Kurdên Lubnanê: Em li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne
Kurdên li Lubnanê, fikarên xwe yên li ser êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anîn ziman û gotin: “Em van êrîş û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û careke din diyar kirin ku em li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne.”
Lubnan – Kurdên li Lubnanê, li dijî êrişên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe bi gelên her du taxan re nîşan dan.
Daxuyanî wiha ye:
“Di ronahiya geşedanên cidî yên qadê ya li bajarê Helebê de, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi êrîşên dubare û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan re rû bi rû dimîne. Rewşa valahiya ewlehiyê û paşguhkirina qanûnên mirovî û normên navneteweyî didome.
Komên çekdar ên girêdayî rêveberiya demkî û çeteyên bêkontrol, bombebaran û êrîşên xwe yên li dijî taxên nifûsên qelebalix didomînin, gef li jiyana zarok, jin û extiyaran dixwon û zirarên cidî didin mal û milkên taxan.
Di dema van pevçûnan de, jinek jiyana xwe ji dest da û 17 sivîl birîndar bûn. Ev bîlançoya ewil, xeteriya li dijî êrîşên domdar a li dijî gel nîşan dide.
Ev pêkanînan, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e û nîşaneya nêzîkatiyeke tund û tirsandinê ya armanc dike bi rêya bikaranîna hêzê îradeya gel bişkîne û aştî û aramiya li van taxan têk bibe ye.
Di heman demê ev êrîşan, binpêkirinek eşkere ya Peymana 10’ê Adarê ye. Peyman pêşbinî dikir ku çalakiyên leşkerî bên rawestandin, sivîl bên parastin, dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên rakirin û vegera ewle ya gel a ji bo malên xwe mîsoger bike. Berdewamiya van binpêkirinan, nebûna girêdanbûnek rast a bi hemû têgihîştin û peymanên ku armanc dikin parastina sivîlan û pêşîgirtina li zêdebûna aloziyê, nîşan dide.
‘Sûcekî cezakirina komî ya sivîlan e’
Herwiha, aliyên ku kontrolê di destê xwe de digrin, dorpêça xwe ya tund a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê didomîne. Ketin û derketinê digre, ketina xurek û pêdiviyên tibî asteng dike, gihandina ambulans û alîkariyên mirovî zehmet dike û ketina gel a taxan an jî vegera malên xwe asteng dike. Ev binpêkirinek eşkere ya rêgezên qanûna mirovî ya navneteweyî û sûcekî cezakirina komî ya li dijî sivîlan e.
Ev binpêkirinan û dorpêça berdewam, pêkanînên rejîma Baasê yên berê tînin bîra mirov û nîşan dide ku polîtîkayên li dijî gelê Sûriyeyê didome. Ev yek, pirsên cidî ku armancên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ya Sûriyeyê bixe rêyekî biewle û hemû gelê Sûriyeyê xwedî maf û erkên wekhev bike, çiqas cidî tên şopandin, diafirîne.
Lewma, em bang li rêveberiya demkî û aliyên berpirsiyar ên van êrîşan dikin ku hemû berpirsiyariyên hiqûqî û exlaqî bigirin ser xwe û van xalan daxwaz dikin:
“Demildest rakirina dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.
Pêkanîna tevahî ya Peymana 10’ê Adarê û hemû peymanên berê.
Bêyî tu sînorkirin an jî gefan destûrdayîna vegera demildest a gel ji bo malên xwe.
Vekirina korîdorên mirovî yên ewle û misogerkirina gihandina bêasteng a alîkariyan.
Hesabdayîna kesên berpirsiyarên van binpêkirinan û pêşîgirtina li dubarebûna wan.”
‘Em li kêleka gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne’
Ger cîhan li dijî bûyerên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimîn bêdeng bimîne, ev tê wateya nerasterast qebûlkirina binpêkirinan û rê li ber zêdebûna êşên sivîlan û berdewamiya çerxa tundiyê vedike. Em van êrîş û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û careke din diyar kirin ku em li kêleka gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne.
Berxwedan bi me re ye û xiyanet jî bi komên bêkontrol ên zilm li sivîlan dikin re ye.”