Parka Kornîş bi destar kursî û maseyên darîn cihê ewlehiya jinan e
Jinên ku li Zirganê piştî rojeke tijî kar û bar berê xwe didin Parka Kornîş da ku enerjiya xwe ya pozîtîf kom bikin û enerjiya negatîf bavêjin, gotin ku park ji bo kombûna jin û zarokên keç, yek ji cîhên bi ewle ye.

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Li Zirganê gel ev bi salan e ku di nava êrîşên dewleta Tirk de liberxwe dide. Zarok, heta jin û extiyar, ji ber fikirandina şer, êrîş û hûrguliyên wê, di hewayeke wisa de dijîn ku hemû kêliyên jiyana wan şer û berxwedan be. Lê belê hebûna cihên giştî weke parkan, di warê başbûna derûnî de roleke erênî dilîze.
Destarê li parkê dîroka hatiye jibîrkirin bibîr dixe
Parka Kornîş a ku li qeraxa çemê Zirganê hatiye avakirin, ji gelek zarokên keç û jinan re bûye cihê bêhnvedanê. Li vê parkê destarê ku temenê wî hezaran sal e û heta serdema neolotîkê diçe, genim dihêre. Wek alaveke kevnar û ji şopa dîroka kevn mayî heye. Di daketina parkê de, mirov vê destara dîrokî dibîne. Destar rastî eleqeyek mezin ji xelkên ku tên parkê dibîne, her kes wêneyê wê dikşîne û wekî ku bûye beşek ji dîroka jibîrbûyî û derbasbûyî ye, heta niha dayîkên temenê wan mezin hewl didin vê çandê zindî bihêlin û van alavan biparêzin.
Gerandina destarê
Yên ku tên jî destarê careke digerînin. Gerandina destarê ne gerandineke normal e, gera li dîroka hatiye jibîrkirin û zindîkirina ruhê demê ye jî.
Kursî û maseyên ji daran
Her wiha ji daran kursî bi awayek wisa xweşik hatine çêkirin ku bala her kesên diçin parkê dikşînin. Her wiha kokên daran jî wekî bergeheke xweşik hatine birîn û danîn. Li ser wan jî alavên vexwarinê yên kevnar ku berê dayîkan pê av li ser serê xwe dianîn, hatine danîn.
Rûbera ewlehiyê ji jin û keçan re zêdetir dike
Parka Kornîş parkeke wisa ye ku bi bêhna xwezayê bi bêhna dar û giyayan kesên ku serdana wê dikin mest dike. Cihekî bi ewle ye ji bo jinan. Dikarin piştî rojeke tijî kar, xebat û westandinê bêhneke paqij bikşînin. Karê xwe yê roj û hefteyê parve bikin, pirsgirêkên ku derketine nîqaş bikin her wiha ji tecrubeyên hev jî sûdê bigrin. Wekî ku park dibe cihê kombûyîna jinên ku derûniya wan ji ber şer û krîzan zirar dîtiye. Park rûbera bi ewle ya jinan e, dikarin ji wir ji bo beşdarbûna nava civakê û têkoşîna li hemberî paşverûtiyên civakî zêde bikin.
Ji wan jinên ku serdana parkê dikin Semah Hemadî û Henan Xelîl, ji ajansa me re behsa parkê û encamên wê yên li ser jinan kirin.
Ji cotkar û karmendan re cihê valakirina enerjiyê ye
Semah Hemadî got ku pêwîstiya jinên cotkar û karmend û giştî civakê bi rûberên bi ewle heye ku di wir de enerjiya xwe ya negatîf vala bikin û wiha berdewam kir: “Ji bo jinên cotkar û jinên din hatina parkê di dema rozêrînê de pêwîstiyek e ku di nava rojê de enerjiya negatîf kom kiriye vala bike. Tiştê herî xweş di vê xwezayê de darên veguherandine kursiyan û rengekî cuda dane parkê. Li aliyekî din jî alavên kevnar ku beşek ji çanda civakî ne, hene. Gava em bergehên wiha di nava xwezayê de dibînin, aramiyeke hîn zêdetir hîs dikin û mejiyê me gerekê di nav dîroka me ya borî ya nû de çêdike.”
‘Cihên giştî ji jinên Sûriyeyê re qedexe dibin’
Semah Hemadî bal kişand ser jinên Sûriyeyê yên bi salan e bi êrîşên herî dijwar re rû bi rû dimînin û dijîn. Semah got ku jinan pir zirar dîtine û niha rastî zextên hinek komên çete tên û van zextan wiha anî ziman: “Ji ber ku jinên Sûriyeyê bi salan di nava êrîşan de ne, koçberî dîtine û di nava bûyerên giran re derbas bûne, êrîşên bi salan şopek xwe li ser tendirustiya wan a derûnî hiştiye. Niha jinên li Sûriyeyê ger bixwazin derkevin cihekî giştî divê cilên wan dirêj û girtî bin ev yek azadiya wan dixe xeterê û wan difetisîne. Mîna ku di navbera mal û parkê de tu ferqê nejî. Ev ferqa di navbera herêmên me û herêmên din ên Sûriyeyê de ye.
Em li vir bi awayekî azad digerin. Xweza li jinan nayê qedexekirin, berovajî wê dîtina xwezayê derûniya zarok jin û mêr û her kesê baş dike. Guhdarkirina muzîkê di nava xweşbûna xwezayê de hesteke xweş û bi bandor li ser giyanê me dike. Dengê top û balafiran vediguhere dengê muzîkê.”
‘Her der cîhê jinan e’
Henan Xelîl jî koçberek e ji gundê Dada Ebdal li Zirganê dijî, dibêje ku jin êdî di van demên dawî de wextê dibînin li hev kom dibin û wiha dawî li gotinu xwe tîne: “Piştî çend salên ji êrîş, qetilkirin û tirsê em jin careke din li hev kom dibin û çend kêliyan ji jiyanê ji xwe re didizin. Hebûna jinan li cem hev aramiyê tîne. Park cihê me ye jî cihê jinan e, ne tenê cihê mêran e. Divê ku kesên hê paşverûtiyê diparêzin, vê fêm bikin ku her der cihê jinan e. Mal ji jinan re ne girtîgeh e, park jî ne tenê cihê mêran e ji lewre em azadiya hev binpê nekin û ji hev re palpişt bin. Em hem kar dikin hem jî di demên qels, yên xwe de hêzê didin hev. Yên civakbûyînê çêdikin jixwe jin in.”