Fenîksa Elewiyan: Ji xweliya revandin û dîlgirtinê avakirina nasnamê

Piştî destpêkirina pevçûnên li Sûriyeyê û hilweşîna rejîma Baasê, civaka Elewî wek sûcdarek amade ku berpirsyartiya her tiştên ku li welat qewimî lê hatî barkirin bû.

ÎNANNA YUSUF

Navenda Nûçeyan – Pêşkêşkirina şiroveyên berfireh ji bo çareserkirina trajediyê têrê nake. Ji kêliya ku ew hat ser desthilatê, îdeolojiya cîhadîst a radîkal ku li herêmê serdest bû, bi awayekî sîstematîk hewl da Elewiyan şeytanî bike. Ev îdeolojî ne tenê di civaka Elewî de extiyar, jin û zarokan bi evîne,  pêşî nasnameya Elewiyan hedef girt, hewl da wate û kûrahiya wê ji holê rake û hemû sûcên têkildarî rejîma kevin bi vê nasnameyê ve girê da. Lê rejîma berê ne tenê li ser mezhebek yekane, xwe dispêra bingehek civakî ya berfireh û cihêreng.

Tevî vê jî, hişmendiya cîhadîst a ku desthilatdarî bi dest xist, gotinên ku tenê Elewiyan ji bo her tiştê ku li Sûriyeyê qewimî sûcdar dikir hate belavkirin. Lê belê, ger li bûyeran bê nihêrtin, nîşan dide ku Elewî di nav windahiyên herî mezin ên vê pevçûnê de ne û di warê mirovî û civakî de bedelên giran didin. Zêdeyî salek bi ser komên cîhadîst desthilatdarî bi dest xistin re derbas bû, kampanyayên sîstematîk li dijî Elewiyan zêde bûn; axaftina nefretê ya rojane, koçberkirina bi darê zorê, revandin û kuştinên li ser bingeha nasnameyê zêde bûn.

Ji Fehil heta ‘Adara Reş’: Bîrek tije xwîn

Komkujiya Fehil li Humsê yek ji êrîşên pêşîn ku rasterast Elewiyan kir hedef bû û bi bêdengiyek berbiçav ji aliyê raya giştî ya Sûriyeyê ve hat pêşwazîkirin. Komkujiyên ‘Adara Reş’ ên piştre di jiyana her malbatek Elewî de bû xalek werçerxê. Di vê pêvajoyê de, nirxa mirovan ne bi hemwelatîbûna wan, bi girêdana wan a olî an etnîkî dest bi pîvanê kir.

Bi xurtkirin û bidestxistina rewatiya herêmî û navneteweyî ya rêveberiya nû re, kampanyayên reşkirin û dûrxistinê yên li dijî Elewiyan zêde bûn. Tehrîkkirin bû pratîkek rojane, revandin bû amûrek zilmê û kuştin jî bû peyamek siyasî.

Beriya beden, revandina nasnameyê

Yek ji rêbazên herî berbiçav, danîna bûyerek revandinê di çarçoveyek olî de bû. Dema ku ciwanek, jinek an zarokek dihat revandin, dihat îdiakirin ku ev yek bi razîbûna mexdûr qewimiye; mexdûr wek ku ev çarenûs bi îradeya xwe ya azad hilbijartibe dihat nîşandan.

Yek ji bûyerên herî nîqaşkirî doza Betul Alluş a 20 salî ji navçeya Harîsun a Banyasê bû. Piştî du hefte windabûna ji kampusa zanîngehek li Lazqiyê, ew bi serpoşek bi şêwaza Efganî hate dîtin. Bi van cil û bergên ku heta di nav derdorên muhafezekar ên Sûriyeyê de jî ne giştî ne, diyar kir ku ew ji bo baweriyek ku ji hêla tundrewan ve tê destekkirin ‘koçber bûye’.

