Li Misrê karkerên çandiniyê bi mirinê re rûbirû dixebitin

Li Misrê karkerên jin ên çandiniyê, ji wesayîdên bê ewle bigre heta riyên xirabe, ji destdirêjiya li zeviyên ku dixebitin bigre heta gelek binpêkirin û rewşên bi xeter re rûbirû dimînin.

ESMA FETHÎ

Qahîre – Sibeheke bi aramî, piştî ku li gundê Kafr es-Sanabis 18 keçên ciwan ên di bihara temenê xwe de jiyana xwe ji dest dan, veguherî şînê. Ev keçên ciwan ên di nava rez de bixebitîn, dema ku derketin rê, di qezayê de jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer roja 27’ê Hezîranê qewimî. Mînîbuseke biçûk a ku karkerên jin ên çandiniyê tê de bûn, li kamyoneke ku barê giran tê de bû qelibî. Di qezayê de 18 jinên ciwan û ajokar jiyana xwe ji dest dan, 3 jin jî birîndar bûn. Xuya ye ku qezayên bi vî rengî ne yekem in, ne jî dê yên dawî bin.

Li Misrê karkerên çandiniyê, herî zêde jinên ciwan û jinên xizan in. Bi heqdestê rojane yê kêm, di bin mercên giran û zor de dixebitin. Ji parastina zagonî bêpar in. Ne temînata wan a tendirustiyê ne jî li dijî qezayên di dema kar de xwedî temînat in. Mûçeya herî kêm a ku hikûmetê diyar kiriye jî nadin wan. Çûyîna ji bo cihên kar jî her dem bi wesayîtên kevn û jihevdeketî, bê kontrol û yên ewlehiya wan tuneye dibe.

Xebata di nava zeviyan de zor û bi xeter e

Ji herêma El-Buxayrayê lêkolîner Ruqiye Tahir got ku jinên di karên çandiniyê de dixebitin, bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Ruqiye destnîşan kir ku ji bo xebatên wiha, ji ber ku tu mafên wan ên mîsogerkirî tunene, parastin jî tuneye û da zanîn ku riyên weke riya herêmî ya ku qezaya dawî lê çêbûye, gelek bi xeter in.

Rastî destdirêjiyê tên

Ruqiye Tahir diyar kir ku xebata di nava zeviyan de jixwe bi xeter e, dema ku jinên ciwan li herêmên darên fêkiyan tê de zêde ne dixebitin, bi awayê komî rastî êrîşên destdirêjî û binpêkirinan tên. Her wiha da zanîn ku bûyerên wiha ne îstîsnayî, her sal bi hezaran jin di riyan an jî li nava zeviyan de, bi rewşên bi vî rengî re rûbirû dimînin. Ruqiye Tahir wiha domand: “Sedema zêdebûna hejmara jinan a di karên wiha de ew e ku li gorî mêran ji sedî 50 kêmtir pere distînin. Ev yek jî dibe sedem ku xwediyên kar jinan tercîh bikin. Ev jin li cihên ku tuwalet lê tuneye dixebitin, cihekî ku cilên xwe lê biguherînin jî tuneye. Ji ber vê yekê rastî gelek binpêkirinan tên.”

Sibê zû berê xwe didin nava zeviyan

Ruqiye Tahir, got ku jinên li gundewaran dijîn û di karên zeviyan de dixebitin, li gorî mêran du qat zêdetir dixebitin û wiha got: “Beriya ku kesên malbatê ji xew şiyar bibin, ew jin radibin, karên mala xwe dikin, qût didin mirîşkan, şîrê ajalên xwe ji bo berheman amade dikin û dû re taştê çêdikin. Dû re jî diçe nava zeviyê bi hevjînê xwe re heta nîvro dixebite. Di navbera nîvro û esrê de vedigere mala xwe û di wê navberê de jî karên malê dike, firavînê amade dike, xwarinê dide ajalan. Mêr di wê demê de bêhna xwe vedide lê jin li malê jî nikare bêhna xwe bide. Piştî navberê careke din vedigere nava zeviyan, heta êvarê dixebite, bi hevjînê xwe re vedigere malê û karên mayî dike. Berhemên ji şîr amade dike, şîvê çêdike û heta ku hemû kesên li malê ne razên, dixebite. Ji bo hemû van karan, tu pere nastîne; hem karê malê hem jî karê li derve bi tena serê xwe dike.”

