Şerê parvekiririnê yê nav lê nehatiye kirin lêgerîn û paradîgmaya çareseriyê - GOTAR
Şerên parvekirinên yên cîhanî, şerên hegemonyayê yên li Rojhilata Navîn û li dijî tundiya pergalî ya li ser jinan, avakirina civaka demokratîk, weke çareseriyeke bingehîn derdikeve pêş.
BÊRÎVAN ZÎLAN
Em di nava şerê cîhanê yê parvekirinê ku nav lê nehatiye kirin de ne. Şerên parvekirinê yên li cîhanê li gorî Şerê Yekemîn û yê duyemîn ji aliyê rêbaz ve qirêj, bê qural, bêsînor, xwe naspêre tu rêgezên axlaqî-siyasî-leşkerî belkî jî ji ber wê ye ku nav lê nayê kirin.
Qeyrana ku pergala desthilatdariya zilam di nav de ye dixwaze bi tundîa li dijî jinan û komkujî, qirkirina zarokan, qirkirina civakê û qirkirina jîngehê derbas bike. Têkoşîna kurewî û herêmî ya desthilatdariyê, dubendî, tifaq û şerên lokal ên bi hevsengiyên hêzê ve girêdayî û pevçûn rojeva siyasî diyar dikin, li hemberî wê, lêgerîna azadiyê û berxwedana gelan û jinan jî didome.
Di 27’ê Cotmehê de hilbijartinên giştî li Îsraîlê pêk hatin, di 3’yê Mijdarê de li DYE’yê hilbijartinên kongreyê pêk tên. Beriya van hilbijartinan an jî piştî wan îhtimala ku ji aliyê dasthilatdaran ve hamleyên teyisandina xwe li herêmê jî bike were pêkanîn tên nirxandin. Tam ji ber vê rewşê li gorî encamên muhtemel ên ku ji hilbijartinan derkeve dewletên herêmê jî demeke hemleyan pêk tînin an jî didin sekinandin. Heman dewlet li ser dosyayên cuda be jî bi hêzên kurewî yên bi hev re di nava dubendiyê de ne re dixebitin, di heman demê de dikevin nava hewldana girêdanên kûrkirinê.
Polîtîkayên aktorên weke DYE, Îsraîl, Îran, Tirkiye, Rusya û Çînê; hamleyên aborî, leşkerî û dîplomatîk ên welatên Kendavê, têkoşîna statuyê ya gelê Kurd, Filistîn û gelên din ên di vê rewşê de, lêgerîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê di heman serdema dîrokî û zemînê de tê jiyîn.
Çalakiyên ciwanan her diçe mezintir dibin
Li Fransayê protestoyên ku bi çalakiyên ciwanên lîseyê destpê kirin girseyî bûn û belavî hemû welat bûn. Li ser hedef û armanca çalakiyan li kolanan û di medyayê de manîpulasyon û provokasyon gelekî zêde hatibin kirin jî tê dîtin ku ji niha ve belavî welatên din ên Ewropayê jî bûye. Ger yên di bin barê pirsgirêkên civakî yên giranbûyî de diçewisin hemû bibin yek, xwe birêxistin bikin û bikevin nava tevgerê dê li hemberê wê tu desthilatdarî û pergal nikaribe xwe bigre. Bêguman rewşeke wisa dema ku gel-civak ji alternatîfeke bi hêz bawer bikin dikare gengaz be.
Ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û Kurd
Li Rojhilata Navîn, di têkoşîna bi hegemonyayê re bi îdiaya ku nexşerê ji nu de têne desgirtin şer tên kirin, dubendî li hemberî hev tûj dibin, tifaq bi hêz dibin an jî xirab dibin serdemeke wiha tê jiyîn. Hemû hêzên dewletan heta rêxistin li hemberî vê rewşê mecbûr dimînin pozîsyon bigrin.
Ji hevpeymana Qesra Şîrîn û vir ve ku birsgirêka Kurd bûye xwedî karekterê pirsgirêkeke herêmî; piştî sedsala dawî ya serdema Osmaniyan weke pirsgirêkek sereke ya dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê heya roja me ya îro hatiye. Bi ji nû ve xêzkirina sînoran re, Kurdistan di bin desthilatdariya çar netew dewletan de hat perçekirin. Kurd jî bi van dewletên ku xwedî karakterên dagirker, netewperest, mezhepger û faşist in re rastî polîtîkaya înkar, îmha, zext, îşkence, girtin, komkujiya fîzîkî, asîmîlasyona çandî, kanên aborî û talankirina ekolojiyê û rastî mudaxaleyên demografîk hatin.
