Amîne Lakreen bû Seroka Parlamentoya Zarokan a Cezayîrê
Amîn Lakreen, weke Seroka Parlamentoya Zarokan a Cezayîrê hate hilbijartin. Hilbijartin, di rûniştinek taybet a ji bo hilbijartina Seroka Parlamentoyê ji bo heyama 2025-2027’an de pêk hat.
Cezayîr – Pêvajoya hilbijartina seroka Parlamentoya Zarokan a Cezayîrê, 22’ê Kanûnê bi demokrasiya beşdar pêk hat. Endamên parlamentoyê, destnîşan kirin ku ev tecrûbe ji bo xurtkirina nirxên diyalog, aîdiyeta neteweyî û beşdariya demokratîk a di zarokan de girîng e.
Amîne Lakreen a di 18’ê Mijdara 2009’an de ji dayik bûye, niha li bajarê Qusantina ya Cezayîrê perwerdeya xwe ya dibistana amedeyî didomîne. Hilbijartina wê, mîna encamek pêvajoyek perwerdehiyê tê dîtin ku armanc dike zarok beşdarî jiyana giştî bibin, dengê xwe bidin bihîstin û fikarên xwe bînin ziman.
Tê payîn ku Parlamentoya Zarokan a Cezayîrê, di tevahiya heyama 2025-2027’an de rolek girîng di çandina çanda parlanterî ya di zarokan de û hişyarkirina maf û berpirsiyariyên wan de bilîze. Ev yek, di asta neteweyî de, bi armancên perwerdekirina nifşek hişmend û berpirsiyar re pêktê.