Nifşê Z tevgerek civakî ya nû ye di têkoşînê de guherînê çêkir
Nifşê nû, bi şertên heyî re lihevhatî û bi awayekî rêxistinkirin hewl dide zemîneke nû ya têkoşîna ji bo mafên xwe ava bike.
Tûnis- Di roja duyem a Konferansa Tevgera Civaka Neteweyî ku ji aliyê Foruma Mafên civakî û aborî ya Tûnisê ve hat lidarxistin de, peyamên şoreşa nû ya ciwanên dinyayê û herêmê, ango ‘nifşê Z’, di asta xwecihî û kûrewî de îşaretên vegera têkoşîna rast girt dest û ev diyarde hat nîqaşkirin. Ceribandinên Tûnis, Mexrib û cîhana Ereb, di gelek aliyan de ji nêz ve têkiliya wan heye.
Di roja 7’ê Sibatê de di rûniştina duyem a konfernasê de, xebatên selekê nirxandin û rola aktorên siyasî û sivîl der barê firsendên heyî de çarçoveyek hat pêşkêşkirin.

Hilbijartina awayê çalakiyan
Aktivîsta sivîl Meryem es-Senusî diyar kir ku serkeftina protesto û çalakiyên civakî, girêdayî rêzek şertan e û got: “Ev şert destpêkê bi fêmkirina rast a nasnameyê, piştre awayê guncaw ê protestoyê û hilbijartina qadê destpê dike. Girîng e ku rola kesên tevgerên civakî bêhêvî kirine û beşdarî veguherandina takekesan ji bo pîvanên sade bûne, ji nedîtî ve neyê. Ev yek jî zihnê mirov li cihê rizgariyê vediguherîne qadeke ji bo hilberandina teslîmbûnê.”
‘Nifşê ku ji platformên medyaya dijîtal derketiye’
Meryem es-Senusî destnîşan kir ku Nifşê Z, komeke nakok û etnîkî ya cihêreng, hebûneke nerazî, çandî, civakî û çalak e. Ji rehma platformên medyaya dîjîtal derketine, bi awayekî rêxistinkirî ber bi cîhana rastîn ve belav bûye, bêyî girêdayî siyasî, partî yan rêxistinên ku wê temsîl bikin û got: “Bi awayekî bi rêk û pêk bûye jiyana rast. Ev yek bûye sedema formeke bêhempa ya tevlîbûna civakî ya taybet ji bo vê komê ku cudahiyek dide wê ku di nifşên din de nayê dîtin. Nifşê Z bi serkeftî têkoşîna xwe ya dîjîtal ji qada ekranan ber bi qadên rastiyê ve veguhestiye.” Meryem es-Senusî ezmûna Nepalê mînak da û îfade kir ku tê de çareseriyên pratîkî di nav 48 saetan de hatin bidestxistin ku serkeftina vê tevgera nû ya ciwan piştrast dike. Her wiha bal kişand ser ezmûna Mexribê û da zanîn ku ciwan li dora sloganek yekane û rasterast weke ‘tenduristî û perwerde’ bûne yek. Destnîşan kir ku ev nifş nifûsa xwecihî ya înternetê ye û mafên wê yê derketî ji qada dijîtal ku hawirdora wê ya yekem ava dike kok girtiye.
‘Çeka herî girîng a nifşê Z medyaya dîjîtal e’
Civaknas Xulûd ez-Zeydî da zanîn ku tevgera ‘li Gabesê qirêjiyê bisekinînin’ dengvedana di asta xwecihî û herîmê de ne tenê berhemê nifşê Z ye, komên ji temenê cuda jî beşdar bûne û got: “Ev tevger ji 2012’an ve heta niha, encama hişmendiya kom bûye. Di demên dawî de gelê wîlayeta Gabes, li dijî qirêjiya hawirdorê xwepêşandan li dar xistine, diyar kirin ku qirêjî gel dixeniqîne, li ser jin û zarokan bandorên giran dihêlin û rê li ber nexweşiyên penceşêrê vedike.”
‘Vê faktorê avabûna tevgerê destek kiriye’
Xulûd ez-Zeydî diyar kir ku ev tevgera aştiyane, yek jî tevgerên herî mezin ên Efrîqa û herêmê li dijî qirêjiyê ye û got: “Ev tevger ji aliyê ciwanan ve çarçoveya wê hatiye danîn û çeka herî bi hêz a nifşê Z ya di belavkirin û avakirina bandorê de ji hêza medyaya dîjîtal sûdê digre. Tevgera ‘qirêjiyê bisekinînin’ di sala 2012’an de piştî şoreşê şekil girtiye, dema derket holê, pergala firsendên siyasî, hebûna amûrên medyaya dîjîtal, nîqaşên di qada civakî de û faktorên weke azadiya îfadeyê rol lîstine. Ev faktor, avabûna tevgerê destek kiriye û ji pirsgirêka qirêjiyê re asteke sembolîk daye qezenckirin. Krîza qirêjiyê ya Gabes û pirsgirêka kompleksa kîmyayê beriya şoreşê di asta berfireh de nedihat zanîn lê belê bi derketina holê ya tevegrên civakê re, gefê li gelê wîlayetê xwarin û hemû kes ji vê pirsgirêkê agahdar e. Domandina tevgerê, bi saya avhewaya siyasî ku derfet ji bo xebatên rêxistinan nas dike, gengaz e, di heman demê de medyaya dîjîtal ev domandina ku agahiyê asan dike û pirsgirêkê vedibêje û analîz dike heyî dike xwedî dike.”
Xulûd ez-Zeydî herî dawî destnîşan kir ku medya di destekdayîna domandina tevgera ‘Li Gabesê qirêjiyê bisekinînin’ de roleke girîng lîstiye û da zanîn ku di bingehê zêdebûna bandorê û kûrbûna wê de rêxistinbûn heye û dema tevger vedigere çarçoveyek bi rêxistin, pirsgirêka qirêjiya hawirdorê ya Gabesê, bûye dozek ku sînorên xwecihî derbas dike û destekek berfireh qezenc kiriye.”