Ji bo vegotina serpêhatiyên zarokên xwe têdikoşe

Doha El-Saîfî ya Xezayî, diyar dike ku zarokên wê yên hatine kuştin tenê hejmar nîn in her yek ji wan xwedî jiyan û serpêhatiyek bûye û dibêje ku ew ji bo vegotina serpêhatiyên wan têdikoşe.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha didomin. Li Zîvala Xezayê heta niha bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, jiyan her roja diçe zortir dibe.

Rojnameger Duha El-Saîfî, dema ku di roja yekem a Cejna Remezana 2025’an de xwe amade dikir ji mala xwe derbikeve, nizanibû ku bi zarokên xwe re kêliyên dawî derbas dike.

Doha Al-Saîfî, di nava kavilên li Xezayê de bi dengekî şikestî behsa tiştên jiyane ji me re kir. Doha El-Saîfî diyar dike ku ew dizanibûne tu cih bi ewle nîn e lê dîsa jî ji bo ku zarokên xwe hinek rehet bike wan derxistiye derve û wiha dibêje: "Ez dizanibûm ku ewlehî tune ye lê ji ber min dixwest zarokên min hinek kêfxweş bibin, min tirsa xwe şikand. Min her dem ji xwe re digot, ger şansa kêfxweşiyek biçûk jî hebe, carek be jî bila bijîn. Di nava dengê bombebaran û çekan de me xwe ji bo cejnê amade kir. Tevî ku deqeya dawî em dudilî bûn jî me biskilêta kurê min ê biçûk Usame girt û ketin rê. Rê zor bû her der xirabe bû.”

‘Her tişt sekinî’

Doha El-Saîfî diyar dike ku bi çar zarokên xwe re çûye dibistana ku xwişka wê li bi cih bûye, cejna hev pîroz kirine û wiha didomîne: “Zarok bi kêfxweşî û bi dengekî bilind li bexçeyê dibistanê dikeniyan û dilîstin. Nizanibûm ku cara dawî ez zarokên xwe dibînim. Ji nişkave flaşek teqiya û dûre dengê teqîneke mezin hat. Wê demê her tişt sekinî. Min hîs kir ku tiştek min ji cihê min dikşîne lê min giraniya xwe hîs nedikir.”

Zarokên wê hemû mirin!

Di rapora rêxistinên mafên mirovan de hatibû diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de dibistanek hedef hatiye girtin. Doha Al-Saîfî di êrîşê de sê zarokên xwe yên bi navê Rîtal ê 13 salî Nûr a 10 salî û Usameyê 4 salî, xwişka xwe û sê keçên wê winda kir. Di kêliya teqînê de mezinbûna felaketê fam nekiribû. Piştî ku bîst roj li Nexweşxaneya Baptîst a Xezayê di komayê de ma û şiyar bû, xwe di navbera jiyan û mirinê de dît. Nikaribû biaxive, rûyê wê hemû birîndar bûbû, çeneya wê jêbûbû. Dengê kesên li derdora wê kêm dihat. Pirsên jê dihatin kirin pir kêm dibihîst digotin “Binêre Duha, me bibexşîne.” Bi zorê destê xwe livand û pirsa yekem li texteya biçûk wiha nivîsand: "Zarokên min baş in?" bersiveke kurt hat dayîn jê re gotin: "Bûn çûk niha di bihuştê de ne."

‘Mayîna li jiyanê berpirsyariyeke mezin e’

Doha Al-Saîfî bi awayê mûcîzewî ji mirinê rizgar bû. Bijîjkan gotin êdî nikaribe biaxive lê dengê wê jî dawiyê derket. Demek dirêj dengê wê derneket. Bi birandina di destê xwe de û şikestina gelek hestiyên xwe, birînên mezin girtibû. Bi dehan car emeliyat bû, hê jî pêdiviya wê bi dermankirinê heye.

Doha Al-Saîfî dibêje: "Mayîna li jiyanê rehetî nîn e, berpirsyariyeke giran e. Ji bo ez behsa zarokên xwe bikim û bibêjim ku ew tenê hejmarek di nûçeyan de hatine dayîn nîn in dijîm.”

Xeyalên wan bi cih nehatin

Zarokê wê yê 13 salî Seyfulheq bi awayê mûcîzewî ji komkujiyê rizgar bû. Di dema êrîşê de bi kurê xaltiya xwe re li bexçeyê dibistanê bû, tenê ji hinek aliyên xwe birîndar bû. Doha Al-Saîfî, li ser tiştên ku jiyane e wiha dibêje: "Zarokên me pir tişt nedixwestin. Tenê dixwestin hinek bilîzin, di ewlehiyê de bin û ji bo cejnê biçin derekê. Jiyana wan biçûk bû lê Îsraîlê bi bombebaranê xeyalên wan şikand.”

Doha Al-Saîfî, niha ji bo ku peywira xwe bîne bîra xwe tenê di awêneyê de li xwe dinêre.