Şandeya Kobanê daxwaza bicîhanîna xalên peymana Çileyê kir
Şandeyekî ji bajarê Kobanê, bi vexwendina fermî çû Helebê û der barê bicîhanîna peymana ku di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Demkî ya Sûriyê de hatiye îmzekirin de hevdîtinek berfireh pêkanî.
Kobanê – Wek gavek ji bo çareserkirina qeyrana mirovî ya li Kobanê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Firatê û lîderên bajêr çûn Helebê. Rojeva sereke ya civînê, girîngiya bicîhanîna bilez a peymana ku di 29’ê Çile de hatiye îmzekirin bû. Ji ber bicîhanîna hevpeymanê, wê rasterast bandorê li jiyana sivîlan bike.
Di 5’ê Sibatê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Firatê û Kobanê, serdanek fermî li Helebê kirin. Hevseroka Rêveberiya Xweser a Firatê û endama şandeyê Mizgîn Xelîl, destnîşan kir ku mijara herî girîng a civînê rakirina dorpêça li ser Kobanê bû.
Mizgîn Xelîl, da zanîn dorpêç bûye sedema qeyranên mirovî yên giran, qutbûna elektrîk, av, û pirsgirêkên dabînkirina xurek û dermanan. Mizgîn diyar kir ku divê peymana ji 2’ê Sibatê û vir ve dest bi pêkanînê bikira, lê heta niha tenê pêşveçûnek sînorkirî ku hinek hêzên ewlehiyê ketine gundên Şêx û Kaniya ya li rojavayê Kobanî û bi hêzên ewlehiyê yên navxweyî re avakirina xalên kontrolê yên hevbeş pêkhatiye.
Mizgîn Xelîl, diyar kir ku ji bo vegera ewle ya gundan komîteyek ji êlên eşîran hatiye avakirin û ji bo vegera gundiyan a ji bo malên xwe pêdivî lezkirina hewldanan heye.
Mizgîn Xelîl, destnîşan kir ku piştî hevdîtinê, girîngiya pêkanîna tevahî ya şertên peymanê hate teqez kirin û got ku divê pêkanîna peymanê di zûtirîn dem de dest pê bike. Mizgîn Xelîl, diyar kir ku ji bo serkeftina peymanê û misogerkirina ewlehî û aramiya gelê Sûriyeyê, divê kesên ku di peymanê de ne, berpirsiyariyê bigrin ser xwe.