rojane
-

Sendîka û Rêxistinên Pîşeyî yên Îranê: Bêdengî xiyanet e
Di rojên dawî de çend sendîkayên mamosteyan û hinek rêxistinên karker û pîşeyî, bi daxuyaniyên fermî piştgirî dan xwepêşandanên berfireh ên li Îranê û daxwaza hevgirtina pîşeyî, bidawîanîna zextê û parastina birîndaran kirin.
-

Îsraîlê li Şerîaya Rojava bi hezaran Filistîniyan ji cih û warên wan kir
Operasyona leşkerî ya belavî kampên Cenîn, Nur Şems û Tulkerem bû, bû sedema hilweşandina binesazî û malan û zêdetirê 12 hezar zarok bi darê zorê ji cih û warên bûn. UNRWA’ê, ragihand ku zarok hêj di şert û mercên zehmet de dijîn.
-

Li Şerîaya Rojava rojnamevan Înas Îhlavî hat binçavkirin
Di dema serdegirtinên berfireh ên li Şerîaya Rojava de, hêzên Îsraîlê bi ser mala rojnamevana Filistînî Înas Îhlavî de girtin û ew binçav kirin.
-

Li Meşhedê mamosteya teqawîd Fatime Zareî hat binçavkirin
Li gorî raporên hatine weşandin, mamosteya teqawid Fatime Zareî, li Meşhedê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat binçavkirin.
-

Kirmaşan dilê yekbûn, nasname û berxwedana dîrokî ye
Di pêvajoyekî ku rejîma Îranê hewl dide olê veguherîne amûra zextê, Kirmaşanê çand û nasnameya gel bibîr dixe. Ev ax ji bo mirovahiyê bûne stargehek û îro jî ji nû ve roleke dîrokî dilîze.
-

Xwepêşandanên Îranê di roja 9’an de ye: Herî kêm 20 kes mirin
Di xwepêşandanên li Îranê ku li 26 eyalet û 78 bajaran belavî bûye de, hate diyarkirin herî kêm 20 kes mirine. Di serî de li Melîkşah û Kirmanşah jî di nav de li gelek bajaran merasîmên cenazeyan vegeriyan protestoyan.
-

Kongra Star binpêkirinên li dijî xwepêşanderên li Îranê şermezar kir
Komîteya Têkiliyên Giştî ya Kongra Star a Helebê, kiryarên rejîmên otorîter ên bi taybetî li dijî jinan û gelê Kurd ên li Îranê şermezar kir û bang li jinan ku hevgirtina jinan a navneteweyî xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.
-

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk piştgirî da daxwaza gelên Îranê
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî geşedanên li Îranê diqewimin daxuayniyeke nivîskî parve kir û got: “Em piştevaniya xwe bi xwişk û birayên xwe yên li Îranê re parve dikin û bang li Hikumeta Îranê dikin ku guh bide daxwaz û bendewariya hemû gelan.
-

Tulay Hatîmogullari: Em li kêleka têkoşîna bi rûmet ya gelê Îranê ne
Di derbarê xwepêşandanên li Îranê de, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari daxuyaniyek da û got, "Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku guh bide daxwazên gel ên ji bo refah, wekhevî û edaletê û tavilê rêyên demokratîk ji bo çareseriyan veke."
-

Li dijî qedexeyên Talîban perwerdeyên serhêl ji bo jinan dibe hêvî
Piştî ku Talîban perwerdeya zanîngehê li xwendekarên keç qedexe kir, zanîngehên serhêl ji bo jinên Efganistanê bû rêya alternatîf a domandina perwerdê.
-

Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê destek dan xwepêşandanên gel
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, xwepêşandêran silav kirin û got: “Em bawer dikin, çawa ku di sala 1979’an de rejîma sûcdar a pêlîstik we xist çopa dîrokê, hunê vê rejîma dijî mirovatiyê jî bixin çopa dîrokê.”
-

Li welatê Qedemxêrê qêrîna azadiyê…
Îlam bi dengê hespê Qedemxêra Qelawendî sirûda azadiyê dibihîze û diherike kolanan. Hêviyên bi hezaran jinan di van bajarên kevnar û qedîm de veşartî ne. Ya zindî dibe û dîsa pêşengiyê dike ev hêvî ye. Jin wê Îranê biguherînin û diguherînin…
-

Şer dît, koçberiyê jiya, lawê xwe da şoreşê: Bi hêviya aştiyê dijî
Gemra Elî ya ku ji bajarê Serêkaniyê ye, ji ber êrişên dagirkeriyê neçar maye koçber bibe û lawê wê di oxira azadiya gelê xwe de jiyana xwe ji dest daye. Gemra Elî dibêje “Bi hêviya avakirina aştiya mayînde, azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazim.”
-

Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîr anîn
Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) li Hesekê hatin bibîr anîn.
-

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 176’emîn didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt, di roja 900’an de didome.
-

Li Efrîna dagirkirî jinek ciwan hat revandin
Li Efrîna dagirkirî çeteyên girêdayî dewleta Tirk jina ciwan a bi navê Heybet Emîn Silêman a 23 salî revand.
-

'Xwepêşandan yekane rêya rizgariyê ye'
Sendîkaya Mamosteyên Kirmaşanê, bi daxuyaniyekî piştgirî da xwepêşandanên li seranserê welat û rewşa aborî ya li Îranê mîna "karesat" bi nav kir.
-

Li Îranê xwepêşandan mezin dibin: Jin û ciwan di eniyê pêş de ne
Xwepêşandanên ku li dijî qeyrana aborî li seranserê welat belav dibin. Di hefteya ewil de, herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî bi guleyan birîndar bûn. Jin û ciwan, mîna pêşengên tevgerê berxwedanê didomînin.
-

Li Şengalê ji bo pêngava li dijî xwekuştinan belavok hatin belavkirin
Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî ve ji bo pêngava ‘Xwe Nekuje Her Xwe Kuştinek Fermanek e’ belavok hatin belav kirin.
-

TJA'yê banga beşdarbûna mîtînga Enqerê kir
TJA'yê derbarê mîtînga mezin a jinan a ku dê li Enqereyê were lidarxistin de daxuyaniyek weşand û hemû jin vexwend ji bo mîtîngê.