Fûara Pirtûkan a Tûnisê rastî eleqeyek mezin hat
Fûara Pirtûkan a Tûnisê, di tevahiya betlaneya zivistanê de rastî eleqeyek mezin hat. Zarok, xwendekar û dayik ji bo kirîna pirtûkên dersê û pirtûkên çandî berê xwe dan fûarê.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Di roja ewil a betlaneya zivistanê ya dibistan û zanîngehê de, Fûara Pirtûkan a Tûnisê ya li Cadeya Habib Bourguiba li paytext Tûnisê hate lidarxistin, rastî eleqeyek mezin hat. Fûara ku di 18’ê Kanûnê de dest pê kir, dê heta 3’ê Çile berdewam bike. Zarok, xwendekar û dayik, ji ber hilbijartina pirtûk û çîrokan a ji bo pêşxistina xwendin û zanîna xwe, berê xwe dan fûar e.
Xwendekar Aya Terhunî ya ji Hammametê hat, bi dayik û xwişka xwe re beşdarî fûarê bû. Aya Terhunî, diyar kir ku fûar pirtûkên ku lê digerin bi bihayên maqûl pêşkêş dike û wiha got: "Em ji bilî pirtûkên Fransî û Îngilîzî, pirtûkên din ên ji bo baştir fêmkirina dersan ji me re dibin alîkar, distînin.”
Dayika Aya Terhunî jî, diyar kir xwendin ji bo pêşketina derûnî û zanîstî ya zarokan girîng e.
‘Xwendin hafizeyê xurt dike’
Jina binavê Ahlam Maarufî jî, da zanîn di demên xwe yên zêde de berê xwe dide fûarê, pirtûkên nû lêkolîn dike û hewil dide hêzkirina pirtûkan ji zarokên xwe re fêr bike. Ahlam Maarufî, wiha got: "Xwendin hiş pêş dixe, hafizeyê xurt dike û jêhatîbûna xwe îfadekirinê baştir dike. Lê bikaranîna zêde ya telefonê zirarê dide mêjî." Ahlam Maarufî, bang li dayikan kir ku rûxmê zextên jiyana rojane, zarokên xwe teşwîqê xwendinê bikin.
‘Vegerin dibistanê, xwendin perwerde û hişmendî ye’
Fewzia Ben Cemaa ya teqawidbûyî jî, diyar kir ku dixwest ji bo nirxandina demên xwe yên berê roman bistine, lê li fûarê hejmara pirtûkan kêmbûye û biha jî zêde bûne. Fewzia Ben Cemaa, bang li ciwanan kir û got: "Vegerin dibistanê, xwendin perwerde û hişmendî ye." Fewzia Ben Cemaa, da zanîn berê her roj berê xwe dayê pirtûkxaneyê, lê ciwanên roja me ya îro ji xwendinê dûr in.
Sundus Talebî jî, da zanîn hinek weşanxane ji ber fikarên bazirganî pirtûkên kevin tînin, pirtûkên nû pêşkêş nakin û bihayan zêde dikin. Sundus Talebî, diyar kir ev yek jî bandorek neyînî li çalakiyên kirîn û firotanê li fûarê dike.