Li Zahedanê jineke Belûc hat kuştin mala wê hat şewitandin

Di encama êrîşeke li dijî wesayîteke malbatekê de li navçeya Şandak a Zahedanê, jineke Belûc hat kuştin û du kes, ku zarokek jî di nav de bû, birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Tora Belgekirina Mafê Mirovan a Belûcistanê, di 2’ê Cotmehê de li navçeya Şandak a Zahedanê, di encama êrîşa hêzên çekdar a li dijî erebeyeke malbatekê de jinek Belûc hat kuştin; birayê wê û zarokekî 8 salî jî di bûyerê de birîndar bûn.

Ji heman malbatê kesek mir û du kes birîndar bûn

Di raporê de hat diyarkirin ku êrîşkaran çend roj şûnde êrîşî mala malbatê kirine û ew şewitandine. Nasnameya jina ku jiyana xwe ji dest da ‘Hasna Xanbarzehî’ ye. Kesên birîndar jî wekî ‘Hafiz Xanbarzehî’ û kurê wê yê 8 salî ‘Kamyar Xanbarzehî’ hatin tespîtkirin.

Tê gotin ku êrîşkaran berê bi hevjînê Hasna Xanbarzehî re nîqaş kirine. Li gorî agahiyan, ew kes roja Yekşemê, 4ê Cotmehê, çûne mala malbatê, ketine hundir û agir berdane malê.

Der barê rewşa tenduristiya kesên ku di dema êrîşê de di malê de bûn de tu agahiyên nû nehatine bidestxistin; der barê naskirin û girtina sûcdaran de jî hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.