Li başûrê Kurdistanê rojnamevanên jin zêdetir rastî zorî û astengiyan tên

Li gorî daneyên saziya parastina mafên rojnamevanan a bi navê Navenda Metro, di sala 2025’an de li başûrê Kurdistanê mafên 31 rojnamevanên jin hatine binpêkirin. Rojnamevan Şino Osman got ku “Rojnamevanên jin zêdetir rastî zorî û astengiyan tên.”

HÊLÎN EHMED 

Silêmanî- Tengkirina karê rojnamevaniyê li başûrê Kurdistan û li Iraqê, bi awayek sîstematîk di qadek bê ceza de tê meşandin. Rojnamevan tên qetilkirin, kamereyên wan li ber çavên wan tên şikandin, kel û pelên wan tên desteserkirin û destrêjî û tundî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li wan tê kirin. Ev jî, ji bo wan bûye kiryarek rojane. Nedayîna agahiyan û cûdahiya di nava dezgahên medyayê de, siyasetek desthilatê ya li gel degzahên din ên medyayê ne. Hemû ev tundî, zêdetir derxistina krîza rasteqîn a li serweriya zagon û mafê girtina agahiyan e. Li başûrê Kurdistanê ev binpêkirin, birînek kûr di nava xalên zagonê û pêkanînê de çêdike. Divê mafê rojnamevanan, mîna zagona rojnamegerî ya hejmar 35 a sala 2007’an bên parastin. Zagona hejmar 11 a sala 2013’an, zagona mafê bi destxistina agahiyan a mafê zanîna hemû kesan e, lê belê heta niha nehatiye pêkanîn.  

Rapora Navenda Metro 

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan dixebite, rapora rewşa azadiya rojnamevanan a li başûrê Kurdistanê ya sala 2025’an eşkere kir. Navendê diyar kir ku di sala 2025’an de 315 binpêkirin li hember 252 rojnamevan û dezgahên ragihandinê hatine kirin. Di raporê de hat gotin ku ji vana 74 bûyerên lêdan, êrîş, gef û heqaretê ne. Her wiha 53 bûyerên şikandin û desteserkirina kelûpelên rojnamevanî û 120 bûyerên rêgirî û cûdakariyê hebûn, bûyerek êrîşa bi dronê, bûyerek gulebarankirinê, sê bûyerên serdegirtina ofîsê û girtin, 52 binçavkirinên rojnamevanan, 7 êrîşên elektronîk û 4 bûyerên dagirtina forman hebûn. Têkildarî binpêkirin û astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin, rojnamevan Şîno Osman ji ajansa me re axivî. 

‘Wek jinên rojnamevan pêdiviya me bi piştevaniyê heye’ 

Şîno Osman diyar kir ku li başûrê Kurdistanê azadiya rojnamegeriyê hatiye sînordarkirin û rojnamevan ji bo aşkerakirini rastiyê, gelek zorî û astengiyan dibînin. Şîno ragihand ku di nav wan de rojnamevanên jin zêdetir rastî zorî û astengiyan tên û wiha got: “Hebûna jinan di karê rojnamevaniyê de, gelek giran dibe. Pirsgirêkên ku rojnamevanên jin dijîn, zêdetir e. Bi pirsgirêkên siyasî û şer re rûbirû dimînin. Ji ber bêaramî û rewşa şer, jin li tevahî aliyên Kurdistanê rastî tundiyê tên. Li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê her tim şer dişopînin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî jinên rojnamevan di çalakî û xwepêşandanan de ji bo gihandina peyaman dixebitin û jiyana wan dikeve xeterê. Tevî gihandina peyaman û rastiyan jî, hewl didin ku canê xwe biparêzin. Medyaya Kurd li hember karek giran û metirsî têdikoşe. Bi taybetî divê ji ber wê em rojnamevanên jin, hemû hevdu bigirin. Xala herî girîng a piştevaniyê, hevgirtin e. Ji ber wê, dema agahiya me ji rojnamevanên jin ên li Rojava di nava şer de ne tunebe û jiyana rojnamevanek li Rojhilat di nava xwepêşandana de, li Bakur di nava lêgerîna demokrasiyê de nebe, emê çawa bikarin xwedî lê derkevin. Li başûr jî em di nava ezmûnan de ne. Rojnamevanên jin di rewşek ku pêwîstiya me bi destekê heye de ne, ji bidestxistina destkeftiyek zêdetir divê em hemû beşdarî rewşê bibin.” 

‘Hê beşdariya jinan a ragihandinê sembolîke’ 

Şîno Osman destnîşan kir ku beşdarbûna jinan di ragihandinê de hê sembolîk e û wiha pê de çû: “Jin nikarin beşdarî diyarkirina polîtîka û stratejiyên saziyan bibin. Nikarin beşdarî cihê bandorker û rêveberiyê  bibin. Mînaka jinên bipêş ketine hene, lê belê sînorê jê re hatiye diyarkirin, ji wê zêdetir nikare sînor derbas bike. Ev jî sînorek ji bo hêza jinan e. Jin ji mêran zêdetir dixebitin û zêdetir dizanin, derfetên tevlîkirinê ji bo mêran hatiye dayîn. Heta niha jî di civaka Kurd de li hemû aliyan ne tenê başûr li hemû cihan beşdarkirina jinan di pileya duyem de tê dîtin. Beşek ji sedemên wê, ji ber urf û edetên heyî ye. Beşek din jî ew zagonên çanda siyasî û demokrasiya ku heye. Ev hemû piştevaniya jinan kêm kiriye, bi taybet di qada azadî ku mijara karê ragihandinê de ye.” 

‘Sînorên li pêşiya rojnamevanên jin siyasî ne’ 

Şîno Osman di dawiya axaftina xwe de li ser sînorên li ber rojnamevanên jin rawestiya û wiha got: “Her çiqas me got sînorên li ber rojnamevanên jin çandî be jî, têkilî bi fikrên siyasî ve heye. Medyaya başûrê Kurdistanê, medyaya siyasî ye. Ev jî bi fikrê partî û siyasetê ve girêdayî ye. Di dam û dezgahên ku rêve diçin de cihê jinê ne cihek bi hêz e. Ji ber di nava partî û aliyên siyasî de cihê jinê cihek lewaz e. Ev jî xwe dispêre wê desthilata bi hêz a mêr a di siyaseta niha heyî de ye. Mekanîzmayên rêveberiyê ji alyê vê hêzê ve tê teşekirin û bi beşdariya jinan a ji bo serkeftina xwe çarçove diyar dike. Ji ber wê siyasetê ger kêmaniya hevsengiyê hebe, bê guman ev jî di qada civakê û rewşenbiriyê de diteyîse ku medya herduyan jî digre nava xwe.”