Rûken Nexede: Di nava şer û aloziyan de jin dikarin civaka demokratîk ava bikin
Endama Koordînasyona KJAR’ê Rûken Nexede got ku şerê DYE- Îsraîlê li dijî Îranê ji bo berjewendî û desthilatdariyê ye ne şerê jinan û civakê ye, şerê berjewendiyê ye û got jin dikarin bi rengê xwe civaka demokratîk ava bikin.
NERMÎN HISÊN
Navenda Nûçeyan – Êrîşên DYE- Îsraîlê li dijî Îranê hefteyek zêdetir e didomin. Wekî hemû şeran jin û civak dibin hedef. Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ango îro ew pirs tê hişê me: Di vê rewşê de jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çawa dikarin di nava van aloziyan de şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û xwerêxistinkirinê bidomînin û xwe ji berjewendiyên hegemonan biparêzin?
‘Niha li Rojhilata Navîn şerê berjewendiyan heye’
Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede têkildarî şerê niha li Rojhilatê Kurdistan û şerê di navbera DYE- Îsraîl û Îranê de nirxandin kir û got: “Ew şerê ku niha di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de derketiye, tevahî Rojhilata Navîn girtiye nava xwe. Em dikarin bibêjin şer bi temamî anîne Rojhilata Navîn. Niha li Rojhilata Navîn şerê berjewendiyan heye. Li Îranê şerê berjewendiyan heye. Şerê di navbera DYE- Îsraîl û Îranê de şerê berjewendiyên desthilatdariyê ye. Desthiladar ji bo berjewendiyên xwe yên aborî dixwazin gelek tiştan bi dest bixin. Ji bo parçekirina Rojhilata Navîn vî şerî dimeşînin. Rast e li Îranê Komara Îslama Îranê heye, ev 47 sal in hebû. Xamîneyê 47 salan tundî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir. Em dikarin bibêjin ku xwe bi rêxistinkirina hemû çiyayên xwe li Rojhilata Navîn tundiyê bi rêxistin kir. Niha em dikarin bibêjin ku hinceta wan hebûna Komara Îslamî ya Îranê ye. Em bi çavekî ku Komara Îslamê ya Îranê baş nanihêrin. Bi taybetî ger bi çavên jinan em lê binêrin. Nakokiyên di navbera Îran, Îsraîl û DYE’yê de bi salan e didomin. Ji hev xeberdar bûn. Her yek dibêje divê ez serdest bim û ez hebim. Hemû nakokî ji bo vê yekê ye; hewl dide li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke. Kî bikaribe bibe desthilatdar. Bi taybetî pergala hêza tundrew û hêza kuştin û dagirkirinê ku bi pêş xistine, bi taybetî Komara Îslamê ya Îranê û DYE li aliyê xwe, Îsraîl li aliyê xwe kî li herêmê bikaribe serweriya xwe û desthilatdariya xwe ava bike. Aboriya wê herêmê di destên wî de be, tevahî xelk di xizmeta wî de bin êdî di destên Îran, an DYE û Îsraîlê de bin. Lê belê ya ku niha tê dîtin, hemû hêz bûne yek û êrîşî Îranê dikin, ji bo bi xwe li Rojhilata Navîn bibin hêza sereke, ev jî mijareke girîng e.”
‘Ne şerê jinan û civakê ye şerê berjewendiyê ye’
Rûken Nexede wiha got: “Ger em bi çavên jinan lê binêrin, mijara desthilatdariyê mijareke mêrsalariyê ye. Di wir de jin nîn in. Ji ber wê ev şer, ne şerê jinan û civakê ye, di çarçoveya berjewendiyan de ye. Yên dibin hedef dîsa jin in. Jin ne xwedî desthilatdarî ne, tiştek divî şerî de behs bikin û beşdar bibin û bibin xwedî fikir nîn e. Jin û zarok dibin hedefên şer. Komara Îslamê ya Îranê neheqiyek mezin li civak û jinan kiriye. Bi taybetî bi zagonên xwe yên bi navê olî û mezheb û di bin navê zagona malbat û zewacê de bi tevahî astengiyan her dem êrîşî jinan kir. Rojeva wan jin bûn. Ji ber azadiya jinan û hebûna wan di civakê de weke rêberek, wek siyasetmedarek, wek xwedî biryar, Komara Îslamê ya Îranê ji bo xwe tunebûn didît. Komara Îslamê ev demek dirêj e li ser jinan siyaseta xwe ya tundrew dimeşîne, wêran kir, kuşt, darve kir û gelek bêrêziyan kir. Tevahî rê ji bo mêr û malbatan vekir. Di vê çarçoveyê de zagonan jî li ser kolekirin û tepisandina jinan bi sazûman dikir. Ji ber wê di kesayata jinan de tavahî civak rojane ji ber polîtîkayên Komara Îslamê ya Îranê hatin qetilkirin. Jin ji li dijî vê her dem têkoşiyan û şer kirin. Bi rastî berxwedan raber kirin. Êrîşan qebul nekirin.