Di serdemeke ku li Rojhilata Navîn li gorî nîzama hegemonyaya nû hevsengî tên avakirin, di gel ên ku bê statubuna Kurdan ji xwe re kirine stratejî; gelê Kurd nebe tê pejirandin ku çûyîna dizayneke nû wê nebe xwedî pêşerojeke bi îstîqrar. Ji ber ku bi pêşengiya PKK’ê û tevgera jinan di encama bedêlên mezin de gelê Kurd ji amûrbûyîna ku di navbera dewletan de weke kat dihat bikaranîn derketiye, bûye xwedî dînamîka bingehîn a siyasî û weke îrade bûye kirdeyeke ku nikare were paşguhkirin.
Di şerên hegemonyaya herêmî de rewşa Îranê
Piştî êrîşên 7’ê Cotmehê ku hêzên kurewî û hegemonyaya herêmî ji xwe re kirin hinceta şerê çewisandin û teslîmgirtinê di vê sala dawî de di wateya hejandina nîzama herêmê de bûyerên herî girîng ên qewimîn yek ji wan di 28’ê Sibatê de tengaviya ku DYE-Îsraîlê bi Îranê re jiyane, rasterast gihîşt asta şer. Li gel derbên cidî yên leşkerî û aborî yên ku Îranê xwarin êrîşîn bersivdayînê yên li dijî binesaziyên DYE’yê yên li herêmê û binesaziyên enerjiyê rê vekir ku şer li herêmê zêdetir belav bibe. Di 17’yê Hezîranê de agirbest fermî bûbe jî, Trump da diyarkirin ku agirbest di 8’ê Tîrmehê de bi dawî bûye. Di şerê DYE-Îsraîl û Îranê de di salên dawî de berjewendiyên hêzên hegemonîk ên ku li hev tên hene. Pêşbaziya wan û dubendiyên wan di encama têkiliyên desthilatdariyê de hemû şer û pevçûnên ku hatine destpêkirin de di rastiyê de kîjan hêz bi ser ketiye kîjan hêzê wenda kiriye ne diyar e. Piştî serdema du êrîşên mezin ên DYE-Îsraîlê di gel ku zirareke mezin daye binesaziyên Îranê yên leşkerî û aborî hat dîtin ku bi vê riyê nikare di demeke ku dixwaze de pergaleke siyasî ava bike. Ev şer hê bi dawî nebube jî rewşeke girîng e ku gavên piştî xwe jî diyar dike hatiye jiyîn. Ev hesabên desthilatdarî û mêtingeriyê û ev hemle weke her demê di dîrokê de û di roja me ya îro de jî ji bo jinan, derdorên baweriyan, ji bo nasnameyên etnîk şer, pevçûn tê wateya hilweşandin û xizaniyê.
Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya ku du sal in didome
Di rojeva Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de em di serdema li ser pêvajoya ku du salên xwe tije kirin nîqaşên hêdî bûye, sekiniye, cemidiye, qediya ye tên kirin re derbas dibin. Bêguman sedema sereke ya van nirxandinan; weke sermuzakerevan hê jî Rêber Apo nebûye xwedî mercên azad û xebatê. Dîsa ji ber îsrara rayedar û dewletê ya vê pêvajoya dîrokî di nava sînorên teng ên ewlekariyê de girtina dest û tengavkirinê tê. Ji sed salan zêdetir e ji aliyê pergala dewletê ve yên ne Tirk û ne sunî, komên etnîk û bawerî di bin zextan de tên girtin. Weke xeter tên pênasekirin û di komkujiyan re tên derbaskirin. Li gorî çerxa desthilatdarî û darazê weke ço tên bikaranîn. Xebatên çapemenî-weşanê ku ji bo lêgerîna heqîqetê ne hatine darizandin, tenê yên ku ‘dizanin bidizin’ di nava hebûnê de dijîn ên din hemû di bin krîza aborî de tên çewisandin, pergaleke antî demokratîk, jinan, zarokan, ciwanan û li ser xwezayê çerxa mêtingeriyê bi kar tîne ev avaniya dewletê arasteyî guherandin-veguherandinê bûyîn bêguman wê ne hêsan be. Rêber Apo bi pêşvebirina vê pêvajoyê re, hesabên AKP’ê yên li ser mayîna desthilatdariyê yên şexsî, malbatî û partî, xeyalên di asta dewletê de statukoya herêmî lawaz nebe û bûyîna hêza emperyal, di gel planên kurewî û herêmî yên qirêj û tam jî li hemberî wê di nava hewldana dîrokî ya li ser bingeha gelan bi destkeftî derxe de ye.
