38 partî û tevgeran êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
38 partî, tevgerên jinan, tevgerên civakî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga piştevaniyê li gelên herêmê kirin.
Navenda Nûçeyan- 38 partî û tevgerên siyasî û civakî û yên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrîşên cîhadîstên Heyet Tahrîr El- Şam ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, daxuyaniyeke hevpar dan.
‘Hikûmeta demkî peymanan binpê dike’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema ku Heyet Tehrîr El Şam desthilata Şamê bidest xistiye, hewl dide kesên li dijî mezheba xwe, bikuje. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên HTŞ’ê yên li ser Şehba û komkujiyên li dijî Elewiyên li peravê û Durziyên li Suweydayê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî peymana 10’ê Adarê ku yek ji bendên wê pêkanîna agirbestê li tevahiya Sûriyeyê bû û peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û parêzgeha Helebê de, hikûmeta demkî peymanan binpê dike.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dorpêça hikûmeta demkî ya li ser her du taxan û wiha domandin: “Ji ber ku niyetên hikûmeta demkî ne baş in, her du tax dorpêç kiriye. Nahêlin madeyên sereke derbasî taxan bibe, tax gur kirin û bi awayekî plankirî gotinên kîndariyê belav dike. Tevî ku Rêveberiya Xweser banga çareserî û rêgirtina li ber kîndariyê û diyalogên pêkanîna peymana Adarê dike jî, desthilata hikûmetê ya destekê ji Tirkiyeyê digre, peymanê asteng dike.”
‘Ev nêzîkatî rê nade ku Peymana 10’ê Adarê were bicîhanîn’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca van nêzîkatiyan ew e ku rê nedin peymana 10’ê Adarê pêk were û mafên pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de werin mîsogerkirin. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Tevî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku dibêjin nêzîkî pêkanîna benda entegrekirina QSD’ê bûne, ev yek li xweşa rejîma Tirk neçû. Ji ber vê yekê wezîrê xwe yê karên derve şand Şamê da ku her nêzîkbûneke di navbera desthilatê û QSD’ê de têk bibe û ferman da desthilata Şamê ku êrîşî her du taxan bikin û li herêmên din jî amadekariyên êrîşan li dijî QSD’ê bikin.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên li ser herdu taxên ku QSD di çarçoveya peymana Nîsanê de jê vekişiyaye, niyetên xedar ên desthilatê piştrast dikin û hate gotin: “Em teqez dikin ku em mil bi mil bi QSD’ê re ne.”
Banga bicîhanîna peyamana 10’ê Adarê
Di dewama daxuyaniyê de destwerdana dewleta Tirk a di kar û barên Sûriyeyê de bi tundî hat şermezarkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA’yê hat kirin ku bersîva Tirkiye û hikûmeta El Şera bidin û wan neçar bikin da ku peymana 10’ê Adarê bi cih bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî piştgiriyê bidin QSD’ê.
Partî, rêxistin û tevgerên ku daxuyanî dane ev in:
1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
3-Partiya Kesk a Demokrat
4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
5-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
6-Partiya Komunîst a Kurdistanê
7-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye
8-Partiya Demokrat a Kurd-Sûriye
9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
10-Partiya Çep a Demokratîk a Krud li Sûriyeyê
11- Partiya Sûriyeya Pêşerojê
12-Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê
13-Partiya Nûjen a Kurdistanê
14-Partiya Kedkaran a Kurdistanê
15-Desteya Nîştimanî ya Erebî (El Heyee El Weteniye El Erebiye)
16-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê
17-Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
18- Partiya Reformust-Sûriye
19-Partiya Asûrî ya Demokratîk
20-Partiya Biratî ya Kurdistanê
21-Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
22- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
23-Kongra Star
24-Partiya Muhafazekaran
25- Partiya Têkoşîna Demokrat
26-Tevgera Pêşerojê ya Kurdistanê
27-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
28-Tevgera Guhertina Demokratîk
29-Partiya Yekitiya Suryan
30- Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê
31- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî)
32- Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
33-Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyeyê
34-Partiya Soraya
35-Partiya Muhafezekarên Kurdistanê
36-Partiya Kombûna Demokratîk a Sûriyeyê
37-Tevgera Sûriyeyê ya Îslahî
38-Partiya Pêşketin û Avakirinê ya Sûriyeyê.