Karkeriya çandiniyê û hiqûq

Parêzer Heyam el-Ceneynî, got ku gekek jinên ciwan ên temenê wan ji aliyê zagonî ve di bin sînorê xebatê de ye dixebitin û da zanîn ku ev yek li dijî zagonan e. Heyam diyar kir ku di qezaya dawî de 18 keçên ku mirin, du ji wan temenê wan di bin vî sînorî de bûye.

Heyam el-Ceneynî got ku ew demek dirêj li herêmeke gundewar jiyaye, bi karkerên jin ên çandiniyê û înşaetê re hevdîtin kiriye. Heyam da zanîn ku ev jin ji ber ku di bazara kar de mûçeyê herî hindik distînin, nikarin daxwaza mafên xwe bikin. Her wiha bal kişand ku serlêdana dadgehê jî ji ber ku heta tu bêjî zor û pêvajoyeke tevlihev e, neçar dimînin serî ji wan binpêkirinan re bitewînin.

Heyam el-Ceneynî diyar kir ku ji bo karkerên jin mafên xwe biparêzin divê danegeh hebe. Heyam got ku lê bi piranî kesên bi rola ‘mutehîdan’ radibin, karkerên ciwan ên bi muçeyê kêm dixebitin tercîh dikin. Heyam li ser kapasîteya mînîbusan jî mînakeke ecêb da û got: “Li cihê kapasîteya 14 kesan 23 kes li wesayîdan siwar dibin, keçik gelek caran jî di riyên bi ax de bi kamyonan diçin û tên.”

Di riyên xeter de bi mûçeyek kêm xebata rojane

Jinên ku li ba kesên din rojane dixebitin jî di saetên sibehê yên zû de bi rê dikevin. Gelek ji wan ji 5 saetî zêdetir di riyan de dimînin. Ev jin tevahiya rojê hem di riyan de hem jî di mercên xirab û xeter de dixebitin.

Di du qezayên ku meha Nîsanê li Minyayê çêbûn de 10 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di Kanûna 2023'yan de 14 jinên karker ji ber ku kamyona tê de bûn qelibî, birîndar bûn. Di Îlona 2024'an de di qezayên li Benî Mazar û Fayumê de jin û zarok birîndar bûn. Tenê di sala 2016’an de 79 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan, 190 kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Navenda Axê ev bûyer heman sedemê nîşan didin: Wesayîdên bê ewlehî, zarokên ku bê parastin dixebitin, jinên ciwan û tunebûna kontrolê.

Daxwaza jinan: zagona nû ya kar bila bikeve meriyetê

Piştî qezaya dawî, gelek rêxistinên jinan, xwestin zagona nû ya kar, bi awayekî ku karkerên jin ên çandiniyê jî bigre nava xwe bikeve meriyetê, bi temamî were pêkanîn, pergaleke çûnhatinê di bin kontrola dewletê de were avakirin, karkeriya zarokan bi temamî were qedexekirin û ceza werin pêkanîn. Her wiha desteka aborî ji malbatan re were dayîn, polîtîkayên çandiniyê werin avakirin, rêxistinên jinan jî cihê xwe di vê pêvajoyê de bigrin.

Gotina dawî

Jinên ciwan ên ji “Menufiyeyê” tenê qurbanên qezayeke trafîkê nînin. Di nava pergaleke xebatê ya ku wan nas nake, otorîteyeke ku ewlehiya wan ji nedîtî ve tê û qurbanên civakeke ku hîn dîtina bedena jinên mirî yên li ser asfaltê dirêj bûne ne.