rojane
-

ROJIN’ê daxwaza berdana rojnameger Heval Arslan kir
Komeleya Jinên Rojnamegerên Kurd (ROJIN), girtina pêşkêşvana Medya Haber TV’yê Heval Arslan şermezarkir û girtina wê şermezar kir û daxwaza ji rayedarên Belçîkayê kir ku dawî li vê neheqiyê bînin û demil dest berdin.
-

Talîban dermankirina jinan jî qedexe kir!
Rêveberiya Talîbanê, biryarekî nû girt û li parêzgeha Qendaharê ya başûrê Efganistanê li klînikên ku bîjîşkên diran ên mêr dixebitin, dermankirina jinan qedexe kir.
-

3 sal cezayê Rana Korkor hat erêkirin
Rana Korkor a jinekî di lêgerîna edaletê de ye, li ser medyaya dîjîtal ragihand ku cezayê wê yê 3 sal destpê kiriye.
-

TAJÊ: Rastî û tecrubeya Fermanê wê tu carî neyê jibîrkirin
TAJÊ li dijî gefên ku li ser Şengalê tê xwarin daxuyanî da û got ewê rastî û tecrubeya fermanê jibîr nekin û bang li hukmeta Iraqê kir ku helwesta xwe li beramberî Şengalê û civaka Êzidî biguhere û neyê lîstokên PDK û dijminatî bi civaka me re neke.
-

Li Xezayê hejmara miriyan bû 65 hezar û 502
Hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane di 24 saetan de bi 83 kesan gihîşt 65 hezar û 502’an.
-

TJA dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşek li dar bixe
TJA’yê ji bo meşa ku 1’ê Cotmehê li dar bixe daxuyaniyek da û got: “Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û rakirina astengiyên li pêşiya xwe bimeşin.”
-

Konferansa 4’ emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hat lidarxistin
Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jinê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna 600 delegeyan konferansa xwe ya 4’emîn li bajarê Hesekê li dar xist.
-

Girtiya siyasî Somaye Raşidî ji ber xemsariya girtîgehê jiyana xwe ji dest da
Girtiya siyasî Somaye Raşidî ku ji ber rewşa wê ya tendrustiyê xirab bû şandibûn nexweşxaneya Mofatteh Buramîn, piştî 11 rojên tedawiyê ji ber xemsariya rayedaran mir.
-

Ji fîlozofa Emerîkayî peyama ‘pêvajoya aştiyê’
Fîlozofa Emerîkayî Rebecca Goldstein, di peyama xwe ya ku ji DEM Partiyê re şand de li ser biryara feshkirina PKK’ê got: “Ev gaveke bi cesaret û îlham e, ji bo vê îhtîmala dîrokî veguhere rastiyê, gaveke bi hêvî ye.”
-

Beşdarên konferansa li Bexdayê: Jin êdî di pêvajoya biryargirtinê de jî hene
Jinên ku beşdarî 2’yemîn konferansa bi dirûşma ‘Jin hevkarên bingehîn ên pêşketinê ne’ ya li paytext Bexdaya Iraqê bûn, destnîşan kirin ku jin êdî di pêvajoyên biryargirtinê de jî cih digirin.
-

Derbarê mamosteya Bahbahanê Furûx Husrewî de biryara girtinê
Hat ragihandin ku ji aliyê 2’yemîn Şaxa Lêpirsînê ya Dozgeriya Komara Şoreşê ve der barê mamosteya dibistana seretayî Furûx Husrewî ya Bahbahanê de biryara girtinê hatiye girtin.
-

Rojnamevan Haval Arslan hat binçavkirin
Rojnamevan Haval Arslan, li qereqola li qereqola ku jê bangî wê hatibû kirin, hat binçavkirin û wê şandin navenda paşvevegerandinê.
-

‘Bi hezaran Îranî di nav de Warîşe Muradî bi darvekirinê re rûbirû ne’
Rêxistina Efûya Navneteweyî krîzeke girantir a derbarê cezayê darvekirinê li Îranê de eşkere kir û îdia kir ku bi hezaran kes ji ber tohmet û darizandinên neheq bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne.
-

Li gorî rapora NY’ê jinên Sûdanî ji xizmetên bingehîn bêpar in
Li gorî raporeke ku ji aliyê Yekîneya Jinan a NY’ê ve hatiye weşandin, ji çaran 3 jinên Sûdanî yên vegeriyane Xartûm, Kordofana Başûr û Cezîreyê, ji xizmetên bingehîn bêpar in.
-

'Konferansa Hevgirtina Jinan helwesta jinên Sûriyeyê diyar kir'
Beşdarên Konferansa Hevgirtina Jinan dan zanîn ku ji bo yekbûna têkoşîna jinan ji bo avakirina civakek demokratîk û exlaqî li ser bingeha prensîba ku azadiya jinan azadiya civakê ye pêdivî bi xebat û têkoşîneke xurtir heye.
-

‘Hilbijartinên li Sûriyeyê ne demokratîk ne jî rewa ye’
Endama Koordînasyona Kongra Star Fahîme Hamo, diyar kir ku hilbijartinên parlamentoyê hemû pêkhateyên civakê nagire nava xwe û ji ber vê yekê demokratîk nîn e.
-

Xwendekarên Kobanê: Xwendina bi zimanê dayîkê şansek pîroz e
Xwendekarên refa amadehî yên bajarê Kobanê bi coşeke mezin dest bi sala nû kirin. Xwendekarên ku ev 12 sal in bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin dibêjin ku “Xwendina bi ziman, çand û dîroka xwe şansekî pîroz û bi wate ye.”
-

Komîsyona Meclisê cara 12’yemîn civiya
Civîna 12’an a Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisa Tirkiyeyê bi dawî bû. Tê payin ku komîsyon hefteya bê li saziyên jin û ciwanan guhdarî bike, lê nehat diyarkirin dê kengî û kîjan saetê be.
-

Li Xezayê di 24 seatên dawî de 37 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku di 24 saetên dawî de 37 mirî û 175 birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.
-

Şandeya jinan bi partiyên siyasî re hat ba hev
Şandeya jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi partiyên siyasî yên Almanyayê re civiyan û rewşa Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên dagirkirî, peymana 10'ê Adarê û xurtkirina beşdariya jinên Sûrî ya di qada siyasî de hate nîqaş kirin.