Emal Ammar a ji Xezayê: Xeza mala min e nikarim biterikînim

Rojnameger Emal Ammar roja ku keça xwe tîne dinê hevjînê wê yê rojnameger tê kuştin dibêje: “Ev mala min û cihê min e. Ez nikarim vê axê biterikînim. Ez nikarim ji bo xwarin û vexwarinê ber bi başûr ve biçim.”

NEXEM KERACÊ

Xeza – Rojnamevan Emal Ammar behsa trajediyeke wisa dike ku ji her tiştî wêdetir e. Dema wê zaroka xwe ya sêyemîn di saet nehê sibê de anî dinyayê, di odeyeke emeliyatê ya li Kompleksa Tendirustiyê ya El-Sehaba ya li bakurê Xezayê bi zorê bêhna xwe digirt. Bi êş û hilweşînê re şer dikir, li benda başbûnê bû. Piştî zayîneke dijwar, di nava mercên ku qet derfeta dermankirinê tunebû de ma.

'Ew li ser milan vegeriya ba min'

Emal Ammar bi dilek xemgînî wiha qala çîroka xwe kir: "Dema ku keça min hat dinyayê gelek kêfxweş bûm. Di nava tarîtiya ku em dijîn de, ew ji me re bû ronahî. Dema ku hevjînê min xwest şîraniyê bîne da ku rojbûna zaroka xwe pîroz bike, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat hedefgirtin û li ser milan vegeriya ba min. Tu carî wê kêliyê ji bîr nakim. Hevjînê min jî rojnamevan bû, hemû kêliyên şer û pevçûnan ji sala 2023'an ve dişopand û dengê heqîqetê radigihand."

'Birçîbûn ji koçberiyê çêtir e tarîtî ji dûrbûna ji kok û axa xwe bi rehmtir e'

Emal Ammar da zanîn ku ji destpêka kêliya şer ve ew li bakurê Xezayê bi malbata xwe re maye û hemû kêşe bi hev re derbas kirine. Emal wiha dibêje: "Biryara mayînê ne qehremanî bû lê ji ber bîranîna wî cihî bi zorê hat dayîn. Ev mala min û cihê min e. Ez nikarim vê axê biterikînim. Ez nikarim ji bo xwarin û vexwarinê ber bi başûr ve biçim. Ez bawer bûm ku ev ceribandin dê derbas bibe. Di nava rêgiriyê de li mala xwe min li ber xwe da. Ji bo çêkirina nan ji bo zarokên xwe, me xwarina ajalan dihêrandin û ji zarokên xwe re xwarin amade dikir. Ez poşman nebûm, ji ber ku birçîbûn ji koçberiyê hêsantir e û tarîtîi jî ji dûrbûna ji kok û axa xwe bi rehmtir e."

'Tevî kêşe û zehmetiyan hêvî xurtir bû'

Emal Ammar da zanîn ku di nava wê trajêdiya jiyanê û şerê diqewime de hîn bûye ku ducanî ye û got: “Ez ducanî bûm, di hundirê min de caneke din hebû. Ev yek ji me re bû hêviyek ku jiyanê tevî astengiyên wê bidomînin. Di nava êş û azarên ku me kişandin de agahiya hatina zarokek nû ji me re gelek bi wate bû. Vê agahiyê hêviya me ya jiyanê xurtir kir. Di nava xela, tunebûn, xizanî, tirs û nebûna pêdiviyên tendirustî de min hewl da ji bo zarokên xwe, jiyana xwe bidomînim. Ji ber rewşa min a tendirustiyê nebaş bû, neçar mam emeliyat bibim."

'Roja destpêka jiyana keça min roja dawiya jiyana bavê wê bû'

Emal Ammar diyar kir ku roja zaroka wê çêbûye, hevjînê wê hatiye kuştin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ez ê çawa ji zaroka re bibêjim roja destpêka jiyana te, roja dawî ya jiyana bavê te bû? Ez ê çawa jê re bibêjim ku hembêza wî dilsoziya jiyanê bû? Ji bilî jiyan, pêşeroj û xeyalên siberojeke din me tiştek nexwest. Gelo me çi kir ku ev tofan li serê me hat rakirin? Çima naxwazin em vê xewnê jî bibînin."