Li Îranê rûyek din ê komkujiyê: Qedexeya tedawiyê ji bo bijîşk û hemşîreyan!

Di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de, ji bo gelek xwepêşanderên birîndar bûn, rêya tadwiyê bûye ‘belgeya sûc’, nexweşxane, personelên tenduristiyê û derman jî bûne amûra zextê.

NASIM EHMEDΠ

Kirmanşan- Di xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, hejmarek zêde ya xwepêşanderan di encama guleberdanan rasterast a hêzên ewlehiyê û îşkenceyan de jiyana xwe ji dest dane. Lê belê di dema xwepêşandanan de beşek zêde birîndar, îro mirinê ne re rûbirû ne, ji tirsa binçavkirin û girtinê, serî li navendên tenduristiyê nadin.  

Asta zêde ya birîndariyan û vegotinên malbatan ên veşartî mane 

Li gorî agahiyan, di van xwepêşandanan de zêdeyî 330 kes birîndar bûne. Li hemberî vê ger hejmarek zêde ya birîndarbûnên nehatine qeydgirtin bê nirxandin, hejmara rastîn dibe ku ji vêya gelek zêdetir be.  
Şerare T. ya ji Kirmanşaê, diyar kir ku di xwepêşandanan de kurê wê yê 15 salî birîndar bûye û got: “Kurê min bi guleyan birîndar bû, ji ber em ji jiyana wî bi fikar bûn, me ew li malê girt û me bi xwe tedawî kir. Min nehişt ku here dibistanê. Piştî hefteyek ji bo xwe veşêre min şand gund, lê belê ji ber em tirsiyan ku yek lê gilî bike, me bir cihek din. Di vê pêvajoyê de ji derveyî tirsa girtinê em bi enfektebûnê bi fikar ein. Bi derfetên herî sînordar, tenê bi alîkariya hemşireyên nas me tedawî kir. Qet emeliyat nebû. Ti çareyek din ji me re tunebû, ji ber dewlet merhemetê nake û em di tirsin ku jiyana wî bikeve xetereyê.” 

Nexweşxane, ji strageha tedawiyê bûye navenda binçavkirinan 

Revandina birîndaran ji nexweşxaneyê û girtina xebatkarên tednuristiyê ku alîkarî dide xwepêşanderan, di sicîla Komara Îslamê de xwedî paşerojek dirêj e. Di gelek bûyeran de hêzên ewlehiyê bi ser nexweşxaneyan de girtin û birîndar binçav kirin û birin girtîgehan.  

Li Kirmanşanê şahidekê diyar kir ku, keçek ku birîna wê giran ku di komayê de bû ji tedawiyê bê par hatiye hiştin, kesek din di dema emeliyatê de hatiye girtin. Ev revandin û astengiyên tedawiyê, rê li ber wê yekê vekir ku gelek birîndar di rewşa krîtîk de bi mirinê re têbikoşin.  

Înkara fermî û angaştên bi nakok ên wezareta tenduristiyê 

Tevî vê jî alîkarê berpirsê hemşîreyan ê wezareta Tenduristiyê Abba Abadî ev îdea kiribû: “Ger hun li navendek tenduristiyê serlêdan bikin û navê xwe bi awayek cûda qeyd bikin kes li we nagere, tenê ger hun sîgorti bikar bînin, piştrastkirina nasnameyê tê kirin.” 

Jixwe heman hikûmetê, ji bo tepesandina xwepêşandanan çekên şer, hêz û tundiya herî giran bi kar anî.  

Şahidiyên sivîl: eşkerekirina ‘xefika tedawiyê’ 

Aktivîsta sivîl Ferahnaz H bi van gotinan bertek nîşanî van angaştan da û got: “Hikûmetek ku xwepêşanderên bê çek, bi çekên şer dorpêç dike û di tepesîne, niha çawa dibe ku bi enfektbûna birîndaran re eleqeder dibe? Ev gotin ji derveyî xefika ku hê zêdetir kesan tesbît bike û bigre, ne tiştek din e. Qebulkirina nexweşxaneyê, girtina dermanan, emeliyat.. ji hemûyan re piştrastkirina nasnameyê lazim e. Ji ber vê ev pêşniyar an hewldana razandina mafên mirovan e an jî xefikek ji bo hê zêdetir girtinan e.” 