‘Divê jin bi hebûn û çanda xwe li dijî van şeran xwe birêve bibin’
Li dijî vî şerê heyî, me weke KJAR di çarçoveya 8’ê Adarê de deklarasyonek amade kir û weşand ku jin çawa dikarin xwe bi rêxistin bikin. Jinên ku xwedî mîrasa 8’ê Adarê ne, di nava van şer û aloziyan de çawa xebat û çalakiyên xwe bi rêxistin bikin. Jin bi reng û xemla xwe dikarin bi her awayî çalakiyên 8’ê Adarê birêve bibin. Ji ber ku têkoşîna jinan li hemberî zihniyeta şerxwaz e. Li hemberî zîhniyeta şerxwaz an Komara Îslam an dewletên din xwe bi rêxistin bikin. Di nava deklerasyona KJAR’ê de hemû rênima hene.
Hemû nîşaneyên ku jin çawa yekîtiya xwe ava bikin û nava mala xwe bi rêxistin bikin hene. Divê jin bi hebûn û çanda xwe li dijî van şeran xwe bi rêve bibin. Nabin alîgirên tu şeran. Nifşê ciwanan birêxistin bikin, pêşengiyê ji wan re bikin. Jin dikarin di çarçoveya felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku KJAR pêşengiyê dike, ji nav vî şerî bi awayekî baş derbikevin. Ji ber ku niha dixwazin cehaletê ava bikin. Ev demek dirêj e cehaletê ava dikirin. Niha ger ji şer tênegihîjin dê di nav de bişewitin. Li ser herêmên Rojhilata Navîn bi taybet Îranê niha agir dibare. Li hemû cihan şer, lêdan û kuştin heye. Di nava şeran de wê serdest çawa bihuşta jinan ava bikin. Divê jin bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Jin bi xwe dikarin bibin hêz avakarên civaka demokratîk. Dizanin çawa ji nava koletiyê azad bibin, fikrek azad hebe û civakek hevbeş ava bikin. Bi taybetî dest bidin hev, jinên Kurdistanê yên xwedî KJAR’ê pêşengiya xebat û têkoşîna jinên Kurd in. Di heman demê de Tevgera Azadiyê xebatên jinên Îranê ne. Jinên Îranê ku nasnameya Fars, Azerî û Ereb in her neteweyek li îranê dijîn weke jin îro divê bi destên hev bigrin û yekîtiya xwe ava bikin. Şerê taybet heye, nabe bikevin nava vî şerê taybet. Jin hêza xwerêxistinkirinê ne, hêza îradeya azad in, hêza gotin û siyaseta rastkirinê ne. Divê xweparastin pêk bê, ev jî bi xwerêxistinkirinê dibe.”
‘Jin bi nêrîna xwe siyaseta demokratîk birêve dibin’
Endama Koordînasyona KJAR’ê Rûken Nexede di dawiya axaftina xwe de wiha got: “KJAR ji bo pêşengiya Îrana demokratîk, xwedî her cure alternatîfan e. Ji perwerdeyê heta tenduristî û parastina jinan, xwedî fikir û alternatîf e. Ji ber wê hemû xalên ku KJAR’ê behs kiriye, ji bo jin li tevahî Îranê ne tenê Rojhilatê Kurdistan çawa dikarin bibin xwedî nasnameya siyasî ji bo civakek demokratîk in. Li Îranê pirsgirêka nasameya siyasî ya jinan heye. Çawa bikaribin bibin xwedî biryar. Yek ji xalên sereke parastina jinan, nasnameya siyasî ye. Nêrîna jinan ji bo siyasetê gelek cuda ye, ji ber ku jin siyasetek demokratîk birêve dibin, berjewendî tê de nîn e ji bo civakê dixebitin. Her wiha siyaseta KJAR’ê ji bo yekîtî û parçenebûna Îranê ye. Îrana demokratîk ku hemû netewe bi rengê xwe tê de cih bigrin. Ew felsefeya ku em diparêzin, felsefeya azadî, felsefeya civaka aştî û demokratîk e. Ji ber wê em ji hemû jinên Îranê yên xwedî nasnameyên cuda re dibêjin; nasname tu caran nebûye asteng li pêşiya bihevrebûn û xebatê. Divê di çarçoveya Hevpeymaniya Civakê de xwe bi rêxistin bikin. Jinên Beluc qehreman in û li gel neteweyên din çend sal in têdikoşin. Bila dest bidin destên hev û di nava malên xwe de bi hev re bixebitin. Dikarin bibin xwedî nasnameyeke siyasî û rêveberiyek hevbeş, ji bo ku bikaribin xwe biparêzin. Ji bo parastina xwe divê ew girêdan hebe. Niha dem dema nîşandana hêz û îradeyê ye.”