Ji bo pêşketina piralî ya jinên Iraqî bernameya 'Taa Taqood'
Bernameya "Taa Taqood" a li Iraqê hatiye destpêkirin, jinan bi jêhatiyên lîdertî, ragihandin û çîrokbêjiyê bihêz dike û mîsoger dike ku di qadên civakî û siyasî de roleke çalaktir bigrin û projeyên bixin meriyetê.
RACA HAMID REŞÎD
Iraq- Rêvebera projeya "Taa Taqood”, bernameyek ku armanc dike rola jinan a di civakê de xurt bike û nifşek ji lîderên jin ên dikarin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên pêşketin û biryardayînê bibin ava bike, dan destpêkirin.
Bername, di 6 û 7’ê Sibatê de du rojan li hola Navenda Siyaseta Giştî ya Bexdayê hat berdewamkirin û bû gavek şênber ku armanc dike bi piştgiriya beşdariya wan a jiyana giştî, hebûna jinan a di pozîsyonên biryardayînê de xurt bike.
Dîrektora projeya "Taa Taqood" Şahd Al-Rubaieh, diyar kir armanc dike lîderên jin ên Iraqî bihêz bike û mîsoger bike ku di nava civakên xwe de biryarên bi bawerî û agahdar bidin. Bi bernameyê, armanc ew e ku bi riya rûniştinên hevbandorî û modelên rol ên îlhamdar balê bikşîne ser pêşxistina lîdertî, ragihandin, çîrokbêjî û jêhatiyên gotûbêjê yên bi bandor.
'Ji bo pêşerojek adilane û wekhev’
Şahd El-Rûbaiyeh, diyar kir ku bername armanc dike hebûna jinên Iraqî di qadên civakî û siyasî de xurt bike û wan ji bo guhertina civakî veguherîne hêzeke bi bandor. Şahd El-Rûbaiyeh got: “Di bernameyê de têgeha lîdertî, çavkaniyên lîdertî, cudahiya rêveberî û serokatiyê, taybetmendiyên lîderên serkeftî, berpirsyariyên lîdertiya tîmê, rolên lîdertî, cudahiyên zayendî û teoriyên lîdertiya îdarî yên nûjen hatin destgirtin.”
Ji bo jinan perwerde
Rûniştina duyemîn a bernameyê, ji aliyê profesora zanîngehê, rahênera sertîfîkayî û afrînera naverokê Kawthar Abdul Rahman ve hat pêşkêşkirin. Kawthar Ebdul Rahman, bal kişand ser girîngiya zekaya hestiyarî, ramana analîtîk û çalakiya biryardar a di lîdertî û ragihandinê de. Kawthar Ebdul Rahman, hêmanên ragihandinê yên bi bandor ên mîna zelaliya peyamê, guhdarîkirina çalak, zimanê laş û hilbijartina peyvan a guncaw û têgehên bingehîn ên îqnakirin û danûstandinê ji beşdaran re vegot.
'Xwedîbûna çîrokekî zelal pir girîng e'
Rûniştina sêyemîn ji aliyê Rêvebera Beşa Dar Al-Riwaq a li Navenda Siyaseta Giştî ya Riwaq a Bexdayê Sarah Sabah ve hate pêşkêşkirin. Sarah Sabah, behsa lîderan çawa dikarin çîrokbêjiyê ji bo îlham û motîvasyonê bikar bînin kir û destnîşan kir ku jin hewce ne ku vîzyon, armanc û ramanên xwe bi zelalî îfade bikin û çîrokên zelal ên ji pirsgirêkan re çareseriyan dibîne biafirînin. Sarah Sabah, bal kişand ser girîngiya ziman, amûr, tona deng, zimanê bedenê û helwestê ya di vegotinê de.
'Veguherînek erênî ku wê bandorê li kesên din bike'
Akademîsyen û rojnamevan Marîam Samîr jî tecrubeya xwe ya kesane û çîroka beşdarbûna xwe ya xebata civakî parve kir wiha got: "Jineke serketî destpêkê di nava malbatê de guhertinê dide destpêkirin û piştre bi rêbazên îqnakirin û dîplomatîk bandorê li kesên din dike û veguherînek erênî diafirîne."