Ji ber nebûna lênêrîna tenduristî êşa jinên seqet li Xezayê dijwartir dibe
Êşa jinên Xezayê yên ku ji ber şer birîndar bûne û lingên wan hatine qutkirin, ji ber nebûna lênêrîna tenduristî û rehabîlîtasyona psîkolojîk û civakî, girantir dibe.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Di konek biçûk a li derveyî kampeke penaberan a li navenda bajarê Xezayê de, Elfet Cumaa ya 30 salî li ser kursiyê xwe yê bi teker rûniştiye û bi bêdengiyek, li asîmanê gewr dinhêre ku xewnên wê bombebaran dike. Piştî ku hemû malbata xwe winda kir û lingê xwe yê rastê seqet ma, hewl dide ku tiştê ji xwe maye kom bike.
Di şeveke tarî ya Mijdara 2024'an de, dema ku tarîtî serdest bû, tirs û topbaran li hev ketin. Mala sê qatî ya malbata Cumaa ku li taxa Saftawî li bakur-rojavayê bajarê Xezayê ye, bêyî hişyariyek hate hedefgirtin. Elfet Cumaa bi dengê paramedikên ku hewl didan wê ji nav xirbeyan derxînin şiyar bû. Wê demê wê fêm nekir ku ew tenê sax maye.
Li beşa lezgîn a nexweşxaneya El-Şîfa, bijîşkan bê encam hewl didan ku lingê wê xilas bikin. Lê ji ber birîna Elfet Cumaa giran bû û rêgirî li ser wan hatibû ferzkirin, bijîşk neçar man ku lingê wê qut bikin, ji ber nebûna pêdîviyên tenduristî yên dermankirinê. Dibêje “Ez ji tirsa seqetiyê negiriyam, lê ji ber ku jiyana li Xezayê ji bo kesên saxlem bêrehm e, giriyam. Ez li ser hûrguliyên biçûk difikirîm, kî dê min veguhezîne ger hewce bike ku birînên min werin paqijkirin? Ez ê çawa li cîhek bijîm ku pêdiviyên herî kêm ji bo jiyanê tunene?”
Astengdariya Jinan li Xezayê rûyekî din ê şer e
Çîroka Elfet Cumaa yek ji hezaran jinan e ku ji ber şerê berdewam ê li Xezayê ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve seqet bûne. Li gor raporek ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Euro-Mediterranean ve di Hezîrana 2024'an de hatiye weşandin, hejmara jinên ku seqetiyên mayînde dijîn, tevî qutkirina lingan zêdetirî ji 370’yî derbas kiriye. Hin ji wan ji ber topbarana rasterast an jî ji ber nekarîna wergirtina dermankirina guncav lingên xwe winda kirine.
Li kêleka êşa fîzîkî, ev jin bi tecrîdeke civakî ya dijwar re rûbirû dimînin. Gelek kes hîs dikin ku ji ber qutkirinê jinbûna wan winda bûye. Hin malbat jinên birîndar ji çavan vedişêrin, hinên din jî birîndariyê bi windakirina derfetên zewac, kar û jiyana serbixwe ve girêdidin. Pêdîvî pir mezin in, lê destwerdan gelek sînordar û demkî ne. Di nav êşa jêkirinê û encamên wê yên psîkolojîk de jinên wek Elfet Cumaa hê jî li benda qebûlkirina tiştê bi serê wan hatine, disekinin.
‘Ev ne jiyan e, êşa dirêj e’
Piştî derketina ji nexweşxaneyê, Elfet Cumaa xwe bêmal, bê malbat û bê cih dît. Wê û xwişka wê ya zewicî xwe di konek de girtin. Elfet Cumaa wiha axivî: "Di konê de nepenîbûn tuneye. 15 kes di bin banekî konê de dijîn. Di nav tarîtî û tirsê de alîkariyê an jî kursiyê bi teker dixwazim. Heta xwînrijandin an jî guhertina birînekê jî derbasbûna riyên bi kavilan tijî û rêwîtiya dûr û dirêj hewce dike. Ev ne jiyan e, êşa dirêj e."
Êşa bê derman û çareserî
Li Xezayê êşa jinan di kêliya qutkirinê de bi dawî nabe. Ew dibe rêwîtiyek dirêj a paşguhkirin, tecrîd û dûrxistinê. Tevî ku bi mehan di ser birîndarbûna wê re derbas bûne jî, Elfet hê jî wesleyek protez nestendiye. Ji ber pergala tendrustiyê ya hilweşiyayî û dorpêçkirî, ne navendên rehabîlîtasyonê yên pispor, amûrên protez û ne jî lênihêrîna tenduristî ya domdar hene.