Serdegirtina nexweşxaneya Îlamê Îmam Humeynî: Binpêkirina aşkera ya mafên mirovan  

Di dema pevçûnên bi xwîn yên li navçeya Melekşahî ya Îlamê ya di 14’ê Çileyê de, gelek birîndar ji aliyê malbatên xwe ve birin nexweşxaneya Îlam Îmam Humeynî û xwe spartin wê derê. Lê belê Muhafizên Şoreşê û hêzên ewlehiyê nexweşxane dorpêç kir û bi çek û gazên dijwar ketin hundir, armanca wan girtina xwepêşanderên birîndar bû. Personelên tenduristiyê û birîndar hatin derbkirin, qadek tirsê hate avakirin. Ev dibe ku wek binpêkirina aşkera ya mafên mirovan were nirxandin. Bi siya van ceribandinan, nexweşxane ji bo birîndaran ne bi ewle ne.  

Zexta sîstematîk li dijî xebatkarên tenduristiyê û qedexeya alîkariyê 

Hemşireya nexweşxaneya Îmam Riza ya Kirmanşanê Roya A. wiha got: “Di destpêka xwepêşandanan de dema hejmara birîndaran zêde bû, nexweşxaneyê ji mere ragihand ku derveyî nexweşxaneyê bi awayek veşartî kesî tedawî nekin. Hate gotin ku li malê seromek asan û pansuman kirin jî qedexe ye. Berovajî wê rewşê ji saziyên jortir ên rayedar re werin gotin û wê ti destekê nedin nexweşxaneyê. Rênîşandana me ya kîjan derman werin girtin û birîn çawa were paqijkirin jî qedexe bû. Bijîşk ji tedawiya li malê hatin dûrxistin, berovajî hîşyarî hate dayîn ku wê ruxsata wan a pîşeyî îptal bikin an jî bi sûcdariya ‘hevkariya bi ên serhildan re dikin’ dosya werin vekirin.” 

Girtina bijîşkan: Sûcê tedawiyê 

Astengkirina xizmetdayîna tenduristiya birîndaran û zextên pêşîlêgirtina alîkariya xebatkarên tenduristiyê, jiyana gelek xwepêşanderan kir xetereyê. Li gel gef û hezmkirina derbarê bijîşk û hemşîreyan de, raporên derbarê di dema xwepêşandana de hejmarek zêde xwepêşander hatine girtin, hate weşandin.    


Dermanên di kontrola ewlehiyê de: Girtina rêyên dawî yên tedawiyê 

Çavkaniyên fermî diyar kirin ku her çiqas bê angaştin ku tu eleqeya girtinan bi tedawiyê re nebe jî, çavkaniyên mafê mirovan dan zanîn ku sedema wê ya bingehîn, alîkariya birîndaran e. Qedexeyên giran ên di xwegihandina tedawiyê de, hikûmetê dermanxane jî kirine bin zextê û firotina gelek berhemên tedawiyê û malzemeyên pansumanê qedexe kir.  

Riqiya ku li dermanxaneyek Peravaz a Kirmanşanê dixebite wiha got: “Çend roj piştî xwepêşandanan, wezareta tenduristiyê, xwest ku li dermanxaneyan dermanên bê recete û malzemeyên pansumanê neyên firotin. Berhemên wek Neosporin, gentamisin, mupirosin beriya xwepêşandanan serbest bû. Êdî ji bo kirînê reçeteya bijîşk û qeyda hejmara nasnameya netewî ya nexweşxaneyê tê xwestin. Sînordarkirin tenê bi pomatan ne sînordar e, malzemeyên pansumanê û serumên şûştinê jî hatiye kontrolkirin.” 

Birîna wek belgeyên sûc: Kurtasiya polîtîkaya zextê ye 

Qedexekirina gihandina malzemeyên bingehîn ên tibê û tedawiyê, bi angaştina hikûmetê ku xwepêşadanên birîndar teşwîqa serlêdanan navendên tenduristiyê bike, nakokiyek tê avakirin. Ev nîşan dide ku ev desteka di gotinê de, ji bo zêdetir kontol û zextê ye.  

Belgeyên heyî û di siya îstatîstîkên komkujiyê de, komara Îslamê dixwaze xwepêşanderên birîndar bike nava çerxa zexta xwe. Birîna ku divê were tedawîkirin, di çavê wan de belgeya sûc e. Divê baş nebe û neyê veşartin. Ji ber vê rêyên tedawiyê tên girtin, derman tên sînorkirin, amûrên pansumanê yên herî asan jî girêdayî kontrola ewlehiyê bûn.  

Lê belê ev zext bi astengkirina tadvwiyê sînordar nîne, bê baweriya li beramberî pergalên fermî kûr dike. Civakek ku ji bo bandajekê neçar dimîne astengiyan derbas bike, wê her demekê ev bi dawî bibe. Di van şertan de her astengkirin ne hêzê, lixwe mikurhatina tirsa ji gel e. Ji gelek ku birîndar jî be li ser piya ye.