Li gel vê bûyerê têgînek nû bi navê ‘Mala Xwişkan’ bû rojev. Her çend Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hebûna qadek wisa înkar kir jî, gelek şahidiyên niştecihên herêmî îdia kirin ku cihek wisa li bajarê Ceblehê hebû û ji hêla kesên ku dixwestin îdeolojiya cîhadîst a radîkal belav bikin ve dihat destekkirin. Hate îfadekirin ku ev çalakî bi taybetî deverên ku nifûsa Elewî, Durzî û Xiristiyan lê zêde ye hedef digrin.

Gelek kes bawer dikin ku armanca van kampanyayan qelskirina kevneşopiya olî ya Elewiyan, bêrûmetkirina baweriyên din û parçekirina têkiliyên civakî yên ku van civakan bi dehsalan berdewam kirine ye.

Jin û têkoşîna ji bo nasnameyê

Revandin û dîlgirtin wekî du aliyên heman siyasetê tên dîtin: dûrxistin, marjînalîzekirin û hewldanek ji bo jiholêrakirina civakan. Ji ber vê, îdeolojiya yekfikrî û dûrxistinê heta wê astê çûye ku dîlgirtina jinên ji baweriyên cûda rewa kiriye û piştre wan wek ‘veguherîne ola rast’ pêşkêşî raya giştî kiriye.

Li vê derê pirsa bingehîn ev e: Ger mirovek di bin zexta bawerî û gefê de were rêvebirin çi wateya vê heye? Hate diyarkirin ku di gelek rewşan de di aliyê aborî û civakî de keçên malbatên tên şikandin, were hilbijartin, malbat jî neçar hatine kirin ku an şertên revandinê qebûl bikin an jî vê rewşê qebûl bikin.

Zextên ku îro jinên Elewî û bi giştî keçên ciwan rû bi rû ne, sînordarkirina azadiya baweriyê û hewldanên xirabkirina îmaja jinên Elewî ye û civaka Elewî ber bi xaçerêyek dijwar ve dibe. Têkoşîn êdî ne tenê têkoşîna hebûnê ye; bûye têkoşîna nasname, rûmet û mafê jiyanê.

Pêkanînên li dijî jinên Elewî ne wek binpêkirinên takekesî têne dîtin, wek hewldanên sîstematîk ên ku tevna çandî ya civakê hedef digirin tên dîtin. Armanc ew e ku jinan ji kirdeya jiyana civakî dûr bixin û wan bikin amûrek bê îrade.

Jina Elewî: Di navbera mîrat û hewldanên jêbirinê de

Di çanda Elewî de, jin wekî dayîk, kesên têkoşer, perwerdekar û hevjînên jiyanê tên dîtin. Li beramberî vê, ramana radîkal hewl dide wan kêm bike û bike kesayetek ku tenê ji desthilatdariya mêr a mutleq re xizmet dike.

Nakokiya di navbera mîrateyek dîrokî ku cihekî navendî dide jinan û têgihîştinek ku wan wekî ‘xenîmetên şer’ dibîne, civaka Elewî dighîne xalek werçerxê ya rast.

Tevî hemû hewldanên ji bo jêbirin û înkarkirinê, jinên Elewî, mîna Fenîksê efsanewî, ji xweliyê ji nû ve ji dayîk dibin. Ew bîranîna xwe ya kolektîf hildigirin, mafê xwe yê hebûnê û hilbijartinan dixwazin. Li hember hewldanên kolekirina rewşenbîrî û fîzîkî li ber xwe didin û hewl didin ku hebûna xwe biparêzin.

Îro têkoşîna Elewiyan ne tenê têkoşîneke siyasî ye, di heman demê de têkoşîna nasnameyê ye jî. Têkoşîna ku ji hêla jinan ve tê meşandin, têkoşîna herî giran e, ji ber bi rêya beden, bîr û rûmetê tê meşandin. Lê belê, dîrok nîşan dide ku nasnameyên ku bi tundî ewqas dijwar têne hedefgirtin, pir caran ji nû ve xurttir û bi hişmendiyeke mezintir derdikevin pêş.

*Rojnamevan