rojane
-

Françoise Vergès: Li dijî planên emperyalîst alternatîfa yekane aştî ye
Zanyara siyasetê ya feminîst Françoise Vergès, piştgirî da banga Abdullah Ocalan, diyar kir ku gelên Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne û got: “Li dijî rewşa şerê domdar û planên emperyalîst ên hêzên cîhanî û herêmî, alternatîfa yekane ya rastîn aştî ye
-

Tulay Hatîmogûllari: Divê derfetên ku birêz Ocalan fikrên xwe parve bike bên avakirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Edeneyê bi welatiyan re civiya, wiha got: “Gel dixwaze mercên azad ji bo Abdullah Ocalan bên avakirin ku bi rehetî bixebite û fikrên xwe parve bike.”
-

SOHR: Ji ber bermahiyên şer 19 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê diyar kir ku di meha Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.
-

Sepideh Qolian: Em ê êdî tenê li ber xwe nedin, gavên ber bi pêş ve bavêjin
Girtiya siyasî ya berê Sepideh Qolian, piştî hat berdan li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal zextên pê re rû bi rû ma û sînordarkirinên li jinan vegot. Sepideh Qolian wiha got: "Em êdî qîma xwe tenê bi berxwedanê neynîn; em ê gavên ber bi pêş ve bavêjin."
-

Li Tûnisê li dijî dorpêç û qirkirina li Xezayê çalakî
Ji bo şermezarkirina dorpêça li ser Xezayê û piştevaniya bi gelê Filistînê re, li Tûnisê bi dirûşma ‘Qêrîna Mafdar a Filistînê’ li ber balyozxaneya DYA’yê çalakî hat lidarxistin.
-

Talîbanê cezayê qamçiyê li çar kesan birî
Dadgeha Bilind a Talîbanê li bajarên Baghlan û Ghazniyê cezayê qamçiyê li du mêr û du jinan birî.
-

TJA: Divê di pêvajoya nû ya destûrê de jin hebin
TJA'yê bi daxuyaniyek daxwaz kir ku di dema nivîsandina Destûra Nû de jin jî di komîsyonê de cih bigirin û bi gotinên: “Tevgera Jinan a Kurd xwedî bingeh e ku van nîqaşan birêve bibe” banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir.
-

Elaheh Fouladî ya nexweşa dil nayê tedawîkirin
Elaheh Fouladî ku li girtîgehe Qerçeka Tahranê dimîne û 8 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ruxmê nexweşiya dil pê re heye nayê tedawîkirin.
-

NADA li dijî komkujiyên DAIŞ’ê lêpirsîneke navneteweyî daxwaz kir
Hevpeymana (NADA) Ji bo trajediya ku li newala Xesfa ya Mûsilê di 2014'an de ji aliyê DAIŞ ve pêk hatine, banga lêpirsînek neteweyî û navneteweyî kir ku parastina mafên qurbaniyan û malbatên wan bên kirin.
-

Hûsî nahêlin jin tevlî Enstîtuya Daraza Bilind bibin
Hûsî bi gaveke ku bû sedema nîqaşan, polîtîkayên cudakar ên li dijî jinên Yemenî didomînin. Niha jî tevlîbûna Enstîtuya Daraza Bilind a li Sanayê ji bo jinan hat qedexekirin. Vê gavê weke gaveke paşverû ya li dijî rêgeza wekhevî û edaletê hat nirxandin.
-

Jîngeha Helebceyê di bin gefa qirêjbûna avhewayê de ye
Li gola Sîrwan a Helebceyê hejmarek zêde masî telef bûn. Dibêjin sedemêüa vê jî qirêjiya av û avhewayê ye û bi qirêjbûan avhewaya herêmê dibe ku gelek encamên wiha derbikevin. Ji bo lêkolînkirina wê jî lijneyek hat avakirin.
-

Li Xezayê 8 kesên din ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
Li Zîvala Xeza ku di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye, di nava 24 saetan de 8 kesên din ji birçînan re jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji ber xelayê jiyana xwe ji dest dane giha 281’an.
-

Li Mexribê jin li ser dika şanoyê li dijî pêşdaraziyan têdikoşin
Mamosteya şanoyê ya ji Mexribê Leyla Naxilî, diyar kir ku jinên şanoger, bi kêmasiya piştgiriyê, pêşdaraziyên civakî û rastiyên civakê re têdiklşin û da zanîn ku şano ji bo guherîn û hayjêbûna civakî dikare bibe platformek.
-

Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga “Têkoşîna Rojnamegerên a Jin ji bo Rastiyê” hat weşandin.
-

‘Divê hevpeymana civakî li tevahî Sûriyeyê esas bê girtin’
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hisaf, xwest li herêmên Sûriyeyê peymana civakî were nivîsandin û bal kişand ku divê jin hem di nivîsandinê hem jî di pêkanîna peymanê de cih bigrin.
-

Jinên Amedî: Ger ji dil bin bila destpêkê girtiyan berdin
Me ji jinên Amedê pirsa bendewariyên wan ên ji pêvajoyê kir û dayikên ku zarokên wan tevlî têkoşîna azadiyê bûne, girîngiya bi dawîbûna şer gotin “Ez dixwazim serê xwe daynim ser milê zaroka xwe ya ku hesreta wê mame û wisa bêhnê bigrim.”
-

Jin çawa li êrîşên HTŞ’ê li ser qada hunerê dinêrin?
Rêveber û xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn polîtîkayên HTŞ’a cîhadîst ên li dijî huner û hunermedan nirxandin, gotin ku ger çêkirina bedena tazî di qada hunerê de qedexe be wê nîşandana anatomiya bedena jinek qedexe bikin.
-

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîr anîn
Merasîma salvegera şehadeta rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi beşdariya malbat, hevrê, hempîşeyên wan û welatparêzan hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandin û bicihanîna xeyalên şehîdan hate dayîn.
-

Li Qamişlo ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê panel
Mala Jin a Kantona Cizîrê bi hevkariya Meclisa Edaleta Jin û Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, panelek li dar xist. Di panelê de jin li hev civiyan û pirsgirêkên xwe û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.
-

Suweydayî ji bo kesên ku hatine revandin daketin qadan
Gelê Suweydayê, bi daxwaza berdana kesên hatine revandin kirin li Qada Karama xwepêşandanek li dar xistin û diyar kirin ku wekî rehîne girtina kesên hatine revandin, tê wateya ku hemû hewildanên siyasî û mirovî netêrkêr in.