rojane
-

Meclisa Jin a PYD: Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e
Meclisa Jin a PYD’ê têkildarî kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin’ daxuyaniyek da. Jinan gotin “Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e” û anîn ziman ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
-

Rojnamevanên li Xezayê qetilkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin
Li Xezayê bi dehan rojnamevan û nûnerên rêxistinên medyayê qetilkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin û daxwaza parastinê kirin. Xebatkarên çapemeniyê, diyar kirin ku ragihandina heqîqetê bûye xetereyek rojane ku gef li jiyanê dixwe.
-

KJK: Divê operasyonên leşkerî yên li Xezayê rawestin
Koordînasyona KJK’ê, daxuyaniyek weşand û bi van gotinan bang li hikûmeta Îsraîlê kir: "Ji bo çareseriya mayînde, divê operasyonên leşkerî yên li Xezayê rawestin û pêvajoyeke çareseriya aştiyane têkeve dewrê.”
-

'Qeyrana avê li Tûnisê bû mijara sereke ya çalakiyên jîngehê'
Tûnisê, di 6 mehên ewil a sala 2025’an de ji ber bilindbûna germahiyê û kûrbûna qeyranên jîngehê, şahidiya pêlek mezin a xwepêşandanên gel kir. Di van xwepêşandanan de daxwaza sereke xwegihandina ava vexwarinê ya paqij bû.
-

Li Bexdayê têkildarî edaleta civakî komxebata jinan
Ji aliyê Yekîtîya Jinên Iraqê ve bi hevkariya Tora Jinên Iraqê, bi armanca zêdekirina beşdariya jinan a siyasî û çalakkirina rola jinan a di pêvajoyên hilbijartinê de, di navbera namzetên parlementerên jin û gel de li Bexdayê komxebat hate li dar xistin.
-

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a li Qoserê di hevdîtina gel de axivî, got,“Em îro di pêvajoya destpêkeke nû de ne” û diyar kir divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bên başkirin.
-

Li Tirkiyeyê sûcên zayendî yê li hember zarokan zêde dibe
Rapora Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan û Îhmalkirinê, nîşan dide ku li Tirkiyeyê sûcên cinsî yên li dijî zarokan zêde dibin, bûyerên ensestê veşartî dimînin û hawîrdora malbatê faktora herî mezin a rîskê ye.
-

Tevgera Şemiya Mor: Têkiliyên bi Talîbanê re rawakirina zextên li ser jinan e
Tevgera Şemiya Mor, bertek nîşanî têkiliyên veşartî yên hin welatên Ewropayê yên bi Talîbanê re da û diyar kir ku asayîkirina têkiliyan bi vê komê re tê wateya paşguhkirina dengên jinan ên hatine bêdeng kirin.
-

Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Îranê 197 kes bi dar ve kir
Kampanya “Sêşema na ji darvekirinê re” ragihand ku rejîma Îranê di nava mehekê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî 197 kes bi dar ve kiriye.
-

Jinan biryara rakirina dudiliyên li ser CEDAW’ê nîqaş kir
Jinên beşdarî panela ji aliyê Komeleya Huriye ve hat lidarxistin bûn, destnîşan kirin ku rakirina dudiliyên li ser Peymana CEDAW’ê gaveke girîng a qanûnî û siyasî ye ku hewce dike ku qanûnên neteweyî bi taybetmendiyên civakî û olî re li hev bikin.
-

Li Xezayê di 24 seatan de sê kesên din ji birçîna mirin
Li Zîvala Xezayê, ku êrişên Îsraîlê li ser didome û xela tê jiyankirin di di 24 saetên dawî de sê Filistîniyên din mirin. Hejmara kesên ji birçîna mirin bû 303.
-

Li Suweydayê hezar û 895 kes hatine qetilkirin
Ji 13'yê Tîrmehê ve li Suweydayê 1895 kes hatine kuştin, jê 670 kes li meydanan hatine înfazkirin.
-

Li Sûdanê birçîbûn: 6 kesên ji heman malbatê mirin
Koordînasyona Komîteya Berxwedanê ya bajarê Faşir ya rojavayê Sûdanê, ragihand ku malbatek ji ber xwarina bermayiyên rûnê fistiqê yê ku li herêmê wekî "Ambaze" tê zanîn û wekî xwarina heywanan tê bikar anîn, jehrî bûye.
-

‘Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin’
HRW’ê, hişyarî kir û got ku dibe xebatkarên leşkerî û îstîxbarî yên DYA’yê yên li Xezeyê piştgiriyê didin artêşa Îsraîlê ji sûcên şer berpirsyar bên girtin.
-

Li Merîwanê aktivîsên hawirdorê hatin bibîranîn
Di çalakiya ku ji bo heftemîn salvegera kuştina aktivîsên hawirdorê yên li Merîwanê hat lidarxistin de, bal hat kişandin ser rola jinan a di parastina xwezayê û têkoşîna li dijî texrîbata ekolojîk tê meşandin.
-

Hunermenda Iraqî di 79 saliya xwe de koça dawî kir
Piştî kariyerek hunerî ya zêdetirî 60 salan, lîstikvana Iraqî Selîme Hidir di 79 saliya xwe de koça dawî kir.
-

Li Tehranê yek jê jin 5 aktivîst hatin binçavkirin
Li Tehranê yek jê jin pênc atkivîstên ji aliyê peywirdarên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve bi serdegirtina malan a hemxwext hatin binçavkirin.
-

Di nava 24 saetan de 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Îsraîlê herêmên cuda yên Zîvala Xezayê kir hedef û di nav de jin û zarok bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Misrê rêveberên jin ewlehiya zarokan pêk tînin
Di dilê saziyên perwerdê de, ango li cihê ku pêşeroj şêwe digre û koka nirxên wekhevî û edaletê diheje, jin têkoşînek wisa dide ku bi çav nayê dîtin, lê belê di civakê de ferqek kûr ava dike.
-

Ji bo jinên Efgan her gav bi têkoşîn e
Ruxmê pêlên zextên Talîbanê û qedexeyên li pey hev, jinên Kabulê teslîm nabin. Li parkek di nava dar, toz û axê de bi têkoşîna xwe, mafê hebûna xwe di civakê de zindî dihêlin.