Binesaziyên petrolê yên li Îranê bû hedefa êrîşan, fikara kêmbûna sotemeniyê
Di êrîşên hemwext ên li dijî herêmên Îranê de, depoyên petrolê yên li Tehran, Kerec û Şehrireyê bû hedefa êrîşên hewayî û ev yek fikarên ser kêmbûna sotemeniyê li Îranê zêde kir.
Navenda Nûçeyan – Êrîşên DYE - Îsraîlê li dijî Îranê bê navber didome. Di dewama êrîşên DYE - Îsraîlê li dijî Îranê de, sibeha Yekşemê 7’ê Adarê de, depoya petrolê ya Alborz û Tehranê bû hedefa êrîşan.
Li gorî nûçeya ku xwe dispêre, rojnameya Times of Israel, Hêzê Hewayê ya Îsraîl êrîşî binesaziya petrolê ya Tehranê kir, diyar kir ku ji dema êrîş destpê kirî heta niha ev êrîşa yekem li dijî bînesaziyên Îranê ye.
Ajansa Nûçeyan a Fars, ku girêdayî Muhafizên Şoreşê ragihand ku destpêkê de rafineriya Tehranê hatiye hedefgirtin. Lê Ajansa Nûçeyan a Mehr ev nûçe derewand û diyar kir ku êrîş li dijî depoyek a Perolê li nêzî rafîneriyê hatiye pêkanîn.
Depoyên petrolê bû hedef
Li gorî raporên hatine belavkirin, ‘Depoya Petrolê ya Şehran a Tehranê li Bulvara Kohsar a Cenatabad, Depoya Petrolê ya Aghdasiye li Sohanek, Tehran, Depoya Petrolê ya Kerec û Depoya Rafineriya Petrolê ya Şehrîray bûne hedefa êrîşan.
Di dîmenên hatine belavkirin de, nîşan dide ku agirê bi depoya petrolê ya Shahranê ketiye di astek mezin de belav bûye. Tê dîtin ku piştî tang teqiyan berhemên petrolê herikîne nav qenalan û agir belavî hemû qenalên li herêmê bûye.
Têkildarî ziyanan ti agahî nehate parvekirin
Heta niha, têkildarî ziyanên û windahiyên canî tu agahiyek nehatiye parvekirin. Lê belê fikarên kêmbûna sotemeniyê zêde bûne û berdevkê stasyona benzînê Reza Nawaz diyar kir ku sotemeniya têrê heye û di belavkirinê de ti kêmanî nîne. Riza Newzad her wiha da zanîn ku depoyên petrolê yên Alborz û Tehranê bûne hedefa êrîşan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ev tesîs Komara Îslama Îranê, wek navenda belavkirina sotemeniyên saziyên leşkerî bi kar dianî.
Balefirgeh bûn hedef
Hemwext êrîşên li dijî bînesaziyên petrolê, Balafirgeha Mehrabad û hin deverên Esfahanê bûn hedefa êrîşan. Rayedarên Îranê ragihandin ku çend kargehên hilberînê û Balafirgeha Esfahanê jî hatine hedefgirtin.
Dîmenên ku ji Balafirgeha Mehrabad hatine weşandin, nîşan didin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Balafirgeha Mehrabad a danê siharê roja Şemiyê de 17 balefir ziyan dîtine an jî bi temamî şewitîne.