Gazên kîmyewî û jehrîn li Xezayê zirarê didin jinên ducanî
Pispor û bijîşka zayînê Haya Hîcazî da zanîn ku jinên li Xezayê ji ber kêmbûna derman û lênêrîna bijîşkî û ji ber bombeyên fosforê, kêmasiyên zarokanînê dijîn û got: "Gazên kîmyewî û jehrîn bandora xirab li tenduristiya mirovan dikin.”

REFÎF ISLÎM
Xeza – Di demên dawî de li Zîvala Xezayê ji ber dijwarbûna şer û zêdebûna gazên jehrîn ên ku jin û jinên ducanî pê re rûbirû dimînin, xetereyek ava dike. Dema ku zarok ji dayîk dibin nexweşiyên wek malformasyonên fetal pê re çêdibin. Ev gaz, pêşketina organên zarokan an jî fonksiyonên din ên girîng asteng dikin. Ji her 100 zayînan 25 pitik, bi malformasyonên fetal ên di nav xirabûna xizmetên bijîşkî de çêdibin.
Faktorên ku dibin sedema malformasyonên fetal
Pispor û bijîşka zayînê Haya Hîcazî dibêje ku malformasyonên fetal, pirsgirêkên ku di pitikan de ji kêliya jidayîkbûnê ve di avahiya yek an çend organên laş de xuya dibe ne. Haya Hîcazî diyar kir ku ev pirsgirêk dikarin werin dîtin an jî neyên dîtin, carnan jî piştî çend sal di ser jidayîkbûnê re derbas dibe xuya dibin. Haya Hîcazî wiha got: "Malformasyonên fetal di encama zewacên xizmên ku taybetmendiyên genetîkî yên mîrasî dihewînin de, enfeksiyonên wek rubella, rûbirûbûna bi faktorên derveyî yên wek fosfor, dûman, radyasyon û kîmyewiyan re, ku ev yek bi serê jinên li Zîvala Xezayê de hat, her wiha kêmbûna xurekê û nexwarina asîda folîk jî, çêdibin."
'Gazên kîmyewî û jehrîn bandorê li tenduristiya mirovan dikin'
Haya Hîcazî tekez kir ku kêmasiyên jidayikbûnê li deverên şer û pevçûnan zêde dibin û wiha axivî: "Di şerê berdewam ê li Zîvala Xezayê de, jin bi cûreyên kîmyewî û xazên jehrîn re rûbirû ne. Nebûna xwarin û pêvekên xwarinê yên têr, digel nebûna lênêrîn û şopandina bijîşkî ya berî û piştî ducaniyê jî, bûye sedema zêdebûna bûyerên kêmasiyên jidayîkbûnê. Di heman demê de ji ber ku hêzên Îsraîlê nahêlin pêdiviyên tenduristî wek derman ji herêmê re herin jî, ev yek bandorê li ser tenduristiya jinên ducanî dike. Kêmasiyên dil di nav kêmasiyên herî gelemperî yên li Xezayê de jî wek encama şerên ku qewimî ne, belav bûye."
Li Xezayê ducaniya jinan bûye karesatek
Haya Hîcazî di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku dayîk ji ber fikar, stres û tirsa berdewam êşan dikişînin û wiha bidawî kir: “Ji bo gelek jinan, ducaniya wan karesatek e û dibe sedem ku li navendên bijîşkî bigerin ku dikarin ultrasonên 3D û 4D bikşînin da ku anormaliyên zû tespît bikin. Jidayîkbûna zarokek bi seqetî, tê wateya derbaskirina piraniya jiyana wan di rûniştinên terapiyê de ku dikare xewn û zarokatiya wan têk bibe. Gelek jin ji tirsa mirina zarok an jidayîkbûna pitikek nexweş û deforme, zewacê nafikirin. Gelek ji wan ji tirsa vê xeyalê koçberiyê difikirin."