‘El Nîno ji bo bi milyonan zarokan gef e’

Ji ber guherîna avhewayê û El Nîno ya ku bandora wê giran e, nîvê zarokên cîhanê di bin gefeke mezin de ne. UNICEF’ê ji bo pêşîgirtina keresateke mirovî banga destpêkirina xebatên lezgîn û proaktîf kir.

Navenda Nûçeyan – Zarok li çar aliyên cîhanê ji ber guherînên hewayê yên dijwar bi gefên nedîtî yên avhewayê re rû bi rû ne. Diyardeya El Nîno di pêşengiya krîzên ku rasterast tenduristiya bi milyonan zarokan tehdît dikin de ye û bandorên wê ji xirabûna jîngehê wêdetir diçin, bandorê li ser bingehên jiyana wan dike.

Analîzek vê dawiyê ku roja îro li ser malpera NY’ê ji aliyê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hat weşandin, nîşan dide ku diyardeya avhewayê ya El Nîno ku di salên 2026 û 2027’an de tê payîn, dibe ku bibe yek ji yên herî mezin ên ku heya niha hatine tomarkirin.

Hişyarî li ser encamên mirovî yên mezin tên kirin tê diyarkirin ku koçberiya berfireh, kêmbûna xwarinê, nebûna ava vexwarinê ya ewle, belavbûna nexweşiyên vegirtî, astengkirina perwerdeyê û zêdebûna barên aborî li ser malbatan dê bê xwe re bîne.

Bi milyonan zarok di xeterê de ne

Rêvebera Giştî ya UNICEF’ê Catherîne Russell diyar kir ku bandora El Nîno ji bûyerek hewayê ya demkî zêdetir e ji bo zarokan Û tekez kir ku ev yek dibe sedema zêdebûna rîskên rasterast li ser tenduristiya civakên pêşketî û banga çalakiya navneteweyî ya lezgîn kir da ku wan ji van bandorên pêşbînîkirî biparêzin. Li gorî amarên rêxistinê, belavbûna zarokên ku li seranserê cîhanê herî zêde ji xeterên avhewayê re rûbirû ne wiha ye: Asya û Pasîfîk li seranserê cîhanê xwedî hejmara herî zêde ne, bi qasî 190 milyon zarok, Afrîkaya Rojhilat û Başûr: 41 milyon zarok, Amerîkaya Latîn û Karayîb: 41 milyon zarok, Ewropa û Asyaya Navîn: 22 milyon zarok û Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur: Bi qasî 20 milyon zarok di xeterê de ne.

Rêxistinê diyar kir ku barana ne asayî ya zêde li Afrîkayê, bi taybetî li Somaliyê, dikare bibe sedema lehiyên ji nişka ve, belavbûna nexweşiyên ku bi avê tên vegirtin, astengiyên di perwerdeyê de û her wiha xeterên ji bo zarokan li welatên ku ji krîz û pevçûnan bi bandor bûne, yên wekî Efganistan û Çadê zêde bike.

Hişkesalî germahiya zêde û lehî gefê li jiyanê dixwin

Rêxistinê diyar kir ku bi qasî 1.1 milyar zarok ku nêzî nîvê zarokên cîhanê ne, bi sê xeterên avhewayê yên hevbeş re rûbirû ne. Hişkesalî, germahiya zêde û lehî jiyana van zarokan tehdit dike. Her wiha hat diyarkirin ku di navbera salên 2016 û 2023’yan de, karesatên têkildarî hewayê rojane zêdetirî 20,000 zarok bê cih hiştine û bûyerên avhewayê yên di sala 2025’an de perwerdeya bi qasî 171 milyon xwendekaran li çar aliyên cîhanê asteng kiriye û fikar hene ku ev hejmar ji ber El Nîno zêde bibin.

Rêxistinê tekez kir ku her dolarek ku ji bo kêmkirin û pêşîlêgirtina xetera karesatan tê veberhênan dikare heya 15 dolaran di lêçûnên vegerandinê de teseruf bike lê niha ji sedî yek jî kêmtir ji fonên alîkariya mirovî ji bo tedbîrên proaktîf tên veqetandin. Ji bexşvan û hevkarên xwe xwest ku beriya  hewcedarî zêde bibin tevbigerin, zû veberhênanê bikin, berxwedana civakan û karûbarên bingehîn ên li hemberî guherîna avhewayê xurt bikin û piştrast bikin ku alîkariya mirovî digihîje zarok û civakên bandordar.