Şahida komkujiya cîhadîstan: Li peravên Sûriyeyê paqijiya etnîkî tê kirin
Jinek Elewî ku bûye şahida komkujiyên li herêmên peravê yên Sûriyeyê, tiştên hatine jiyîn mîna paqijiya etnîkî pênase kir. Bi vê şahidiya xwe trajediya bi hezaran jinên ku bûne qurbanên vê hovîtiyê raxist ber çavan.

AFRÎN NAVDAR
Hesekê – Piştî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) a cîhadîst rêveberî xist destên xwe, li Sûriyeyê cudakariya mezhebî û etnîkî kûr bû. Civakên Elewî û Durzî rastî binpêkirinên cidî hatin, civaka navneteweyî li hember vê rewşê bêdeng e.
Jinek ku li peravên Sûriyeyê dijî, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bûye şahida înfazên cîhadîstên HTŞ’ê ku li hemberî Elewiyan pêk anîne, talan, revandina mirovan û komkujiyan dîtiye.
Polîtîkayên xizaniyê yên rejîma Baasê li hember Elewiyan
Şahida bi navê F.B diyar kir ku di dema rejîma Baasê de şertên jiyan û aborî yên gel xirab bûne û wiha got: “Berî ku rejîma Baasê bikeve, li Sûriyeyê bi taybetî li herêmên peravê, rewşa aborî û civakî gelek xirab bû. Beşa gundewar bi zanebûn ji bajaran hatibû cudakirin, gelê gund di aliyê perwerde, aborî û civakî ve perîşan bûbûn. Rejîma Baasê ji bo ciwan debara jiyana xwe pêk bînin, neçar kiribûn beşdarî artêşa Sûriyeyê bibin, polîtîkaya leşkerkirinê dişopand. Hinek rayedarên hikûmetê, di nava civaka Elewî de jî rêbazên otorîter û zextên ku cudakariya çînî ava bike, li herêmê birêve dibirin. Van pergalan beşên xizan bi zanebûn xistin bin zextê. Dema rejîm hilweşiya ev kes ji welat reviyan, li pey wan tenê kesên xizan man. Barê herî zor ê demê, li ser milê vê beşê ma.”
Hêviyên windabûyî
F.B. zanî ziman ku bi hilweşîna rejîma Baasê re hêvî zêde bûne û wiha got: “Dema rejîma Baasê hilweşiya, li herêmên peravê, jiyan ji derfetan re girtî bû. Ketina rejîmê ji bo gel weke mûcîze bû. Me bawer kiribû ku wê riyên azadî û dahatê vebin. Bi dirûşma ‘Yekîtiya Sûriyeyê’ gel bi hêvî bûbû, civaka Elewî jî niyeta baş nîşan da û ji Sûriyeya azad bawer kiribû.”
‘Bi awayek hovane êrîş kirin’
F.B da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, gelek rastiyên ku li herêmên peravê çêbûn, hê nehatine gotin û wiha domand: “Li van herêman gel rastî binpêkirinên giran hat. Komên bi çek ên girêdayî HTŞ’ê şeveke herêm dorpêç kirin, bê serûber gule avêtin, bi ser malan de girtin. Bêyî cudahiya jin, zarok û pîran bi awayekî hovane êrîş dikirin. Di serdegirtinan de ji gel pirsa ‘tu çi yî?’ dikirin. Ango tu jî kijan mezhebê yî. Dema fêm dikirin ku ew Elewî ne, gotinên ku rûmetê dişkînin ji wan re digotin. Bi fermanên wek ‘xwe dirêj bike û bizire’ îradeya mirovan dişkandin. Yên vê fermanê pêk nedianîn dihatin kuştin. Cenazeyên wan bi rojan li ser axê diman, nêzbûna sekan jî bi gefan dihat astengkirin.”
Armanc paqijkirina etnîkî bû
F.B da zanîn ku armanca operasyonan ne ‘paqijkirina bermahiyên rejîmê’ paqijiya etnîkî bûye û wiha got: “Endamên HTŞ’ê bi îfadeyên weke kafir, biçûk dixistin. Di meha Remezanê de jî êrîşên xwe domandin. Karê dikirin çi bû? Kuştin, talan û belavkirina zimanê nefretê bû! Baweriya Elewî, dînek yek Xweda ye, xwe têkelî baweriyên din nake û rêzê li hemû dînan digre. Em gelek xweşbîn in li beramberî kesên din kîna me tuneye.”
Gelê peravê ewlehiya xwe winda kiriye
F.B destnîşan kir tiştê ku gelê peravê niha herî zêde kêmaniya wê hîs dike ewlehî ye û ev tişt gotin: “Li mala xwe jî aramiyê nabînin, dema derî lê dide tirsê hîs dikin. Hê bûyerên revandina jinan tên jiyîn. Jinên hatine revandin, dîmenên wan dikşînin, bi zorê beyanên derew nîşan didin û vê li ser medyaya dîjîtal bi awayê ku ‘bi daxwaza xwe reviyaye’ parve dikin.”
Jinên Elewî di çarçoveya fikrên teng de ne
F.B zexta HTŞ’ê li hemaberî jinan bi vî awayî anî ziman: “Jinên Elewî, li gorî fikrê radîkal wek bê dîn tên nirxandin û wek ganîmet tê dîtin. Li hinek herêman jin nikarin ji malên xwe derbikevin. Ev zext bandorê li jiyana jinan dike.”
F.B îşaret bi wê yekê kir ku şewatên daristanan ên li peravên Sûriyeyê, bi vê yekê ve girêdayî ne, zirarê didin xwezayê û gelan û got: “Me jî di van şewatan de bi awayekî madî zirarê dît. Ne madî ne jî manewî tezmînat nehat dayîn. Mal careke din nehatin avakirin, erazî ketin halê ku neyên bikaranîn. Sedema şewatan nehat eşkerekirin lê belê diyar e ku ev yek bi zanabûn e. Mudaxeleya şewatan bi derengî çêbû. Ev jî nîşaneya pirsê bi xwe re tîne.”
Civaka navneteweyî bêdeng e
F.B bêndegiya civaka navneteweyî li hemberî vê qirkirina li dijî Elewiyan tê kirin rexne kir û got: “Di destpêkê de hêviyek hebû lê belê tevî belge û rapor hene jî kesê mudaxele nekir. Dosya hatin girtin û tune hatin hesibandin. Ez bang li saziyên hiqûqî û mafên mirovan ên navneteweyî dikim ku erkên xwe pêk bînin û berpirsên van qirkirinan bên darizandin.”
‘Divê Sûriye bibe welatek ku hemû gel bi awayî demokratîk tê de bijîn’
F.B destnîşan kir ku divê li Sûriyeyê hemû bawerî û kombûn di bin sîwanek demokratîk de bijîn û got: “Bêyî kesên din em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Gelê Sûriyeyê di warê zanist, fikir û ehlaq de bi hêz e. Bingehên olî, kesayetî û ruhî, xurt in. Feraseta radîkal a HTŞ’ê wê Sûriyeyê neghîne aramiyê, nêzikatiyên hikûmeta demkî wê welat ber bi felaketê ve bibin.”