Zirgan berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kir

Bi armanca silavkirina berxwedana gelê her du taxên Kurdan li bajarê Helebê gelê bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê meşiyan û êrîşên ku şevê din çêbûn şermezar kirin.

Zirgan – Şevê din cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrîş birin ser her du taxên Kurdan li bajarê Helebê. Di encama êrîşan de HTŞ’ê jinek qetil kir û hejmarek ji sivîl birîndar kirin.

Ji bo berxwedana li hember êrîşan hatiye raber kirin û şermezarkirina êrîşan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe nîşan da.

Îro jî gelê bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşan û silavkirina berxwedêran meşek li dar xist.

Meşa ku ji ber ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destpê kir bi dehan jin û mêr û xwendekarên dibistanan tevî mamosteyên wan beşdar bûn. Di meşê de diruşmeyên piştgiriyê û hevgirtinê hatin berz kirin.

Meş li qada mizgefta bajêr rawestiya, piştî deqeyek rêzgirtin Rêvebera Kongra Star Mîliya Mano axivî.

Piştî serdana şandeya Tirkiyê êrîş pêk hatin

Mîliya got ku êrîşa HTŞ’ê piştî serdana Wezîrê Parastinê Hakan Fîdan û serokê îstîxbarata Tirkiyeyê ji Şamê re cihê gumanê ye. Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê pabend e û ji her demê bêtir bi biryar e ku Peymana 10’ê Adarê, ji bo Sûriyeyek nenavendî ku mafên hemûyan garantî dike hewl dide, bicih bîne.

Ne qadên penvçûnê ew modela jiyana hevbeş in

Mîliya got ku Eşrefiyê û Şêx Meqsûd modelek ji bo jiyana hevbeş û berxwedana civakî bûne û dimînin û her hedefgirtina wan êrîşek li ser tevna herêmê ye. Îradeya jiyana hevbeş, rûmeta mirovan û rastiya ku taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd qet ne xalên pevçûnê ne, lê belê sembolên berxwedan û jiyana hevbeş in, îro têne hedefgirtin.

Hewldanek têkçûyî ye

Mîliya li ser êrîşên şevê din yên ku cîhadîstên HTŞ’ê pêk anîn got: Ev hewldanek têkçûyî ye ji bo şikandina îradeya gelekî bi israr ku bi salan li hember şer, pevçûn û dorpêçê li ber xwe daye. Tiştê ku îro diqewime sûcek eşkere û berdewam li dijî sivîlên bêçek e û beşek ji siyasetek sîstematîk a zextê ye. Ku şikandina îradeya niştecihan, çandina tirsê, birçîkirina mirovan û têkbirina bingehên jiyana hevbeş, armanc dike.

Ne bûyerên takekesî ne

Mîliya da zanîn ku tacîza niştecihan, gefxwarina li ser ewlehiya wan a rojane û hedefgirtina debara jiyana wan ne bûyerên takekesî an xeletiyên takekesî ne. Em bi zelalî dibêjin ku hedefgirtina sivîlan sûc e, bêdengmayîn hevkarî ye û rewakirina wê xiyaneta li mirovahiyê ye.

Mîliya da xuya kirin ku ew hemî aliyên çareseriyên aştiyane asteng dikin bi tevahî berpirsiyar dibîne. Em bang dikin ku aqil û diyalog serdest bibe, hemî şêweyên rageşiyê rawestin ku vegere zimanê çareseriyên siyasî û civakî.

Berpirsiyartiyên xwe bicih bînin

Mîliya di dawî de ji rayedarên têkildar û rêxistinên mafên mirovan daxwaz kir ku berpirsiyariyên xwe di parastina sivîlan û garantîkirina mafên wan ên bingehîn de, bicih bînin. Rûmeta mirovan xeta sor e û ewlehiya taxên niştecîbûnê divê wekî kaxezek danûstandinê an jî qadeke pevçûnê neyê bikar anîn.

Meş bi diruşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.