Fikarên derbarê rewşa aktîvîsta Yemenê Eşvak eş-Şemirî zêde dibe

Saziya Kesên hatine revandin û Esîrên Neteweyî, bi zorê windakirina aktivîst û akademîsyena Yemenî Eşvak Silêman eş-Şemirî ji aliyê Husiyan ve şermezar kir. Banga berdana hemû kesên hatine revandin li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir.

Navenda Nûçeyan – Saziya Kesên hatin revandin û Esîrên Neteweyî, 8’ê Sibatê bi daxuyaniyekê bi zorê revandina aktivîst û akademîsyena Yemenê Eşvak Silêman eş- Şemirî ku di meha Mijdarê de ji aliyê Husiyan ve hate revandin bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fikarên têkildarî ewlehî û jiyana Eşvak eş- Şemirî herku diçe zêde dibe.

Aktivîst Eşvak eş-Şemirî, di qadên akademîk û mafê mirovan de di xebite. Di avakirina hişmendiya derbarê girîngiya mafê bingehîn û perwerdê de bi sûde. Her wiha bi sekn û rexneyên ku li dijî binpêkirinên mafê aktivîst û akademîsyenan tê nasîn.

Ji roja hatî revandin heya niha xeber jê nayê girtin

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku hêzên leşkerî yên girêdayî Husiyan bi erebeyên zirxî û bi çek sibeha 25’ê Mijdara 2025’an bi ser mala Eşvak eş-Şemirî de girtin. Bêyî agahiyek fermî ya zagonî û sûcekê ew birin cihek ne dîyar. Ji wê rojê heta niha aqubeta wê nayê zanîn û ev rewş fikaran zêde dike. 

Di daxuyaniyê de ev pêkanîn wek binpêkirina herî giran a rûmeta mirovan û derveyî hiqûqa navneteweyî pênase kir. Hate destnîşankirin ku bi bikaranîna hêza leşkerî, tirsandina malbatan, binçavkirin û girtin bi awayek vekirî binpêkirina hemû destûrên bingehîn û prosedorên zagonîne.

Bang li civaka navneteweyî hate kirin

Di daxuyaniyê de banga mudaxeleya lezgîn li aliyên xwecihî û navneteweyî hate kirin û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û nûnerên taybet hate kirin ku zextê li Husiyan bikin da ku dawî li hedefgirtina akademîsyen, aktivîst û rêxistinên mafê mirovan binînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo akademîsyen Eşvak eş-Şemirî û hemû kesên bi zorê hatine revandin demildest û bê şert werin berdan gevên cidî bi avêjin.