rojane
-

Li Sûdanê jin ji bo parastina ‘bazara jinan’ daketin qadan
Li bajarê Kassalaya Sûdanê, jinên ku li bazara xwe ya dîrokî bi firotina berhemên herêmî debara malbatên xwe dikin, li dijî biryara hilweşandina dikanên xwe xwepêşandanek aştiyane li dar xistin û xwestin biryar tavilê bê betalkirin.
-

Kongra Star: 4 salên ‘Jin Jiyan Azadî’ dîsa nîşan da ku zordarî nikare vîna gelan bişkîne
Di salvegera 4’emîn a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Kongra Star polîtîkayên zordar ên Îranê şermezar kir, ev dirûşme wekî felsefeya jiyana azad pênase kir û soz da ku ew ê têkoşîna jinan mezin bikin.
-

Dayîkên Aştiyê li Wanê: Divê hewldanên aştiyê bi ser bikevin
Merasîmên sersaxiyê yên li bajarê Wanê ku bi hezaran kes tevlî bûn bûn qada banga aştiyê. Dayîkên ku di serdanan de axivîn, bal kişandin ser berdêlên ku di têkoşînê de hatine dayîn û gotin: “Em serkeftina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dixwazin.”
-

-

Zeynep Erdem di salvegera şahadeta xwe de li Mexmûrê hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de şehîd bû hate bibîranîn.
-

Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re piştgiriya xwe bi Rojava re ragihand
Li Silêmaniyê, Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê peyman û mafên zimanê Kurdî binpê dike. Bereyê da xuyakirin ku gelê Kurd dê li hemberî her cure êrîş û ferzkirinan li ber xwe bide.
-

Li Xorasana Razavî qeyrana avê: Jiyana 261 hezar kesî girêdayî tankerên gerok e
Li 589 gundên seranserê Xorasana Razavî qeyrana avê kûr dibe; ava vexwarinê ya zêdetirî 261 hezar niştecihên gundan tenê bi rêya tankerên gerok tê dabînkirin.
-

Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî hat binçavkirin
Malbata rojnamevan Ayşe El-Majîdî ragihand ku keça wan ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye birin. Malbatê daxwaza eşkerekirina cihê wê, sedema binçavkirina wê û misogerkirina ewlehî û mafên wê yên yasayî kir.
-

Ji Partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî greva giştî ya 16’ê Îlonê bibin.
-

8 roj in şewata li daristanên Mahur Milatî yên Mamseniyê didome
Şewata ku li daristanên Mahur Milatî yên Mamseniyê derketibû, di roja 8'an de jî didome. Jîngehparêz dibêjin hezar Mirov û gelek hektar daristan wêran bûne, lê rayedar hêj amarên fermî nedane.
-

Li Venedîkê serkeftina dîrokî: May El-Touxy hêjayî xelata şêrê zêr hate dîtin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê, bi merasîmekê bi dawî bû. Fîlma "The Unknown Woman" bi xelata Şêrê Zêr û xelata lîstikvaniya herî baş re nîşanek li ser festîvalê hişt.
-

TAJÊ: Heman hişmendiya ku ferman li ser Şengalê pêkanî Jîna Emînî jî qetil kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di 4’emîn salvegera Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku divê li dijî pergala kujer eniya berxwedana hevpar a jinan bê xurtkirin.
-

Malbatên Havaranê: Em li dijî cezayên darvekirinê ne
Komek malbatên Havaranê li Îranê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan û destnîşan kirin ku ji ber êşa windakirina hezkiriyên xwe ew li dijî vê cezayî ne. Malbatan bi bîr xistin ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e.
-

Li dijî jinên ji hişê xwe astengdar tundiya zayendî
Bijîşk û lêkolînera tenduristiya civakî Sîmîn Kazemî encamên lêkolîneke li navendeke lênêrînê yê Îranê eşkere kir. Li gorî vê yekê, ji sedî 66 jinên ji hişê xwe astengdar rastî destdirêjiya zayendî hatine.
-

Lale Marzban di Festîvala Fîlman a Venedîkê de xelata lîstikvana herî baş girt
Lale Marzban, di beşa "Asoyan” ya 83’emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de hêjayî xelata Lîstikvana Herî Baş hate dîtin. Laleh Marzban, xelata xwe diyarî jinên Îranê kir.
-

Li Sariyeyê 3 jinên Bahayî bi kefalet hatin berdan
Sureyya Menuçehrzade, Faxîre Zahîdî û Şeyma Senaî yên ku endamên baweriya Bahayî ne, her yek bi danîna kefaleta 2 milyar tûmanî, ji girtîgeha Tirkela ya li Sariyeyê hatin berdan.
-

Li Yemenê zêdetirî 76 hezar kesî neçar man malên xwe biterikînin
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku ji ber gurbûna operasyonên leşkerî yên li Yemenê, zêdetirî 76 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. Rêxistinê hişyarî da ku heke şer dewam bike dê ev hejmar zêdetir bibe û banga vekirina korîdorên ewle kir.
-

Li Îranê krîza perwerdeyê gelek xwendekar ji xwendinê bêpar in
Cudakarî û newekheviya di pergala perwerdeya Îranê de ne tenê di navbera dibistanên taybet û yên dewletê de ye, her wiha li herêmên cuda jî kûr e. Sedemên wekî aborî, zayend û cihê rûniştinê vê valahiyê hîn mezintir dikin.
-

Li Efganistanê 21 milyon kes bi gefa bêaviyê re rûbirû ne
Ji ber hişkesaliyên dirêj, guherîna avhewayê û binesaziya qels li Efganistanê krîza avê digihîje asteke krîtîk. Bi mîlyonan kes ji bo pêdiviyên xwe yên rojane nikarin bigihîjin ava ewle.
-

Xwendekarên Îbn Ruşd li dijî biryara zimanê Kurdî derketin
Xwendekarên Dibistana Îbn Ruşd a li parêzgeha Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ji bo zimanê Kurdî daye derketin û daxuyaniyek dan. Xwendekaran daxwaza betalkirina biryarê û parastina mafê xwendinê bi zimanê dayîkê kirin.