Dunya Ferhan ruxmê şer û qeyranan jî xeyala xwe pêk anî
Dunya Ferhan, tevî dijwariyên qada rojnamegeriya werzîşê û tunebûna piştgiriyê, di welatekî ku şer û qeyranan li pey hev didomin de, dest bi rêwîtiya xwe ya rojnamegeriya werzîşê kir.

FATIMÊ REŞAD
Aden – Li Yemenê û bi taybetî li parêzgeha Adenê, hejmara rojnamevanên werzîşê yên jin kêm e. Civaka Yemenê xebat bi hev re ya jin û mêr napejirîne lê rojnamevan Dunya Husên Ferhan ji vê normê û li dijî nêrîna stereotîpîk a li ser jinan derket û ket qada rojnamegeriya werzîşê.
Rojnamevan Dunya Ferhan ji malbateke werzîşvan a li parêzgeha Adenê ya li başûrê Yemenê ye. Bav û birayê wê di klubeke werzîşê ya Yemenê de lîstikvan bûn, ji ber vê yekê wê jî berê xwe da vê qadê. Ji ber ku ew bi xwe jî carekê werzîşvan bû, ji ber şertên kesane dev ji werzîşê berda û paşê berê xwe da rojnamegeriya werzîşê.
'Xeyalên min rojnamegeriya werzîşî bû'
Dunya Ferhan, li ser jiyana xwe wiha dibêje: "Werzîş yek ji warên herî dijwar e lê bi saya mezinbûna min di malekee ku bi werzîşê re eleqedar bû de, ez fêrî bingeha werzîşê bûm. Bi vî rengî, min hemû termên werzîşê yên ku her roj li mala me tên bikaranîn fêm kir. Min rojnameyek Yemenî dişopand ku hemû bûyerên werzîşê radigihand. Min dixwest ji bo wê binivîsînim û bibim rojnamevanek werzîşê. Dema ku ketim zanîngehê, daxwaza min ew bû di rojnamegeriya werzîşê de pispor bibim. Mixabin werzîş ji ber şer xirab bû, bi giştî bi paş ket, vê yekê jî hişt ku hesabên xwe yên di vî warî de ji nû ve binirxînim."
'Ji lîstikvanên werzîşê gelek sûd girtin'
Dunya Ferhan qala xebatên xwe yên di warê rojnamegeriya werzîşê de kir û wiha axivî: "Min kanala xwe ya YouTube vekir û dest bi weşandina nûçeyên werzîşê û hevpeyvînên bi lîstikvanên jin û mêr re kir lê ji ber sedemên teknîkî min dev jê berda. Ez yekem nivîskara teza masterê di rojnamegeriya werzîşê de me. Min "Medyaya Werzîşê û Rola Wê di Aktîfkirina Werzîşên Herêmî de ya li paytexta Aden" wek sernavê teza xwe hilbijart. Dîtina referansan dijwar e lê têkiliyên bavê min bi lîstikvan, dilxwazên werzîşê û rojnamevanên werzîşê re ji bo min hêsan kir ku ez agahiyan bi dest bixim. Min ji zanîna wan a li ser dîroka werzîşê ya li Adenê, pirtûk û rojnameyên kevin ên ku ji serdema min teza xwe li ser nivîsandiye hene, sûd girt. Min di teza xwe de xelat girt û di heman warî de ji bo doktorayê xebitîm."
Werzîşa jinan şopand û belge kir
Dunya Ferhan, bal kişand ser girîngiya werzîşa jinan a li Yemenê û got: "Di warê werzîşa jinan de hebûnek heye lê kêm e û civak bi xwezayî piştgiriya beşdarbûna jinan a ji bo werzîşê nake. Werzîşa jinan li parêzgeha Adenê pir xurt bû lê niha qada werzîşê bi giştî kêm bûye. Ez bi riya Federasyona Werzîşê ya Jinan ji bo bi lîstikvanan hevpeyvînê bikim beşdarî şopandina bûyerên werzîşî ya jinan bûm. Beşdarî şopandina medyayê ya şandeya werzîşî ya ku çû Tûnis û Urdunê jî bûm. Lê şopandina werzîşa jinan berdewam nekirin. Ji ber ku ev qad bi şer û bûyerên wê re xirab bû. Şampiyoniyên werzîşî yên navneteweyî û navxweyî ji ber rewşa aborî ya ku em îro tê de dijîn li Yemenê winda bûn."