Peydakirina ar û daran ji jinên Xezayê re bûye kabûsek domdar
Jinên Xezayê rûbirû bi kêşeyan re dimînin. Herî zêde di warê peydakirina ar, pêxistina agir bi çopan û amadekirina xwarinê de zehmetiyan dikşînin. Her wiha peydakirina ar û daran bûye kabûsek ji jinan re.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Ji destpêka şerê sala 2023'yan vir ve, pêxistina agir ji bo çêkirina xwarinê û bidestxistina arê paqij û bikêrhatî ji bo jinên li Zîvala Xezayê fikareke domdar e. Jinan ji bo pêxistina agir plastîk, cil, çop û pirtûkên dibistanê dişewitandin û arê ku nava wê tije kêzik û kurmik bû paqij dikirin da ku zarokên xwe têr bikin.
Xwarinê bi bêhna plastîkê amade dikin
Xilûd Ebû Şerar yek ji wan jinan e ku ji ber krîza peydanekirina daran zehmetiyan kişandiye, vê yekê jî hiştiye ew cil, pêlav, pirtûkên dibistanê, pêlîstokên plastîk ên zarokan û çopên rojane bişewitîne. Hewldanên wê hemû tenê ji bo amadekirina taseke şorbe yan jî taseke ava germ ji bo çayek bê şekir e. Xilûd Ebû Şerar wiha dibêje: "Pêxistina agir ji bo me bûye kabûsek. Jehrên ku em dişewitînin dikevin nava pergala min a nefese, dibe sedema nexweşiya nefesê, serêşeke giran û sorbûna di çavan de. Bêhna plastîk û çopên ku em dişewitînin dikevin nava xwarinê ji ber vê gelek caran em nikarin xwarina xwe temam bikin. Rewşa min a tendirustiyê ji ber şewitandina çopan bi xeter bûye."
Ji ber şewitandina çopê nexweşî belav dibin
Tiştê ku rewşê xirabtir dike weke ku Xilûd Ebû Şerar diyar kir bihayê bilind ê çakmakê bû ku ji bo pêxistina agir dihat bikaranîn. Berê ew çend sent bû, ne çaryeka dolar bû lê îro 20 dolar e û wiha didomîne: "Ji ber vê ez li kampê li malbatek digerim ku jixwe xwarinê çêdike û li şûna wê tenûrên xwe datînim, an du dolar didim xwediyê firinê, yan jî bê xwarina pijandî yan ava germ dimînim da ku ji bo pitika xwe xwarinê amade bikim. Em bi hêvî ne ku rê bên vekirin û pêdiviyên jiyanê bikevin herêmê. Her wiha gaz jî pêwist e ji ber ku gelek buha ye û li herêmê nayê dîtin."
Madeyên hişber di nava ar de derdikevin
Meysaa Habûş der barê ar de wiha got: "Krîza ar pênc meh berê dest pê kiriye û piraniya malbatan nikarin ar hilînin, ji ber ku her kesê texmîn dikir agirbest dê çend mehan bidome. Di destpêka krîzê de malbatan arê xerabûyî yê bi kurmikan qirêj bûye ku dema dixwarin bi êşa zik diketin. Ev jî bû sedema kombûna bûyerên nexweşiya rûvî li navendên tendirustiyê bê derman dimînin. Ji ber buhabûna kîloya ar ku her kîloyek tenê 6 nanan çêdike têra me nake, em tenê bi nîskan debara xwe dikin. Piştî agirbestê ar di nava gel de peyda dibe lê mixabin di nav de hebên madeyên hişbir tên peydakirin. Hemû tûrên ar ên di dest me de vala bûne û em nikarin ên tijî jî bikirin ji ber madeyên hişbir di nav de hene. Zarokên me bi xelaya birçîbûnê re rûbirû dimînin."