Mona Arafat hewl dide di nava xirbeyan de jiyanek nû ava bike
Mona Arafat a di nav xirbeyan de xwe bi hêviyan digre û bi zarokên xwe re xwe spartine mala xwe ya hatiye hilweşandin, dixwaze ku wek rojên berê di mala xwe de bi aramî bijî.

RAFÎZ ESLEEM
Xeza – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bê navber êrîşî Zîvala Xezayê dike. Malên ku li Zîvala Xezayê ji nîvê zêde hilweşiyane. Herêm hema bêje hemû vegeriya xirbeyan. Bi taybetî bi hezaran mirovên di avahiyên qatên wan zede de ne, bê mal mane. Gelek jin bi tirsa ku bana mala wan hilweşe, xwe dispêrin nav xirbeyan.
Mona Arafao, di xirbeya mala xwe ya hilweşiyayî de, tiştên ku jiyan kiriye ji ajansa me re vegot. Mona Arafat anî ziman ku li nêzî rojavayê bajêr, avahiyek sê qat hatiye bombekirin, rasterast berê xwe daye xirbeyan û ji ber keda xwe gelek êş dikşîne. Monaya ku ji bo avakirina avahiyê gelek tişt firotiye, da zanîn ku mala wan bi fuzeyek, bi erê re bûye yek û got: “Xeyalên min hilweşiyan. Avahî di nav çend çirkeyan de xirab bû. Li gel du zarokên xwe hemû biranînên min tune bûn.”
Ji mala wê tiştek nema
Mona Arafat diyar kir ku piştî ku neçar maye terka mala xwe bide, fêr bûye ku hilweşiyaye û wiha got: “Min digot ezê mala xwe xirab nebûyî bibînim. Lê dema min destpêkê dît bi saetan ez giriyam. Ne malek, ne cil, ne tiştek, ne jî mutfaq hebû, tiştek nemabû. Malên ji bombebaranê rizgar bûne, ji diziyê rizgar nebûn.”
Mona Arafat da zanîn ku hevjînê wê û komek hevalên wê xirbe paqij kirine û got ku piştî du mehan anîne halê ku xwe bispêrinê.
Jiyana di nava xirbeyan de
Mona Arafat a ku di nava xirbeyan de ji bo xwe qadeke jiyanê ava kiriye, da zanîn ku hê roja destpêkê bi fermana tehliyeyê ya Îsraîlê re hejiyane. Mona diyar kir ku wê kêliyê ji hevjînê xwe re gotiye: ‘Ezê di nava van xirbeyan de bimirim. Ez naxwazim cardin cîh biguherînim’ û wiha got: “Ji vê rewşê û ji mirinê revîn, ez bêzar bûme.” Jiyîna di nava xirbeyan de, gelek zor bû. Mona Arafat, fikara xwe ya ji ber tiştek bi ser zarokên wan de bikeve anî ziman û destnîşan kir ku ji ber vê fikarê, bi awayek sînordar destûr dide zarok tevbigerin. Ev rewş bû sedem ku hemû kes xwe ne di malê de, di girtîgehê de hîs bikin. Mona bilêv kir ku bê avî jî bi serê xwe pirsgirêkek e û got ku heta avê tînin malê, nîvê wê di rê de dirjînin.
Mirov neçar dimînin bijartinan bikin
Mona Arafat destnîşan kir ku bi taybetî dema ban dest bi hejînê dike, fêm dike ku êrîşên Îsraîlê nêz dibe û tirsa wê nayê veşartin. Difikire ku di germahiya dijwar a Tîrmehê de, di mala xwe de bimîne ewê baştir be. Malên ku li Xezayê nehatine xirabkirin jî kirêyên wan gelek zêde ne. Ev rewş Mona Arafat û gelek kesên din neçar dike ku alternatîfan ji xwe re hilbijêrin. Bi hezaran kes di nava xirbeyên malên xwe yên hilweşiyayî de ji bo xwe hewl didin jiyanek nû ava bikin.