek duyemîn e lê mafek bingehîn e. Ji bo vê divê rê ji nû ve were xêzkirin, ne tenê bi otobusên zêdetir, bi hişmendiyeke civakî ku her cure zirarê red dike.