Şeva 3’yê Tebaxê û saet 3 bû...

Nofê Telo ya ku şahidiya Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an kiriye bi van hevokan behsa wê rojê kir rû mane dike: “Me mirinê bi çavên serê xwe didît. Me didît zarok û kesên temenê wan mezin çawa ji tîna dimrin.”

RONAHÎ ZERDEŞT

Şeva 3’yê Tebaxê û saet 3’ê bû, xwînmijî û îxanetê berê xwe dabû Şengalê. Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê ku bi hezaran leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê kaşo ji bo parastinê li wir bûn, kir. Bi  hovîtiyeke mezin êrîşê xewn û xeyalên zarokên di xewnê de bûn, dikir. Yên ketin xefika mirinê yên ji mirinê filîtin xwe avêtin hembêza çiyayan.

Nofê Telo ji xelkê Girzerikê ye, Girzerika ku roja fermanê li ber xwe da û li pêş mirin û xiyanetê bû asteng. Nofaya ku şahida roja fermanê ye, ji me re qala hatina çeteyên DAIŞ’ê, bazdana li çiyayan û li wan çiyayan çawa zarokan ji tî û birçîna nefersa xwe ya dawî dan kir.

Girzerika ku li pêş mirin û îxanetê bû asteng

Nofê bi keser û êşa weke roja destpêka fermanê, dest bi axaftina xwe kir: “Demek bû em dizanibûn DAIŞ ketiye Tilefer û derdora wê. Di şeva 3’yê Tebaxa 2014’an de saet 3’yê şevê bû, dengê guleyan ji gundê Girzerikê hat. Zilam hemû çûn ber satira Girzerikê û heta saet 8’ê siherê şer di navbera çete û xelkê Girzerikê de berdewam kir. Wê şevê dema êrîşa çeteyan min ji hevjînê xwe re got ka em jî biçin lê wî got na. Lê me dît kesek li gund nemaye, milet hilkişiyaye çiyayan û em jî çûn. Em 18 rojan li çiyayên Şengalê man.”

Zarokên ku ji tîna dev û lêvên wan terikîn

Nofê bi malbata xwe û bi hezaran Êzidiyan re 18 rojan li çiya dimîne, heta hatina şervanên azadiyê. Şervanên azadiyê destpêkê avê didin wan, zarokên ku ji tîna dev û lêvên wan terikîne hene. Bi sedan zarok û mirovên temenê wan mezin ji tîna nefesa xwe ya dawî dan.

Nofa dema behsa hatina şervanên azadiyê û fedekariya wan dike tîne ziman ku hevokên wê weke kurteçîroka fedakarî û îxanetê ne û wiha dibêje: “Roja fermanê pêşmergeyan me di lepên çeteyan de hiştin û reviyan. Lê heval bi hawara me ve hatin, me parastin, av û xwarin dan me. Pîr û kalên me yên ku di geliyan de asê mabûn, girtin ser milên xwe û me ji mirinê rizgar kirin. Korîdora mirovî ji bo me vekirin. Bi qasî ku ferman û îxanet ji bîra me naçe, fedekariya hevalan jî ji bîra me naçe.”

Rêbirûmayîna bi mirinê re

Li gorî baweriyan Ezraîl di dema sekeratê de xwe nîşanî kesên ku li ber mirinê ne dide. Lê wê rojê Ezraîl ji bo kesên li ber sekeratê bûn nehat, ji bo kuştina xewn û xeyalan, ji bo tunekirina koka jiyanê hatibû. Wê rojê zihniyetên qirêj, zihniyeta dijminê kokê xwe kiribûn şûna Ezraîl. Wê rojê hemû zindiyan mirinê bi çavên xwe dîtibûn lê Şengalê bi vê mirinê re rûbirû mabûn. 

Nofê Telo jî bi van hevokan behsa mirina ku rû bi rû mane dike: “Me mirinê bi çavên serê xwe didît. Me didît zarok û kesên temenê wan mezin çawa ji tîna dimrin. Zarokên me di kela havînê de tî û birçî li ber rojê diman. Em bi rojan li çiyayan man. Em mirina xwe ji bîr dikin lê fermanê ji bîr nakin. Ew rojên nexweş tu carî ji ber çavên min naçin. Çi esîr û çi jî kuştiyên wê rojê tu carî ji bîr nakim.”

Vegera Şengalê

Nofê û malbata xwe piştî 19 rojan berê xwe didin başûrê Kurdistanê û 3 salan li wir dimînin. Lê piştî sê salan dîsa vedigerin cih û warên xwe yên qedîm Şengalê.

Ji bo vegera ser cih û warê xwe jî Nofê ev tişt anî ziman: “Divê em axa xwe biparêzin û nehêlin careke din tu ferman bi serê me de bê. Ne tenê di nava hêzên parastinê de em ê xwe biparêzin, em ê xwe di mala xwe de jî biparêzin û têbikoşin. Şehîdên me jî dê her dem di dilê me de bin û em ê her dem li ser şopa wan bin.”