A di pêvajoyê de diyarker be hêza têkoşîna civakî ye
Gelê me bi awayekî berfireh li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakiyan li dar dixe. Lê em bihêlin derxistina ji pozîsyona rehînebûnê, hê ji bo weke îşaretê ku pêvajo bi tendurist dimeşe û ji civakîbuna pêvajoyê re xizmetê bike bi rojnamevan û şexsiyetan re hevdîtin nayê pêkanîn. Helwesta rast û niyeta desthilatdar û dewletê bi daxuyaniyên dide re li hev nake ev diyar e. Lê divê neyê jibîrkirin ku asta têkoşîna civakî wê diyarker be. Di vî alî de niyet ne pak û hedef ne aştî be jî têkoşîna ji bo pêvajo bigihîje aştî û civaka demokratîk, diyarker e.
Ger dewlet û desthilatdarî; li gorî statuya sermuzakerevan a Rêber Apo bi awayekî azad û wekhev mercên jiyan û xebatê ava neke, di statuya rehîngirtinê de îsrar bike û li ser bingeha demokratîkbûnê arasteyî guherandin-veguherandinê nebe vegera şer û pevçûna giran ne vebijêrkeke bê îmkan e. Yanî gengaz e ku rewşeke wisa were jiyîn. Ji bo ev vebijêrk ji holê rabe; ne bi desthilatdarî dev ji berjewendiyên xwe berde (ji xwe ev ne gengaz e) bi rêxistinkirina gel a komînalîst û bi hêzkirina parastina cewherî ev dikare gengaz bibe. Ji bo hemu beşan weke perspektîfa bingehîn tişta ku derdikeve holê; li ser bingeha komunan avakirina civaka demokratîk, ev weke tekane riya ku çarenusa civakê diyar bike xuya dike.
Pêşketinên ku li Rojava û Sûriyeyê çêdibin
Rejîma çete-cîhadîst a ku di encama plansaziya hevbeş a hêzên desthilatdar ên kurewî û herêmî de hat erkdarkirin wê du salên xwe tije bike. Ji ber karekterê vê rejîmê li Suriye û Rojava li cihê tengavî kêm bibe her diçe zêde dibe. Li şûna aloziya civakî, li gel aboriya hilweşiyaye van pirsgirêkan bi demokratîkbûnê, bi girtina dewlemendiyên etnîkî û bawerî, bi esasgirtina îradeya gel çareser bike, ber bi otorîterbûnê ve diçe. Bi zayendperestî, netewperestî û îstîsmara olî hewl dide xwe mayînde bike. Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku bi taybetî provakasyon û êrîşên li ser Rojava tên teşwîqkirin. Di vî zemînê ku planên ‘fetihkar’, dijminên jinan, qirker hebûna xwe didomîne de, bi feraseta netewa demokratîk û nêzikatiya wê, bi helwestên gelan û baweriyan dikin dijminên hev, li hemberî zimanê zayendperest, mezhebger, netewperest û van nêzikatiyan têkoşîn nebe, diyar e dê pêşî li van xeteran neyê girtin.
Di hedefa Îranê de jinên berxwedêr hene
Di pêşketinên li Rojhilata Navîn de yek ji qadên herî germ jî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Rejîma Îranê li hemberî gefên derve di serî de Kurd li dijî jinan, gelan û her kesê li ber xwe dide komkujî, zilm, îşkence, girtin û terora îdamê didomîne. Rejîma Îranê cara duyemîn cezayê îdamê da Werîşe Muradî. Ji du jinên şoreşger ên endamên KJAR’ê ku hatibun girtin tu agahî tune ye. Bi qasî li dijî jinên Kurd, li dijî jinên Ereb, Belûc, Azerî, Fars û Behayî yên ji baweriyên din jî ev rejîm xwedî karakterê faşîst e. Ji bo ser vê rastiyê bigre, li kolanan ji bo parastina rejîmê dîmenên perwerdeyên leşkerî yên jinan tên belavkirin. Di rastiyê de dewleta Îranê jinên li ber xwe didin û gelê Kurd ê rêxistinbûyî ji bo xwe weke xetera herî mezin dibîne. Sedema girtin, pêkanîna cezayê darvekirinê û operasyonên leşkerî ev e. Dîsa ji êrîşên bênavber li dijî rêxistinên Kurd ên li Başurê Kurdistanê bi cih bune tê fêmkirin. Dema ku rayedarên Îranê çûn Tirkiyeyê aqilekî çawa ji dewlet û desthiladariyê girtin em nizanin.
Hikumeta ku li Başûr nayê avakirin û nelihevkirinên heyî
Ji bo şerê li herêmê bi taybetî plansaziyê ji bo Îranê wê çawa sirayetî Iraqê bike, di vî alî de ji bo pevçûnan xwedî zemînekî vekiriye. Piştî ku Elî Zeydî hat hilbijartin yek ji mijarên ku girt rojeva xwe jî entegrasyona saziyên çekdar bû. Hinek avaniyan qebûl kiribin jî ji bo komên ku li dij derdikevin dîroka dawî weke meha Hezîrana 2027’an hatiye diyarkirin. Bi xwevekişandina DYE’yê ku dihat hêvîkirin hewldana hevsengiyên hundirîn ji nû ve bi teşedayînê tê dîtin. Di vê çarçoveyê de erkên rêveberiya Başur, bi nîqaşên sînorên erkên hikumeta navendî ji nû ve diyarkirinê re di pêvajoyeke ewqas krîtîk de li Başurê Kurdistanê hê jî avanekirina hikumetê bi xwe re xeterên cidî ava dike.
Li dijî bîrdoziyên faşîst netewa demokratîk
Li cîhanê jî lêgerînên ji bo mirovahî û xwezayê heta ji bo gerdûnê modela herî baş a jiyanê kîjan e zêde dibin. Bi kasî ku vebijerka sosyalîzmê xwe weke alternatîf dayne holê bi baldarî tê şopandin. Tam jî li vir paradîgmaya Rêber Apo ji bo pirsgirêkên kurewî dibe paradîgmaya çareseriyê. Weke modernîteya demokratîk, netewa demokratîk, sosyalîzma demokratîk gelek têgehan datîne holê. Li hemberî îdeolojiyên nijadperest, netewperest, mezhepgerî netewa demokratîk li ser bingeha rêgeza azadî û wekheviyê gel, bawerî, hemû nasnameyên cuda jiyana hevbeş-kolektîf-komunal îfade dike.
Kujerê kastîk û tundiya ku nayê dîtin
Roja 25’ê Mijdarê nêz dibe û hejmara jinên ku tên kuştin, bi awayekî xeternak zêde dibe. Ji bo jinan pêdiviya famkirina vê paradîgmayê her diçe zêdetir dibe. Di serdemeke ku rewş wisa ye de li cîhanê û herêmê qirkirina jinan, pênaseyên qirkirina jinan tenê weke tesbîtên îdeolojîk dimînin de, şêwazê girtina rojevê ya pirsgirêkan ji nû ve û pir alî girtina dest hewce dike. Bêguman, pênaseya pirsgirêkan lêgerîna çareseriyê û naverokê jî diyar dike. Pirsgirêk her diçe girantir dibe ji ber ku heqîqet tê berevajîkirin, hewldanên jinan ên parastina cewherî û têkoşîna wan a jiyanê bi berdewamî tê astengkirin. Tundîa fîzîkî ya şênber û êrîşên li hemberî jinan jî gelek caran tên veşartin, bi îstîsmara pergala kujerê kastîk a sosyolojîk, psîkolojîk û baweriyê, tundiyê kiriye weke çandeke ku nedîtbar kiriye.
Girîngiya çalakiyên ku li dijî komkujiyên li ser jinan tên lidarxistin
Di serî de dersa ku em ji xwendinên xwe yên dîrokê derxin ew e ku em desthilatdariyê, ji nêzikatiya li pirsgirêka jinan nas bikin. Polîtîkayên qirkirinê di her warê jiyanê de û di her kêliyê de bi awayekî piralî ketine meriyetê. Di vî alî de hişmendî û çanda zilamê desthilatdar kuştin, veguherandina zilam di têkoşîna li hemberî tundiyê de aliyekî gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de li Amedê li hemberî kuştina jinan cara yekemîn meşa zilaman pêk hat peyama ‘kuştina jinan ji bo me zilaman cihê şermê ye’ hat dayîn ev yek pir girîng bu. Li Amedê di gel ku wê 10 hefteyan bidome çalakiya Nobeta Jin, Edalet û Hafizayê li ser mijarê, hişmendî û hestiyariyê zêdetir dike. Di vî ali de ev çalakî wê vê hestiyariyê bide domandin, hişmendiya civakî bilind bike, pêşiya tundiyê bigre her xebateke bi vî awayî bi nirx e, bi wate ye û divê were mezinkirin.
Formulasyona Jin Jiyan Azadî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de diyar kir ku dê analîzên rovejî têr nekin. Her wiha dide zanîn ku di tevahiya dîrokê de tu rêber, filozof û ramyaran di warê pirsgirêka jinan de ewqas analîzên dîrokî, sosyolojik bi pêş nexistine. Bi wê yekê cudahiya wê ya di warê kûrbûna ramanî û felsefî de û bi terzê jiyana wî derketiye holê. Balê dikşîne ku sosyalîzm divê destpêkê ji pirsigrêka jinan re çareseriyê bidîta û bi formülasyona Jin, Jiyan Azadî cihê jinan ê divê di jiyanê de hebe pênase dike. Di vê serdema ku jin li her derê cîhanê bi dewletan, bi civaka ku zayendperestiyê teşe bûye û bi malbatan, desthilatdariya mêr re pirsgirêkên kûr û bingehîn dijîn de; nêzikahiya felsefî, bîrdozî û alternatîfa modela jiyanê gelek girîng e.